Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban bi wesîleya salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî. Kuçukbalaban destnîşan kir ku tecrîda Îmraliyê yek ji lingên herî girîng ên komployê ye. Kuçukbalaban bi lêv kir ku pergala tecrîdê taybet a li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê sepandin, di rewşa heyî de belavî girtîgehên bi tîpa bîrê bûye ku nû hatin avakirin û wiha got: “Ev ne polîtîkayake ku bê meşandin e. Ji ber ku pirsgirêka Kurd di heman demê de pirsgirêka mafên mirovan e. Rewşa Abdullah Ocalan jî ji ber ku yek ji aktorên herî girîng ên pirsgirêka Kurd û mafên girtî ye, pirsgirêkekî mafên mirovan û demokrasiyê ye.
‘FIKRÊ ABDULLAH OCALAN BELAVÎ HEMÛ CÎHANÊ BÛ’
Kucukbalaban diyar kir ku bi Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hate xwestin ku rê li ber çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bigirin û anî ziman ku ji ber ku kesayetê ku vê karakterîze kir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, bi komployekî di şexsê wî de hewl hatiye dayîn ku bigihin vê armancê. Kucukbalan destnîşan kir ku lê ev komplo bi ser neketiye û bi bîr xist ku li gel ku hewl tê dayîn paradîgma û fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tecrîdê re asteng bikin jî, îro ev fikir ne tenê li Rojhilata Navîn, li gelek cihên belav bûye. Kucukbalaban anî ziman ku ji ber vê yekê yên ku fikirîn bi radestkirina Abdullah Ocalan ji Tirkiyeyê re pirsgirêka Kurd bi dawî bibe xelitîn û diyar kir ku di rewşa heyî de pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka Tirkiyeyê ye, pirsgirêkekî navneteweyî ye. Kucukbalaban diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1992’an ve hewl dide pêvajoyên çareseriyê bidomîne û bi bîr xist ku Tirkiye mijarê her tim bi perspektîfeke aligirê şer hildaye dest.
Kucukbalaban destnîşan kir ku tecrîd ku lingekî girîng ê vê komployê ye ji sala 1999’an ve her ku diçe tê girankirin û destnîşan kir ku desthilatdarî bi vê nêzîkatiyê hewl dide pirsgirêka Kurd bi şeklê ku bi xwe ferz kiriye manîpule bike. Kucukbalan da zanîn ku îro di rewşa heyî de pergala tecrîda Îmraliyê belav dibe û wiha got: “Îro ev tecrîd veguheriye rêbazekî êşkenceyê ku li ser hemû girtiyên siyasî tê sepandin. Girtîgehên Ewlekariya Bilind ên ku nû hatine avakirin ji Tîpên F xiraptir bûye. Girtiyên siyasî ji ber ku îro nikarin dengê xwe bigihînin tu kesî neçar dimînin ku ji bo ji girtîgehên Y, S, R ku em dibêjin tîpa bîrê, sewqî girtîgehên Tîpa F bên kirin, greva birçîbûnê bikin. Tecrîd û binpêkirinên mafan ewqas giran bûne. Dîsa gelek girtiyên nexweş ji bo ku nayên berdan jiyana xwe ji dest dan. Ligel ku cezayê darvekirinê li Tirkiyeyê hatiye rakirin jî, em dibînin ku bi pergala tecrîdê ku li ser Abdullah Ocalan hatiye avakirin û belavî her derê bûye fîîlen tê pêkanîn. Bi taybet li dijî girityên siyasî cihêkariyeke cidî heye. Lijneyên Çavderî û Îdareyê yên girtîgehan berdana girtiyan bi hincetê kêfî taloq dike. Girtiyên siyasî gelek mafên ku girtiyên edlî bikar tînin nikarin bikarbînin. Girtiyên siyasî li girtîgehên dûr ku bi zorê hatine sirgûnkirin, bi salan malbatên xwe nabînin. Îmraliyê weke laboratiwar bikar tînin û piştre vê pêkanînê belavî hemû girtîgehan dikin. Bi vê yekê re dixwazin pirsgirêka Kurd veşêrin, lê weke min got pirsgirêka Kurd îro veguheriye pêvajoyeke ku aktorên herêmî û navneteweyî jî di nav de ne. Sedema vê jî nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li ser mijarê ye.”
‘PIRSGIRÊKA KURD JÎ REWŞA ABDULLAH OCALAN JÎ PIRSGIRÊKEKÎ MAFÊN MIROVAN E!’
Kucukbalan bi bîr xist ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civînên xwe yên navbera 17-19’ê Îlonê de mijara “Mafê Hêviyê” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û biryar da û bi lêv kir ku Tirkiye zêdeyî 10 sal in tu gav neavêtine û bi vê yekê re hiqûqa xwe û hiqûqa navneteweyî binpê kiriye. Kucukbalaban destnîşan kir ku çar dosya li pêşiya Komîteya Li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî heye û got: “Ev çar dosya jî derbarê girtiyên li Îmraiyê de ye, yek ji wan jî dosyaya Abdullah Ocalan e.”
Hiqûqa navneteweyî diyar dike ku qedexeyên hevdîtina malbat û parêzeran dewam dike û ev êşkence ye. Lê dewlet û desthilatdarî vê jinedîtî ve tê. Ji ber ku pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêka ewlehiyê dibîne. Ev ne siyaseteke bê meşandin e. Ji ber ku pirsgirêka Kurd di heman demê de pirsgirêka mafên mirovan e. Rewşa Abdullah Ocalan jî ji ber ku yek ji aktorên herî girîng ên pirsgirêka Kurd û mafên girtî ye, pirsgirêkekî mafên mirovan û demokrasiyê ye.”
‘BUDÇEYA KU JI KEDA KEDKARAN KÊM DIKIN, JI ŞER Û ÇEKAN RE DIRAZÎNIN’
Kuçukbalaban destnîşan kir ku divê Tirkiye tavile ji vê rêyê vegere û anî ziman ku israra neçareseriya di pirsgirêka Kurd de wê li her kesê bide winda kirin. Kuçukbalan got: “Ji ber ku saziyên hiqûqî yên navneteweyî bêdeng in, ev yek kêrî rêveberên Tirkiyeyê tê. Tirkiye bi gotina ‘têkoşîna li dijî terorê yan jî pirsgirêka ewlehiyê heye’ raya giştî dixapîne. Budçeya ku ji keda kedkaran kêm dikin, ji şer û çekan re dirazînin. Di demeke ku şer li Rojhilava Navîn evqas belav bûye û welat evqas bûne cihên şer de şensê Tirkiyeyê nameya ku vê bidomîne. Tirkiye jixwe li rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê şer dimeşîne. Demeke dirêj e li wê derê leşkerên wî hene. Ji sala 2016’an ve li Efrîn, Ezaz ên bakurê Sûriyeyê leşkerên wî hene. Divê aştiya her şer û pevçûnekî bibe. Ji ber vê yekê tecrîda li ser Abdullah Ocalan darbeyeke ku li dijî demokrasiya Tirkiyeyê û mafên mirovan hatiye xistin. Ev tecrîd divê tavile bê rakirin.”