Yekşem, 31 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Bila girtiyên Gezî bêne berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê cezayê darvekirinê yê li 2 ciwanan hatibû birîn erê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Trump, Îranê qebûl kir ku çeka nukleerî çêneke

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi deh hezaran cenazeyên birayên Waisi veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Boksor Naqdi hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Krîza avhewayê êdî rojane ye, ne tenê gefa li ser paşerojê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Jiyana du birayên ku darizandina wan dest pê kir di xetereyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Êlih, Colemêrg û Rihayê aqûbeta windayan hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya Waisi yê hatî darvekirin, ji bo zarokan hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bê komînbûyîn bê rêxistinbûyîn e bê rêxistinbûyîn jî perçebûn e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna li Gimgimê didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Efxanistanê tundiya li ser jinan tê veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi coş û girseyî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCÊ-E’yê ji bo Festîvala Çanda Êzidxanê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Halîde Turkoglû: Divê jinên astengdar yekser tevlî pêvajoyên biryardanê bibin
Jin

Halîde Turkoglû: Divê jinên astengdar yekser tevlî pêvajoyên biryardanê bibin

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû li Amedê di kombûnekê de anî ziman ku ji bo jinên astengdar karibin yekser tevlî pêvajoyên biryardanê û rêxistinbûnê bibin, wê têkoşîna xwe dewam bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Gulan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû û Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê Hatîce Betul Çelebî li Amedê beşdarî kombûna jinan a “Jin ên Nabihîzin û CODA hene” bûn.

Halîde Turkoglû di axaftina xwe de anî ziman ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de kir mirovên ji beşên cuda li hev kom bûn û got, “Piştî kombûna li Enqereyê îro em li vê derê bi jinên nabihîzin û CODA (Zarokên Dê û Bav ên Nabihîzin) re ne. Vê kombûnê hêz û hêviyeke mezin da me. Di heman demê de berprisyariyeke girîng jî dide me.”

Halîde Turkoglû anî ziman ku jinbûyîn, Kurdbûyîn a li vî welatî berdêlên giran bi xwe re tîne û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Dema mijar dibe astengdarî, hingî ev berdêl qat bi qat zêde dibe. Sîstemên bi serweriya mêr ku di bingeha xwe de zayendîperestî, tekperestî û mîlîtarîzm heye, di heman demê de li ser îdeolojiya saxlemperest xwe jinûve hildiberîne û birêxistin dike. Piştî şerê pêncî salî ev du sal in li vê xakê careke din aştî tê axaftin. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd nîqaş tê kirin. Me ji roja destpêkê ve got, bê ji bo aştiyeke bi rûmet û wekhev divê çi bê kirin. Ji ber ku em zanin, ku aştî tenê bêdengbûna çekan nîne. Aştî tê wateya bidawîkirina cihêkarî û newekheviyê. Xwegihandiya li jiyaneke wekhev, azad e. Ji tenduristiyê heta bi perwerdeyê, ji hunerê heta bi çandê, ji kar heta bi siyasetê aştî xwegihandina bi rengekî azad û wekhev li hemû qadên jiyanê ye. Ji ber vê yekê Banga Aştî û Civaka Demokratîk gelekî girîng e.”

Halîde Turkoglû destnîşan kir ku kevneşopiya wan a têkoşînê ew e ku li dijî cihêkarî û newekheviyê têbikoşin û got, berpirsyariya her kesî ye ku li hemberî qadên cemaweriyê, kolan, avahî û bajarên li gorî îdeolojiya saxlemperestiyê hatine avakirin, jiyana xwegihandinê bê parastin.

Di dewama axaftina xwe de Halîde Turkoglû anî ziman ku li dijî şer û hilweşîna giran a ji ber şer, Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji aliyê mezinkirina têkoşîna hevpar a û piştevaniyê ve zemîneke xurt afirandiye û got, “Em îro bi jinên nabihîze û CODA re ne ku parçeyekî vê zemînê ye. Daxwazên ku li her qada têkoşînê bilind dibe, daxwaza hevpar a me jinan, daxwaza her kesên alîgirê demokrasî, wekhevî û azadiyê ye. Ji bo zimanê işaretê li hemû qadên cemaweriyê mecbûrî be; ji bo astengiyên li pêşiya perwerde, derfetên kar û xizmetên cemaweriyê ji holê bêne rakirin, ji bo jinên astengdar karibin yekser tevlî pêvajoya biryardanê û rêxistinbûnê bibin, em ê ti carî dest ji têkoşînê bernedin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo aştiyeke bi rûmet û wekhev mezin bikin, em ê aştiyê civakî bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îranê cezayê darvekirinê yê li 2 ciwanan hatibû birîn erê kir
Nûçeya Pişt re Li dijî Santrala Nukleer a Zaporijya êrîş: Aliyan hevdû sûcdar kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Konferansa Jinên Iraqî bang li hikumeta Bexdayê kir

Konferansa Jinên Iraqî ya 3'yemîn a ku 25'ê Tîrmehê li Bexdayê hate lidarxistin, bi wesîleya…

Ji aliyê Stêrk TV

Balafirên şer bombeyan li gundekî Kobanê dibarînin

Balafirên şer ên dewleta Tirk bombeyan li gundekî bajarê Kobanê dibarînin.

Ji aliyê Stêrk TV

Çeteyan 3 caran êriş birin ser Tişrînê

Çeteyên Hikumeta Veguhêz ên ku piştgiriyê ji dewleta Tirk a dagirker werdigirin, bi 3 droneyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Agahî ji Zehra Mûhammedvelî nayê wergirtin ku li Îlamê hate binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Efxanistanê tundiya li ser jinan tê veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ekîn Yeter: Qanûna pêvajoyê divê bê derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?