Alîkara Serokdewlet Rosario Murillo ku hevjîna Serokdewleta Daniel Ortega ye, di civîna çapemeniyê de got, “Serokê me ji Wezareta Karên Derve xwest, têkiliylên dîplomatîk ên bi hikumeta Îsraîlê ya qirker û faşîst re bibire.”
Ev biryar weke biryareke sembolîk tê dîtin, ji ber ku di nava herdu welatan de têkilî bi qasî ku nîne, kêm e. Li Managuayê sefaretxaneyeke bilind a Îsraîlê nîne.
Nikaragua û Îsraîlê têkiliyên dîplomatîk ên sala 2010’an ji aliyê Ortega ve hatin birîn di 28’ê Adara 2017’an de jinûve danîbûn.