Yekşem, 21 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di Encamnameya Kongreya Îslama Demokratîk de banga siyaseta demokratîk hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê ‘Jin û Îslam’ hate nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agirê Jiyan ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofê Elman Demirovic piştgirî da pêvajoyê: ‘Pêwîstiyeke lezgîn e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ banga tevlîbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Qilebanê îdiaya ji aliyê walîtiyê berdana 2 cerdevanên ku tundî li jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 Kurdên ji Îlamê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xelfetiyê daxuyanî: Em tevlî ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê Ereb: Banga Rêber Apo rêya min a azadiyê diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêberê Gelê Kurd di şert û mercên tecrîdê de ji bo aştiyê têdikoşe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şêladizê hişyariya dawî da PDK’ ku vegerên ji bo gund asteng dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Werzîşvana Êzidî madalyaya zêr qezenc kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê ji ber konserek li YouTube 8 hunermend hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mêr ê ku Hêlîn Eren qetil kir, bi gotina ‘tehrîkê’ xwe parast

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi dawî bû: Niha dema bikevin nava tevgerê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê hepsê yê li Ayşe Gokkan hatî birîn, hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Wezîfeya me ya nebe nabe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilistanê jin xwe ji bo Festîvala Jinan a Zîlan a 21’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnamevan Îbrahîm Êzidî pirtûka ‘Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > NPG: Çalakiya fedaî ya li TUSAŞ’ê ji aliyê Tabûra me ya Nemiran ve hate kirin
Kurdistan

NPG: Çalakiya fedaî ya li TUSAŞ’ê ji aliyê Tabûra me ya Nemiran ve hate kirin

Fermandariya Biryargeha NPG'ê got, "Çalakiya fedaî ya li hemberî navenda TUSAŞ a li Enqereyê ji aliyê tîmeke xweser a Tabûra Nemiran ve hate kirin." NPG'ê agahiyên li ser nasnameya gerîlayên çalakiya fedaî kirin, eşkere kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi vî rengî ye:

“Çalakiya fedaî ya ku 23’ê Cotmehê saet di 15:30’î de li Enqereyê li hemberî navenda TUSAŞ’ê hate kirin, ji aliyê tîmeke xweser a Tabûra Nemiran ve hate kirin. Ev çalakiya dîrokî bi biryardariyeke bilind, hunereke afirîner û ruhê fedaî yê Apoyî hate kirin. Lehengên vê çalakiya dîrokî jî hevrêyên me Asya Alî – Mîne Sevjîn Alçîçek û Rojger Hêlîn – Alî Orek in.

Ev çalakiya ku demeke dirêj beriya niha hatibû plankirin û bi rengekî serketî bi cih hate anîn, ti eleqeya xwe bi rojeva siyasî ya meha dawî re nîne ku li Tirkiyeyê tê nîqaşkirin. Tabûra Nemiran weke prensîb tim û tim çalakiyan nake. Lê belê dem bi dem li hemberî hedefên stratejîk û girîng, dûrî ji rojeva rojane li hemberî kiryarên qirker, komkujî û kiryarên tecrîdê yên dewleta Tirk çalakiyên fedaî yên ji bo hişyarkirinê û bi peyam pêk tîne. Çalakiya ku hate kirin jî di vê çarçoveyê de li dijî kiryarên li Kurdistanê hate kirin.

Tê zanîn, çekên ku ji aliyê TUSAŞ’ê ve têne çêkirin li Kurdistanê jin û zarok jî di nav de bi hezaran mirovên me yên sivîl qetil kiriye. Mafê her rêxistin, sazî û mirovên welatparêz ên Kurdistanî ye ku li hemberî navendên ku çekên komkujiyê hildiberînin, çalakiyan bikin. Tevgera me û hêzên wê, ku ne tenê ji bo gelê Kurdistanê her wiha ji bo gelên Tirkiyeyê û qezençkirina wan dest bi têkoşînê kiriye, ti carî sivîlan nake hedef. Di vê mijarê de, berê bê daxwazê, ji neçarî yan jî bi şêweyên cuda hin kar hatibin kirin jî tevgera me îzahata vê yekê ji gelên me re kiriye û rexnedayina wê daye. Ji xwe TUSAŞ a ku çalakî il hemberî wê hate kirin hedefeke leşkerî ye. Di vê çalakiyê de ji neçarî sivîlekî jiyana xwe ji dest da, ku ji bilî vî sivîlî li hemberîs ivîlan ti êrîş nehatiye kirin. Derdorên çep, sosyalîst, demokrat û welatparêzên rasteqîn ên Tirkiyeyî eger bi empyatiyê nêzî vê bûyerê bibe, wê rastiya mafdar bibînin.

