Ji bo rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd wê sibê li Amedê mîtîngek bê lidarxistin. 40 kesên ku ji bo tevlî mîtîngê bibin ji Çanakkale û Balikesîrê bi rê ketin. Welatiyên ku di ketina navçeya Karacabeya Bûrsayê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Endamê Meclîsa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Fîkret Çolakoûullari yê ku di nava gel de cih digire, diyar kir ku mafê wan ê çûnûhatinê hatiye astengkirin û got, “Otobusa me 7 caran hat rawestandin. Destûr nayê dayîn ku em derbasî Bûrsayê bibin. Derbarê vê yekê de me girtek girt û em ê giliyê berpirsyaran bikin. Heta ku ev astengî bi dawî bibe em ê çalakiya xwe bidomînnin.”
Gelê ku dest bi çalakiya rûniştinê kir bênavber dirûşmeyên “Her der Amed e, her der berxwedan e” berz kirin. Çalakiya rûniştinê ya gel dewam dike.
COLEMÊRG
Ji navçeya Geverê ya Colemêrgê gelek kes ji bo tevlî mîtîngê bibin bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê dicivin” bi wesayîtên taybet ber bi Amedê ve bi rê ketin. Bi sedan polîs bi wesayitên zirxî hemû rêyên ber bi avahiya DEM Partiya Geverê li trafîkê hatin girtin. Gel û endamên partiyê li dijî astengiya polîsan daxuyanî dan çapemeniyê û çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Beriya daxuyaniyê endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê tevî hemû astengiyan li avahiya partiyê hatin ba hev û bi tilîlî û dirûşmeyên ”Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez diyar kir ku xwestin bi daxwaza azadiya hemû girtiyên siyasî û gelên Rojhilata Navîn bikevin rê rastî astengiyên polîsan hatin û got, “Aştiya vî welatî bi dorpêçkirin û mertalan tê astengkirin. Daxwaza aştî û azadiyê daxwazeke mirovî û gerdûnî ye. Ev daxwaz nayê asteng kirin. Çi bû ku 2 roj beriya mîtîngê biryara qedexeyê hat dayîn? Ji kengê ve daxwaza aştiyê hatiye qedexekirin? Tevî hemû astengiyan em û gelê xwe dê sibê li Amedê bin. Tişta ku em li vir û li Amedê dikarin bêjin rakirina tecrîdê û vekirina rêyên aştiyê ye.”
Piştre endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê û xizma 2 girtiyan Muhsima Yaşar bang li polîs, leşker û hemû mirovahiyê kir û got, “Em ê li Amedê ji bo destê aştiyê dirêj bikin em ê bihatana ba hev, lê em bi astengiya polîsan re rû bi rû man. Daxwaza hemû Kurdan bi taybetî jî me dayikên aştiyê bi salan e aştî ye. Daxwaza me ji her kesî ew e ku destê xwe dirêjî aştiyê bikin û em bi hev re ava bikin.”
Piştî axaftinan gel dest bi çalakiya rûniştinê kir. Di tevahiya çalakiyê de gel gelek caran bênavber dirûşmeyên “Ji tecrîdê re na, aştî niha”, “Zext nikarin me bitirsînin” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin.
ENQERE
Gelek kesên ku li Parka Kûrtûlûşê ya Enqereyê kom bûn, dema ji bo mîtînga Amedê derketin rê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Girseya ku hat astengkirin daxuyaniya çapemeniyê da û çalakiya rûniştinê pêk anî.
Berdevka Jinan a DEM Partiyê ya Enqereyê Nebahat Çalpan di daxuyaniyê de wiha got: “Em endamên DEM Partiyê li hemberî zext û zordariya li vê erdnîgariyê serî natewînin. Mîtînga ku em ê sibê li dijî şer, tecrîd û asîmîlasyonê pêk bînin, bi awayekî derhiqûqî tê astengkirin. Li hemberî van polîtîkayên şerê taybet em vîna xwe diparêzin. Em qebûl nakin ku siberoja me ya azad bi vî awayî were astengkirin.”
Hevserokê Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Îhsan Seylan diyar kir ku li Rojhilata Navîn şer dewam dike, bi qetilkirina jin û zarokan re rû bi rû ne. Seylan wiha berdewam kir: “Tirkiye di warê demokrasî û mafên mirovan de di nava tengasiyê de ye. Li dijî vê xitimandinê me yê li Mîtînga Mezin a Amedê daxwazên xwe bianiya ziman. Lê îro wesayîtên me bi awayekî derqanûnî li vir hatin girêdan. Em vê bêhiqûqiyê şermezar dikin. Li dijî tecrîda li ser birêz Ocalan, li dijî zextên li ser jin û zarokan me xwest em derkevin û bêjin aştî. Nebêjin ku ev astengî wê me bide sekinandin. Em ê bi awayekî têkoşînê bidomînin. Em ê alên aştiyê yên di 10’ê Cotmehê de ketine bilind bikin û îro jî astengiyên li pêşiya aştiyê ji holê rakin. Ez sond dixwim ku wê aştî were vî welatî.”
Girseya gel bi dirûşmeyên “Ji tecrîd re na, aştî niha” û “Bijî berxwedana zindanan” çalakiya rûniştinê pêk anîn.