Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakiya “Bila windabên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 819’an de berdewam kirin. Xizmên windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyolu li hev kom bûn û daxuyanî dan. Ewil wêneyên windayan rakirin û pankarta mezin ku wêneyên windayan li ser heyî li erdê raxistin.
Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Amedê Ercan Yilmaz anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê cînayetên salên 1990’î bên ronîkirin û wiha got: “Di doza darizandina kujer nediyaran de Mehmet Agar jî di navde gelek kesên ji doza JÎTEM’ê dihatin darizandin tevan beraet kir. Lê bi vî rengî çareserî pêk nayê. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Hevjîna Fehmi Tosun Hanim Tosun jî axivî û wiha got: “Her kes çîroka windayan zane. Fehmî li pêş çavê min bin çav kirin. Li Stenbolê li pêş malê birin. Ew ne windayên faîl nediyar in. Faîl diyar. Em ê li her kolanê dest têxin qirika dewletê û bi qirika dewletê ve bizeliqin. Min 29 salan li qada Galatasarayê bang kir. Ez li vir jî bang dikim. Bila faîl bên darizandin.”
Tosun pirsa “Çi hat serê hevjînê min?” kir û wiha berdewam kir: “Hevjînê min tu sûc nekir ku bê darizandin. Wî înfaza bêdaraz heq nekir. Çima ez û 5 zarokên êtîm tenê hiştin. Li pêş çavê min hevjînê min birin. Ez baş dizanim ku bi Torosên spî çawa mirovan direvînin. Eger dewlet demokrasî û çareseriyê dixwaze divê berî her tiştî faîlan ronî bike. Kujeran darizîne. Divê dewlet li qada Galatasarayê û Parka Koşuyolu binere. Ez li dijî neheqiyê li qadan im. Heta ez mafê xwe bistînim ezê li qadan têbikoşim.”
Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê parêzer Berfin Elçî serpêhatiya windakirina Fehmî Tosun ê li navçeya Avcilara Stenbolê di 19’ê Cotmeha 1995’an de hat windakirin xwend.
ÊLIH
Li Êlihê jî Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê di hefteya 655’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Parêzvanên mafên mirovan û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Ji rêveberê şaxa ÎHD’a Êlihê Sînan Îslam Gegîn daxuyanî da û diyar kir ku ew ê her li aqûbeta windayan bipirsin û got: “Em ji bo li aqûbeta windayên xwe hîn bibin, em li edaletê digerin. Em dixwazin windayên me bên dîtin û faîl bên darizandin û girtin.”
Gegîn serpêhatiya Şêxmûs Însel ê li navçeya Misirca Sêrtê 25’ê îlonê 1999’an hatiye revandin û carek din xeber jê nehatiye girtin vegot.