Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari wê li gel heyetekê ji bo şopandina rûniştinên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û pêkanîna hevdîtinan biçe Strasbourgê.
Tulay Hatîmogûllari wê 30’ê Îlonê li civîna Koma Çep a Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê biaxive.
Heyeta DEM Partiyê wê piştre bi rayedarên Konseya Ewropayê û siyasetmedaran re hevdîtinan bike.