Rapor û nameyên endamê Tabûra Nemiran Rojger Hêlîn (Alî Orek) bi vî rengî ne, ku li Enqereyê li hemberî TUSAŞ’ê çalakiya fedaî kiribû:
“JI TABÛRA NEMIRAN A ŞEHÎD ZÎLAN RE
RAPORA MIN A ÇALAKIYA FEDAÎ
Navê min Alî Orek e. Ez sala 2002’an li Hezexê dayîk bûm û di nava malbateke welatparêz de mezin bûm. Malbata min bi qasî ku xwedî avaniyekî feodal bû û rûxmî ku bandorên olî jî li ser hebû, xwedî hestên welatparêz ên kûr bû. Min 8 sal dibistan xwend. Di pêvajoyên destpêkê de, piştî ku min des ji dibistanê berda, min dest bi karên ciwanan kir. Ji ber ku min Partî di emrê xwe yê zarokatiyê de nas kir, naskirina hevalan ji aliyê min ve ne zehmet bû. Di pêvajoya ku min biryara tevlîbûnê girt de, min rapora çalakiya fedaî ya H. Zîlan xwend. Vê yekê bandoreke mezin li min kir û biryara min a tevlîbûnê zelal kir. Di heman demê de pêvajoya dîrokî ya Kobanê jî destpê kiribû. Hem nameya H. Zîlan, hem jî berxwedana bi îhtîşam a gelê Rojava û hevrêyan, careke din nîşanî min da ku pêwîste ez mezin bijîm û mezin şer bikim. Di rojên ku min biryara tevlîbûnê girt de, ez fikirîm ku berî ku ez biçim çiya, biçûk jî be, pêwîste ez çalakiyekê bikim û bi vî rengî tevlî bibim. Bi vê wesîlê, bi sê hevalên xwe yên di xebatên ciwanan de, me çalakiyek pêk anîn. Kêliya çalakiyê apekî kal jî dît. Ez nêzî wî bûm û min jê pirsî; ku Apocî ye yan na. Ji pirsa min re bi vî awayî bersiv da ‘Ne tu Apocî ye, ne jî ez. Eger ku tu dixwazî Apociyan bibîne berê xwe bide çiyê’. Bersiva wî min ji kûr ve hejand. Piştre ez hîn bûm ku ew bavê şehîdekî bû. Wekî ku wî got, min berê xwe da çiyê. Di sala 2014’an de li Gabarê tevlî nava refên azadiyê bûm. Ji ber ku emrê min biçûk bû, piştî ku min soza kadrotî da, careke din vesaziya min li xebatên bajaran çêbû. Ji derveyî min, di sala 2015’an de birayekî min tevlî nava refên azadiyê bibû. Di sala 2016’an de, min cihê xwe di nava berxwedana rêveberiya xweser a li Hezexê de girt. Çawa ku ev pêvajo ji bo min pêvajoyeke mezin a girtina tecrûbeyan bû, di heman demê de bandorên kûr li kesayeta min kir. Hevrêyên ku di berxwedana YPS’ê de bi qehremanî li ber xwe dan û şehîd bûn, bûyerên ku ez di wê pêvajoyê de jê re şahid bûm, kir ku li hemberî dijmin bibim xwedî hêrs û kîneke hîn mezin. Vegotina wê pêvajoyê ji bo min gelekî zehmet e. Lê beriya her tiştî bi Şehîd Rojger, Şehîd Çeko Çatak, Şehîd Rençber, Şehîd Viyan, Şehîd Nûda, Şehîd Hêlîn, Şehîd Rêzan, Şehîd Nûrhaq û pir hevalên din ku min navên wan nenivîsand re mam û di bin fermandariya wan de şer kir. Ev yek ji bo min bedelî dinyayan bû. Min halê şênber ê ruhê fedaî di rastiya wan de nas kir. Ji bo bi min re heft hevalên birîndar ji qadê derbikevin, dûwazdeh hevalan xwe feda kirin. Bandora ku vê yekê li min kir, di ti gotinên zimanekî de nikare pênaseya xwe ya rast bibîne. Ez encex bi pratîka xwe dikarim sekneke layiqî van hevalên xweşik nîşan bidim. Lewma çalakiya ku ez ê bikim wê ji bo hilanîna tola van hevalan jî be.
