Zeynep Cansiz dayika ji kadroyên damezrîner ên PKK’ê Sakîne Cansiz di 14’ê Nîsanê de li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Ji ber wefata Cansiz, hevpeyvîna wê ya dawî hate weşandin ku di pirtûka “Dayikên Kurdan ên li ser Rêya Azadiyê – Dayikên Kurdan Qalê Dikin” de cih digire. Pirtûk ji aliyê Gulçîçek Gunel Tekîn ve hate amadekirin û ji aliyê Weşanên Belge ve hate weşandin.
Sakîne Cansiz 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê bi Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re di encama sûîqestekê de hatibû qetilkirin. Cansiz yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd bû, ku biyografiya xwe bi sê bergên bi navê “Jiyana min timî şer bû” vegotibû.
‘SAKÎNE JI BO MIROVAHIYÊ TÊKOŞIYA’
Zeynep Cansiz di hevpeyvînê de bi berfirehî qala jiyana eça xwe, kesayetiya wê û pêvajoya têkoşîna wê kir. Ji jiyana xwe destpê kir ku digihêje dema komkujiya Dersimê û tevlîbûna Sakîne ya li nava tevgerên şoreşgerî û nîqaşên wê yên li nava malbatê vegot.
Cansiz anî ziman ku destpêkê wê ne dixwest, zarokên wê bi siyasetê re mijûl bibe, lê belê Sakîne sekna xwe ya bi biryar dewam kir. Ragihand ku Sakîne di salên xwendina lîseyê de tevlî nava karên şoreşgerî bû, piştre hate girtin û li girtîgehên li Xarpêt, Meletî û Amedê êşkenceyên giran dît.
Zeynep Cansiz pêvajoya Girtîgeha Amedê weke “dojeh”ê pênase kir û anî ziman ku keça wê li gel mercên êşkenceyê jî berxwedana xwe dewam kir û qala hewldana wê demê ya reva ji girtîgehê kir. Diyar kir ku Sakîne Cansiz a ji gelek girtîgehên cuda re hate sirgûnkirin, ji Girtîgeha Çanakkaleyê hate berdan.
Cansiz destnîşan kir ku keça wê ne tenê bi aliyê xwe yê polîtîk, her wiha bi taybetmendiyên xwe yên mirovî jî li pêş bû. Ragihand ku Sakîne alîkarî dida xizanan, xwarin û eşyayên li malê bi mirovên hewcedar re parve dikir û piştgirî dida xwendekaran.
Zeynep Cansiz, xwedîderketina li jineke bêxwedî ya xwe li mala wan girt û alîkariya bi xizmanan a Sakîne Cansiz bi mînakan vegot û got, “Sakîne gelekî ji mirovan hez dikir.”
‘ME NEKARÎ FÊHM BIKIN KU JI BO ÇI TÊDIKOŞE’
Beşa herî balkêş a di hevpeyvînê de jî gotinên poşmaniyê yên Zeynep Cansiz bû. Cansiz diyar kir ku wan demeke dirêj nekarî têkoşîna keça xwe fêhm bikin û weke malbat zext li Sakîne kir. Cansiz got, “Me nekarî fêhm bikin bê ew ji bo çi têdikoşe. Me zext lê dikir.” Cansiz anî ziman ku wan piştre fêhm kir ku Sakîne ji bo mirovahiyê têkoşiya ye.
Zeynep Cansiz di dawiya hevpeyvîna xwe de bi van gotinan hestên xwe anî ziman: “Birîna di dilê min de gelekî mezin e. Xwezî min ew fêhm kiribûya, jê re bibûma alîkar. Niha çiqasî bigirîm jî vala ye… Min ew nû fêhm kir.”
Piştî ku Zeynep Cansiz jiyana xwe ji dest da, ev hevpeyvîn hem şahidiya dayikekê ye hem jî li ser jiyana Sakîne Cansiz belgeyeke girîng e.

