Xelkê bajarê Şêranê yê girêdayî Kantona Firatê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî li navenda bajêr da.
Daxuyanî ji aliyê endam Koordînasyona Kongra Star a bajarê Şêranê bi zimanê Kurdî ve hat xwendin.
Talîvan Qadir diyar kir ku ji 2011’an heta roja îro erîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojavayê Kurdistanê a Bakurê Sûriyeyê dewam e, ti carî naxwazin statuya Rêveberiya Xweser derkeve holê û got, dijmenatiya dewleta Tirk bi neteweya Kurd re ji ber hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan datîne.
Di dewamiya daxuyaniyê de Talîvan Qadir got, “Careke din di 23’yê Cotmehê de balafirên xwe rakirin li ser herêman Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, bi taybet jî li ser Rojavayê Kurdistanê. Binesaziyên civakî kir hedef.”
Talîvan Qadir destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze îradeya vê civakê qir bike, siyaseta koçbekirinê ferz bike û got, “Em jî wek civeka gelê herêmê li hemberî vê qirkirinê helwesta me diyare, me soz daye ku em ê xeta şehîdên xwe û hebûn û xwebûna xwe dewam bikin. Me wek gelê herêmê me destê xwe xistiye destê hev ku em ê xeta neteweya demokratîk û xeta şaristaniya demokratîk biparêzin.”
Talîvan Qadir bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku li hemberî qirkirina ku îro dewleta Tirk li gelê Kurd dike, li hemberî êrîşên dagirkeriyê helwestê nîşan bide.