Piştî ku ez di pêvajoya YPS’ê birîndar bûm, di sala 2016’an de careke din derbasî Gabarê û ji wir jî ji bo tedawiyê derbasî Başûr bûm. Piştî tedawiya min vesaziya min li qada Heftanînê çêbû. Ez di nava pratîka şer de ma bûm, lê piştî ez tevlî bûm min ti perwerde nedîtibû. Ji ber vê sedemê, piştî demekê ji Garê, perwerdeya Şervanên Nû re, hatim şandin. Piştî perwerdeyê ez sê salan li qada Garê mam. Di sala 2019’an de ez careke din derbasî xebatên YPS’ê bûm.
Piştî ku ez hatim çiyê, bi armanca kesayeta xwe di rastiya Serokatî de nas bikim û xwe perwerdek bikim, her wiha ji bo xwedî li armancên hevalên Şehîd derbikevim û ji pêvajoyê re bi sekneke fedaî bibim bersiv, min pêşniyar kir ku derbasî nava Hêzên Taybet bibim. Di sala 2023’an de pêşniyara min hate qebûlkirin. Çawa ku ez hatim Saziyê, ji bo ez karibim çalakiyeke fedaî bikim, min hewl da xwe bigihînim pisporiya pêwîst a birdozî û pratîkî. Pêvajoya ku em di nav de derbas dibin, êrîşên dijmin ên bêperwa û şoreşa heyî, ji bo fedayîbûyînê, ferman da wijdanê min. Ez di wê biryardariyê de me ku bibim şervanekî durist û pratîkvanekî bi hêz ê Şehîd Zîlan. Di hindurê wê de ez dizanim ku Fedaîtî; bi kedê re tê strandin, ji bêjinga sebrê derbas dibe û îradeyeke mezin jê re divê. Di wateya rasteqîn de biryardarî jê re lazim e û pêwîste mirov ji terbiyeya Rêbertî derbas bibe. Bi vê zanêbûnê ez bawer dikim ku ez ê berpirsyartiya erka ku radikim, bi hemû samimiyeta xwe pêk bînim. Ez xwe ji her demê zêdetir ji vê erkê re amade dibînim.
JI ROJA ME YA JIYANÊ RÊBERTÎ RE;
Serokê min ê hêja, beriya her tiştî şert û mercên jiyanê ku hûn di nav de ne, me gelekî diêşîne û xemgîn dike. Em li beramberî ked û hewldanên we yên bêdawî canê xwe jî bidin, wê têrê neke. We bi jiyana xwe gelekî ji nû ve ava kir. Em berhemên we ne. Em li beramberî vê fedaîtiya mezin çi jî bikin, nikarin deynê xwe bidin. Partiya me di encama hewldanên mezin, keda mezin û bedelên giran de hat vê astê. Ji bo afirandina her nirxê pêwîstî bi berdêlê heye. Em di kesayetiya we de hatin avakirin, em bi we re hene û em ê meşa xwe ya azadiyê bi we re bidomînin. Li beramberî ked û hewldanên we, kêmekî jî be, ji bo ez bikaribim bibim layiq, ez ê hewl bidim bi vê meşa xwe, ku min daye destpêkirin û bi vê çalakiya ku min biryara wê girtî ye, deynê xwe li beramberî we bidim. Em bi we re hene. Çawa ku dema roj hil nayê dinya ronî nabe, bê ku hûn hebin jî jiyaneke azad pêk nayê. Xeyalê min ê herî mezin dîtina we bû. Min her tim xeyal dikir ku ez ê kengî roja me ya jiyanê, Rêberê me bibînim. Çiqas ez ê negihîjim şensê dîtina we ya fîzîkî jî, ez bawer dikim ku ez ê xwe bi çalakiya xwe re bigihînim we. Ji bo ez bikarim ji we re, ji şehîdên me re, ji hevrêyên xwe û gelê xwe re bibim layiq, roja ku ez li bendê bûm herî dawî hat. Ez ê bi gavên ji xwe bawer ber bi hedefa xwe ve bimeşim û ez ê derfetên herî biçûk jî, ji bo lêdaneke mezin a li dijmin, baş binirxînim.
Serokê min li pêşberî wezîfeyên ku me di dema xwe de nekarîn pêk bînin, ez ê bi berpirsyariya hevrêtiyê nêzîk bibim û soz didim ku bi pratîka xwe ez ê rexnedayina kêmasiyên ku di wezîfeyê û hevrêtiya kêm de kirine, bidim. Asta şerê min ê li hemberî dijmin wê asta hezkirina min a ji bo we nîşan bide.
