Zarokên bi dilê çiyê yên welatê bihuştî Mezopotamyayê, li dijî xwedayên bêrehm ên serdemê di oxira azadiyê de şerekî mezin ê mirovahiyê dimeşînin. Xwe digihînin dîrokê û nirxên civakî jinûve diafirînin. Li çeperên şer ên li serê çiyê lehengiyê jinûve dinivîsînin. Ji ber ku wan di nava agirê li serê çiyê de paşeroja mirovahiyê û azadî dîtin. Yek ji wan gerîlayan jî Agir Erdexan bû.
DILEKÎ CIWAN Ê LI CIVAKÎBÛNA XWE DIGERIYA
Bûrak Olmez bi navê xwe yê li nava refên gerîla Agir Erdexan sala 1994’an li navçeya Hanan ê bajarê Erdexan ê herêma Serhedê ji dayik bû. Beşek ji jiyana wî li gund derbas bû, li nava gund kesayetiya wî ava bû û civakîbûna komunal a wî gundî wergirt. Piştre ji bo perwerdeyê bar kir bajêr û hingî bi nakokiyên xwe yên destpêkê hesiya. Nakokiya xwe ya herî zêde ya çînî bû. Didît ku dewlemend hîn bêhtir dewlemend dibin, xizan bêhtir xizan dibin, hinek neçar in mîna koleyan bixebitin, hinek jî bêyî ked û hewldanan dibin xwedî serwetê ku vê yekê nakokiyên wî zêde kir. Ji ber derdora lê mezin bû, dûrî nasnameya xwe mezin bû. Derdoreke welê bû ku Kurdîtî û hişmendiya welatparêziyê lê xurt nebû. Ev biyanîbûn heta salên zanîngehê dewam kir. Dema ku çû zanîngehê tevgera ciwanên welatparêz nas kir û pirsa ‘Ez kîm e’ li xwe kir. Li gel vê lêpirsînê her ku êrîşên faşîst ên wê demê dît, hîn bêhtir têgihiştî dibû. Bi demê re hişmendiya wî ya polîtîk kir ku bikeve nava lêgerîna têkoşînê. Fêhm kir ku di nava sîstemê de nikare bersivê ji van pirsên xwe re bibîne. Hevalê Agir zanîbû ku civakeke polîtîk exlaqî li derveyî sîstemê dikare bê afirandin û berê xwe da felsefeya azadiyê ya Rêber Apo. Jiyana nû ya ku Rêber Apo bi PKK’ê ava kir, her roj bêhtir bala wî kişand û vê jiyanê bersiv da lêgerîna wî. Bi vê baweriyê tevlî nava tevgera azadiyê bû û berê xwe da çiyê.
Agir Erdexan sala 2014’an tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Bi perwedeya şervanên nû re hunera jiyana gerîla hîn bû. Civakîbûna xwe di perwerdeyê de bêhtir nirxand û ji bo bibe yek ji afirînerên vê jiyana nû ya li çiyê kete nava hewldaneke mezin a pratîkê.
Sadebûn, xwezayî, kedkarî û bedewiya li nava jiyana PKK’ê her roj hîn bêhtir di dilê xwe de bi cih kir. Her ku di nava vê jiyanê de xwe didît û ji nû ve diafirand, digihîşt rastiya civakî ya ku winda kiribû. Her ku di felsefe û îdeolojiya Rêber Apo de xwe kûr kir, ji bo ji kesayetiya ku sîstemê afirandiye rizgar bibe, têkoşîneke hîn xurt ji xwe re kir esas. Ji bo jiyana pîroz a ku Rêber Apo afirand gotibû, “Jiyaneke welê ye ku di nava xwe de bexçeyê gelan ava dike û azadî û bedewiyê diyarî civakê dike. Dilên çiyayî yên bi rengê derwêşane dijîn ji bo afirandina civakeke azad bênrawestandin tevdigerin. Tişta ku di nava vê jiyanê de herî zêde bandor li min kir ew e ku ewqas dilên ciwan ên ji deverên cuda yên welêt ji bo armancekê li hev kom bûne. Ev dil hem ji bo hevrêyê li kêleka xwe hem jî ji bo mirovahiyê lê dide. Mayina di nava sermayê de, razana li erdê, şerê bênavber, her zor û zehmetî dane pêş çavên xwe. Hemû jî ji bo diyarkirina jiyaneke azad ji bo mirovahiyê ye. PKK beriya xwe li hevrêyên xwe, li civaka xwe difikire.”
