Duşem, 10 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Demîrtaş û Mizrakli peyama ‘pêvajoyê’ ji Lîjneya Giştî re şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşnûme ‘Qanûna Çarçoveyê’ sibe dikeve roja Civata Giştî ya Meclîsê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza Komkujiya Duyemîn a Parîsê 23’ê Sibatê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emrûllah Cîn: Ev gava destpêkê ye, encam wê erênî be

    Ji aliyê Stêrk TV

    George Aslan: Eger pêvajo bi aştiya mayinde bi encam bibe, wê vegera Suryaniyan zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Qanûn bi rêvebirina Rêber Apo dikare bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kontrayê dest wî di şehîdkirina 4 gerîlayên li Mehabadê de hebû hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kete: Polîtîkayên şerê taybet ên li dijî Dersimê bi qirkirina çandî kûrtir dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyaneke bi sirgûn, êşkence û windahiyan re derbas bû: ‘Ez naxwazim bêyî ku aştiyê bibînim bimrim’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > HRW: Divê ji fermandarên berpirsiyarê hovîtiya li dijî Elewiyan hesab bê pirsîn
Rojava

HRW: Divê ji fermandarên berpirsiyarê hovîtiya li dijî Elewiyan hesab bê pirsîn

Human Rights Watch (HRW) di raporeke hevpar de der barê komkujî û binpêkirinên ku di Adara 2025'an de li sê parêzgehên Sûriyeyê pêk hatin de diyar kir ku lêpirsîna hikûmeta demkî rola karbidestên payebilind ên leşkerî û sivîl ji bîr kiriye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Îlon 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Human Rights Watch (HRW), ‘Rêxistina Sûriyeyiyên ji bo Rasteqînî û Dadmendiyê’ û ‘Arşîva Sûriyeyê’, di raporekê de sûcên li perava Sûriyê belge kirin. Rapor îro (23 Îlon) hat weşandin. Tê de hate diyarkirin ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê soz dabû ji kesên destê wan di sûcên li 3 parêzgehan de hebû, hesab bixwaze. Raporê bibîr xist ku hikûmetê tenê soz da lê di pratîkê de tiştek pêk neanî.

Di raporê de binpêkirinên berfireh ên ku hêzên hikûmeta veguhêz û komên çekdar ên girêdayî wê kirine hatin belgekirin. Li gorî wê; înfazkirin, wêrankirina mal û milkên welatiyan û dan û standina nebaş bi girtiyan re pêk hatin. Di raporê de hat gotin ku ev sûc di çarçoveya êrîşeke leşkerî ya plankirî pêk hatiye. Hemû binpêkirin di bin çavdêriya Wezareta Parastinê ya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de hatine kirin.

Lêkolînera kar û barên Sûriyeyê di HRWˊê de Hîbe Zeyadîn der barê raporê de got: “Naskirina hikûmetê bi binpêkirinan gaveke ber bi pêş ve ye, lê nakeve xizmeta pêkanîna edaletê li hember berpirsên payebildin ên ku rê li ber van sûcan negirtin û nesekinandine. Berdewama bêcezatiyê derî li ber zêdekirina kiryarên tundiyê û hovîtiyê vedike.”

Li gorî raporê, bi destpêkirina 6ˊê Adarê re hêzên hikûmeta veguhêz li tevahî herêmê dest bi kiryarên tundiyê kirin. Hêzên hikûmetê bi awayekî bingehîn sûc li dijî civakên Elewî pêk anîn. Ev sûc berfireh bûn û li ser bingeha nasnameyê hatin kirin.

Encama rapora HRW’ê xwe dispêre girtina nerîna 100 qurbanî, çekdar û rojnamevanên şahidên bûyerê. Di heman demê de madeyên dîtbarî û bihîstinê li kêleka wêneyên udiyê yên ji rastiya wan hatiye teyîdkirin di teyîdkirinê de hatin bikaranîn. Di wan de diyar dibe binpêkirin di dema di navbera 6 û 10’ê Adarê de li dijî 24 gund û bajarokan pêk hatiye.

Di raporê de hate diyarkirin: “Wezareta Parastinê roleke sereke ya şandina çekdaran û koordînekirina belavbûna wan de bi cih aniye. Tevî fermandariya leşkerî dizanî binpêkirinên mezin hatine kirin, lê çalakiyên xwe dewam dikir.”

Di 22’yê Tîrmehê de “Komîtya Lêpirsînê ya Niştimanî ya Sûriyeyê” ragihand ku herî kêm hezar û 426 kes hatine kuştin. Desthilata heyî ya Sûriyeyê 298 kesên tewanbar derxist pêşberî dadgehê. Lê di rapora xwe de behsa rola berpirsên mezin di pêkanîna binpêkirina sûcan û hewldanan rêgirtina li ber wan ne kiriye. Di mijara tolrakirina kesayetî de zêde nirxandin hatibû kirin.

Di raporê de hate destnîşankirin ku rastiya hikûmeta veguhêz dê bi gavên wê yên pêş û misogeriya hesabxwestinê werin pîvan.  Di nav de jî belavkirina raporê û misgoeriya hesabxwestina li ser hemû astan. Ne tenê di asta hesabxwestina ji kesan de bimîne. Di heman demê de hate xwestin ku rê li ber lêpirsîna navdewletî jî were vekirin, her wiha çaksaziyên ewlekarî pêk bîne.

Gerînendeyê “Arşîva Sûriyeyê” Çilnar Ehmed têkildarî mijarê got mijar ne girêdayî tişta di hefteyekê de pêk hatiye, lê belê ev mijareke zêdetir berfireh e û pêwistiya wê bi sererastkirina zelal heye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Reqayê çalakiya xwedîderketina li QSD’ê
Nûçeya Pişt re DEM Partiyê li Amedê dest bi kampanya ‘Em aştiyê dixwazin, ji ber…’ kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Enerjiya Nukleer û Başûrê Cîhanê

Ev demeke dirêje rola enerjiya nukleerî di avahiya hevsengiya enerjiya cîhanê de mijara nîqaşên aktîf…

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

YRK’ê şehîdeke HPJ’ê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê nasnameya gerîlaya HPJ’ê Cîhan Pepûle ya ku di 22'yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Nepalê lehî: Herî kêm 101 kes mirin, 64 kes winda bûn

Li Nepalê di serî de paytext Matmandu, ji ber lehî û hezazê ya li gelek…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Demîrtaş û Mizrakli peyama ‘pêvajoyê’ ji Lîjneya Giştî re şandin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Greenlandê hişyariya sondajê da şîrketa petrolê ya girêdayî Trump

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?