Roj nehat tarîkirin, nikare were tarîkirin û wê ti carî nikaribe bê tarîkirin.
JI ŞERVANÊN HEQÎQETÊ RE;
Em weke civata têkoşîneke zehmet û pîroz hatin gel hev. Em weke klana APO pêwîste bi zanebûna berpirsyartiya xwe ya dîrokî bijîn û şer bikin. Pêwîste em ji bîr nekin ku, sedemeke ku tecrîda li ser Rêbertî ewqas sal dewam dike ew e ku, me hîna nekarî em ala têkoşînê bigihînin lûtkeyê û serketinê. Heya ku em vê pêk neynin, wê stûyê me li beramberî rastiya Serokatî xwar bimîne. Beriya her tiştî pêwîste em hemû, li beramberî vê rastiya ku me bi hebûn dike, di nava pratîkên ku wê deynê me bidin de bin. Di vê watê de, ew wext derbas bûye ku em xwe bispêrin pirsgirêkên xwe yên kesayetî, ku pergalê di kesayetiya me de ava kiriye. Çanda pêncî salan a PKK’ê, ji bo avakirina mirovê nû têrker e. Mîlîtanên PKK’ê mirovên herî paqij ên vê dinyayê ne. Felsefeya Serokatî mirovê bi exlaq ava kir. Berpirsyartiya yekemîn a exlaqê, azadî ye. Ji ber vê azadî xweşik dike. Şehîdên me ji me re rêya ku em ê bimeşin nîşan dan. Weke şopdarên wan, nabe ku li derveyî bilindkirina ala têkoşînê, em li tiştekî cuda bifikirin. Ji bo vê jî, pêwîste em destpêke di jiyanê de bi ser bikevin û şer jî, ji her demê zêdetir bi bilindkirina hêza lêdanê bimeşinîn. Bi zanebûna ku her xebatek li her qada têkoşînê xizmetê ji şoreşê dike re, divê em kêliyekê jî Rêbertî ji aqlê xwe dernexînin û erkên xwe hembêz bikin. Piştî vê saetê û şûnde, lukseke me, wekî ku şoreş ji demê re belav bikin, nîne û nabe ku hebe.
Hevrêyên min, bawer bikin ku jiyana bi we re, şerkirina li kêleka we, hesta herî xweş a di vê dinyayê de ye. Hêz û morala ku min ji we girt, berê min da vê çalakiyê. Lewma wê hûn hemû, di çalakiya ku ez ê bikim de, li kêleka min bin. Em ê bi hev re bi ser bikevin. Herî dawî dixwazim vê bibêjim ku ez hezar carên din werim dinyayê jî, dixwazim dîsa bibim hevrêyên we, dîsa bibim mîlîtanekî PKK’ê.
JI SEMBOLA JIYAN Û AZADIYÊ HEVALÊN JIN RE;
Dema ez tevlî Partiyê bûm ez hîn zarok bûm. Min şekilgirtina xwe ya yekemîn li gel we girt. Lewma di tevahiya jiyana min a tekoşînê de, xaleke girîng ku min da mijûlkirin û bû pirsgirêkeke bingehîn a jiyanê, şerê hevrêtiya bi jinê re, anîna rotayeke bi pîvan û rast bû. Heya ku şerekî rast neyê meşandin, wê nîşandayîna wêrektiya nêzîkbûna li jinê re zehmet be. Ez roj bi roj dibînim ku jin rastî jî jiyan e.
Rêbertî jina azad afirand, jina azad ku hat afirandin jî niha zilamê azad diafrîne. Dinya bi destên we ji nû ve şîn dibe. Lê pêwîste hûn jî ji bîr nekin ku, ne tenê li dijî dijmin, hûn li dijî pergaleke cîhanê şer dikin. Astengiyên ku li pêşiya azadbûna we ya bi tevahî digirin, hîn jî gefeke. Min bi çavên xwe ji îradeya we re şahîdî kiriye. Lê rica dikim ku parastina xwe ya cewherî, kêliyekê jî be ji dest bernedin. Rêbertî Partiya me emanetî we kir. Ji ber vê dixwazim ku hûn bizanibin, ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi pêşengtiya we ya li her qadê re heye. Çiqas bê hemdê min çêbûbe jî, eger ku li beramberî we kêmasiyeke min, nêzîkatiyeke min a paşverû çêbû be, ez rexnedayîna xwe didim. Wê ev çalakiya ku ez ê bikim bibe rexnedayîna hevretiya rast a bi we re.