Piştî vê çalakiya leşkerî, qaşo ji bo hilanîna tola vê çalakiyê bi fermana Wezareta Parastinê ya Tirk li hemberî hin nuqteyên hêzên me yên gerîla êrîşên hewayî hatin kirin. Di van êrîşan de tiştek bi hêzên me nehatiye. Lê belê li hemberî Rojavayê Kurdistanê û Şengalê ku ji aliyê organîk ve ti têkiliya wan bi me re û çalakiyê re nîne, li dijî hedefên sivîl êrîş hatin kirin ku ev êrîş ji aliyê şer ve ti qîmeta xwe nîne, tenê bi dijminatiya li Kurdan dikare bê pênasekirin. Li gel ku li hemberî wan hêzeke leşkerî heye ku têdikoşe, êrîşa li ser qadên jiyanê, depoyên avê, firinên nan, stasyonên elektrîk û enerjiyê û nexweşxaneyên li parçeyekî din ê Kurdistanê sûcê şer e, binpêkirina qanûnên navneteweyî ye. Ji xwe li gorî agahiyên ku me ji çapemeniyê wergirtin, di encama van êrîşan de zarok jî di nav de derdora 15 mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Ev yek komkujî ye, qirkirin e. Artêşeke bi rûmet bi rengekî namerdî top û fuzeyan li qadên binesaziya sivîl û mirovên sivîl naberîne û bi vê êrîşê nabêje ‘me tol hilanî’ û pesnê xwe nade. Ev yek tenê nîşaneya tirsonekî û lawaziyê ye.

Hin hêzên ku demeke nêzîkatiya tatkîkî ya hêzên me yên gerîla weke lawaziyê şîrove dikin, bi vê çalakiyê di pratîkê de dîtin ku şaşitiyê dikin. Ev çalakî bi taybetî li hemberî hêzên ku di vê mijarê de nêzîkatiyeke şaş nîşan didin, bersiveke. Divê bê zanîn, hêzeke ku çalakiyeke ewqasî profesyonel û sofîstîke dike, ti hedef nîne ku nikaribe xwe bigihînê, ti çalakî nîne ku nikaribe bike. Hêzên me bi temamî li ser vê bingehê xwe kûr dike û gav bi gav ev yek di pratîkê de bi cih tê anîn. Lê belê piştî çar salan wergirtina peyameke germ ji Rêber Apo ku li nava raya giştî belav bû, ji bo hemû hêzên gerîla cihê kêfxweşiyê ye û rewşeke welê ye ku divê li ber çavan bê girtin. Ev yek her wiha xusûseke welê ye ku li gorî pêşketinan dikare bê nirxandin.

Lehengên mezin ên Tabûra Nemiran hevrê Asya û Rojger bi ruhekî fedaî yê bilind û performanseke profesyonel xeta hevrê Şehîd Bêrîtan – Gulnaz Karataş di salvegera 32’emîn a şehadeta wê de bi vê çalakiyê gihandin asta herî bilind. Em hevrêyên xwe Asya û Rojger bi hurmet û minet bi bîr tînin û li pêşberî çalakî, sekn, ruhê mirovî yê mezin ê bi wate û dilsoziya bi nirxan re bejna xwe bi rêzdarî ditewînin, soz didin ku bîranînên wan, meşa ‘Rêberê Azad û Kurdistana Azad’ bi serketinê tacîdar bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên çalakiya fedaî lidar xistin bi vî rengî ne:

Nasnav: Asya Alî
Nav paşnav: Mîne Sevjîn Alçîçek
Cihê jidayikbûnê: Îzmîr
Dayik-Bav: Behîce-Fazil
Dem û cihê şehadetê: 23’ê Cotmeha 2024 / Enqere

Nasnav: Rojger Hêlîn
Nav paşnav: Alî Orek
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Leyla-Mehmet Nezîr
Dem û cihê şehadetê: 23’ê Cotmeha 2024 / Enqere

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Elyas: Polîtîkayên dewleta Tirk têk çûn
Nûçeya Pişt re Milîsên KBDH’ê li Stenbol û Edeneyê çalakî kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şaredarê berê yê Pirsûsê Ercan hate veşartin

Cenazeyê şaredarê berê yê Pirsûsê Nahsan Ercan hate veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Malbata Şenyaşar xwest waliyê berê yê Rihayê wekî şahid bê guhdarkirin

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar û dayika wî Emîne Şenyaşar bang li her…

Ji aliyê Stêrk TV

Aldar Xelîl: Divê em sekneke dîrokî nîşan bidin!

Aldar Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi taybet Minbic êrîşî herêmên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Qilebanê îdiaya ji aliyê walîtiyê berdana 2 cerdevanên ku tundî li jinan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê şehîd Egîd Bab li Kobanê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

2 Kurdên ji Îlamê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Werzîşvana Êzidî madalyaya zêr qezenc kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?