DI NAVA JIYANÊ DE FERMANDAREKÎ PÊŞENG BÛ
Ji bo karibe di felsefeya Apoyî de xwe hîn kûr bike û bibe gerîlayekî modernîteya demokratîk ê profesyonel çû Akademiya Fermandariyê ya Mahsûm Korkmaz. Di vê akademiyê de kesayetiya xwe nirxand, têkoşîneke xurt ji xwe re kir esas. Li akademiyê ne tenê civak, her wiha taybetmendiyên zayendîperest ên hatine afirandin jî xist ber lêpirsînê. Ev taybetmendiyên ku sîstemê li mêr jî ferz kiriye, lêpirsîn kir. Nêzîkatiya xwe ya li jinê bi van gotinan anî ziman “Milîtanekî Rêber Apo, weke kadroyekî avakirina jiyana nû, berpirsyariya me ya herî mezin a jiyanê ye ku rastiya jinê fêhm bike. Ji ber ku mijara herî zêde jê xerîb bûm rastiya jinê bû. Azadî li ser bingeha hevrêtiyeke rast a bi jinê re pêk tê. Ji ber vê jî her ku bi hevrêyên jin, bi pîvanên jiyana azad ên ku Rêbertî diyar kirine bibim yek, ez ê karibim xwe bigihînim azadiyê.” Wî her tim têkiliyeke hevrêtiyê ya nêzî azadiyê ji xwe re kir esas. Taybetmendiya wî ya herî mezin lêgerîna li heqîqetê û lêgerîna li jiyana li gorî wê bû. Ev şervanê wêrek ê di têkiliyên xwe de bi edalet û wekhev bû, li dijî neheqiyê timî bi îradeyeke qewîn sekinî.
Ew êdî gerîlayekî şareza bû. Ji bo karibe tevlî çeperên herî pêş ên şerê giran ê ji bo azadiyê bibe, amade bû. Yek ji daxwazên xwe yên herî mezin jî ew bû ku weke gerîlayekî li cihê lê ji dayik bûye vegere. Dixwest li çiyayên Erdexanê gerîlatiyê bike, careke din bi gelê xwe re bibe yek û bibe gerîlayê xaka xwe. Ji ber vê yekê gelekî dixwest biçe Erdexanê, li çiyayên bilind ên Serhedê bibe gerîla. Lê belê ji her wezîfeyê re jî amade bû. Armanca xwe ya bûyîna gerîlayê Serhedê qet winda nekir, vê carê ber bi herêma Metînayê bi rê ket.
EW DESTKETIYÊN ME YÊN HERÎ MEZIN IN
Perwerdeya fermandariyê ya li Akademiya Mahsûm Korkmaz li herêma Metînayê xiste meriyetê. Dil û îradeya xwe ya ku bi îradeya Apoyî xemilandibû, di nava jiyanê û şer de ew kiribû fermandarekî qewîn ku têk naçe. Agir Erdexan sala 2017’an li herêma Metînayê di êrîşeke dijmin de şehîd bû. Yek ji wan gerîlayan bû ku li serê çiyê li dora agirê jiyana azad govend gerand. Her şehadeteke li çiyayên Kurdistanê windahiyek nîne. Yên ku zanin, yên çûne û li pey xwe hiştine destketiya herî mezin e, Agir Erdexan timî bi vî rengî bi bîr anîn.