“Bi vê çalakiya xwe re dixwazim bibim şervanekî ku di bin fermandariya Zîlan de dimeşe.”
JI GELÊ KURD Ê ŞERKER RE;
Dema ku min ruhê berxwedêr ê vî gelî nas kir, ez hîn zarokek bûm. Dema ku ez li malekê bi çend fîşekan, di nava dorpêça dijmin de tenê ma bûm, hûn, bi bangawaziyeke ku we ji mizgeftê ve kir, ji cîhên xwe rabûn û we dorpêça dijmin şikand, hûn derbas bûn. Dema ku min dayikên ku bi tîlîliyan min hembêz kirin û xwe li pêşiya min kirin mertal dît, min got ‘Vaye ev rastiya gel ê ku Rêber APO avakiriye ye’. Ev ji nû ve ji dayîkbûna min bû. Ji wê rojê û şûnde, ez, weke zarokekî we, ketim nava wê lêgerînê ku hêjayî vî gelî bibim. Lê ez dizanim ku ez çi jî bikim, ez nikarim deynê xwe bidim.
Li beramberî gelekî bi vî awayî kîjan dijmin dikare bisekine? Kî dikare bi polîtîkayên îmha û înkarê vî gelî bitepisîne? Kîjan hêz dikare wan ji Rêbertiya xwe qut bike? Ji zû ve dema bi dawîkirina bêdengiya ku ev demeke hûn ketine nav de, hatiye. Pêwîste mirov xwe daweşîne û ruhê serhildanê ji nû ve hembêz bike. Tiştekî ku gelekî esîr winda bike nîne. Fikarên şexsî û malbatî divê li aliyekî bêne danîn, pêwîste em weke gel û tevger, ji nû ve li derdora Rêbertî werin asta xelekeke ji agir. Tenê yên ku mirine dikujin dikarin bibin fedaî. Em gelekî ku ji zû ve peyva mirinê derbas kiriye ne. Li pêşiya me şoreşeke, ku em ê bi hevdû re pêk bînin, li benda me ye. Û yên ku ruhê wan bi agirê şoreşê ve dişewite ji vê govendê re dawetkirî ne! Bi baweriya ku wê şerê gel ê şoreşgerî teqez serketinê bîne…
BIJÎ SEROK APO
BÊ SEROK JIYAN NABE
BIJÎ ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ
JI MALBATA MIN A HÊJA RE;
Destpêke dixwazim hûn bizanibin ku ez ji ber di nava malbateke welatparêz ya weke we hatime dinyayê, xwe pir bi şans hîs dikim. Zanebûna welatpareziyê ku we dan me, bû felsefeya min a jiyanê. Ji bo ez bikaribim bibim zarokekî hêjayî we, ez tevlî nava tevgera azadiyê bûm. Pêwîste hûn rast nêzî vê çalakiya ku ez ê pêk bînim bibin û bi xurtî xwedî lê derbikevin. Ji polîtikayên dijmin re serê xwe netewînin. Ez bawer dikim ku hûnê li dijî kesên ku wê hewl bidin bandora çalakiyê berovajî bikin, sekneke bi hêz nîşan bidin. Ez bawer dikim ku hûnê hestiyar nêz nebin û şînê negirin. Sekna xwe ya bi îrade biparêzin. Tekane xwesteka min ji we ew e ku li xwişkên min baş binêrin. Ez ji we hemûyan pir hez dikim. Ez destê dayîk û bavê xwe maç dikim û ji hemû xwişk û birayên xwe re silavên xwe dişînim.
“Jiyaneke azad a ji bo saetekê ji jiyaneke bi koletî ya hezar salî hêjatir e.”
BIJÎ SEROK APO!
BIJÎ FEDAIYÊ HERÎ MEZIN SEROK APO!
BIJÎ TEKOŞÎNA ME YA AZADIYÊ PKK!
BIMIRE XIYANET!
BIMıRE RASTIYA FAŞÎST A KOMARA TIRK!
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Rojger Hêlîn
15.08.2024″