Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: ‘Rêber Apo xeyalên Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bi Komara Demokratîk tacîdar bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Talîp Guler ê DAÎŞ’î ku yek ji kujerên Kadrî Bagdu ye anîn Tirkiyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tê payin ku pêşnûmeya qanûna çarçoveyê “vê hefteyê” pêşkêşî Şandeya Îmraliyê bê kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê di salvegera Komkujiya Zîlan de banga hevrûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’ê Tîrmehê nexşerêya berxwedan û jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Projeya GES’ê li Erxeniyê bi meşekê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > KCÊ-E’yê ji bo Festîvala Çanda Êzidxanê banga tevlîbûnê kir
Çand û Hûner

KCÊ-E’yê ji bo Festîvala Çanda Êzidxanê banga tevlîbûnê kir

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) ji bo Festîvala Çanda Êzidxanê banga tevlîbûnê kir ku wê roja Şemiyê li bajarê Loehne yê Elmanyayê bê lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Gulan 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) têkildarî Festîvala Çanda Êzidxanê daxuyaniyek weşand ku wê 30’ê Gulana 2026’an (Şemî) li Schloss Ulenburg a li bajarê Loehne yê Elmanyayê bê lidarxistin.

Di destpêka daxuyaniyê de hate ragihandin ku li dijî êriş û pençeyên qirkirina çandî ew bi dirûşma “Em parastina bawerî û çanda xwe bilind bikin” Festîvala Çand û Baweriya Êzidxanê lidar dixin.

KCÊ-E’yê got, “Weke ku tê zanîn, civaka me ji axaftinê heta bi hizirandinê; ji cil û bergan heta xwarin û vexwarinê; ji rîtuelên olî heta bi rêzdarî li pêşber ROJ’ê rawestandinê; ji lorîkên dayikan heta qewl û qewalên baweriyê, bi her awayî û şêweyî şaneyên kok û bingehên kurdewariyê parastine û gihandine îroyîn.

Îro li Şengal/Êzidxan, piştî êrîşa reş a ku bi destên tarîtiya tunekirinê hate kirin, jiyaneke nû û hêvîdar destpê kiriye. Êzidxan/Şengal bi vîn, îrade û ruhê demokratîk û gelêrî li Rojhilata Navîn mizgîniya siberojên ronî dide.

Ji ber vê rastiyê ye ku derdorên xêrnexwaz, gef û sondên dijminahiyê dixwin li dijî vê hêviya ku her roj mezintir û bilindtir dibe.”

KCÊ-E’yê diyar kir ku Şengal piştî demeke dirêj dîsa bi deh hezaran kesên xwe re hembêz dibe û got, “Koçberên civaka me yên ku di bin konan de jiyana mecbûrî dijiyan, vedigerin welat û şûnewarên xwe, têne çiyayê pîroz ê Şengalê. Ev festîval di heman demê de silavek mezin û zindî ye ji wan koçberan re ku salan bi hesreta Şengal/Êzidxanê bûn û niha vegeriyan.”

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Festîvala me bersiveke li dijî qirkirina çandî, gefên xêrnexwazan û rik û israra wan e û di heman demê de hewldaneke ji bo tacîdarkirina Ronansansa Êzidxanê ye.

Festîvala me meşeke ber bi yekîtî û tifaqa Êzdiyan ve ye. Ev festîval hembêzkirina jiyana nû, demokratîkbûna Şengalê, Kurdistanê û Rojhilata Navînê ye.

Ji bo baweriya me ya qedîm, ji bo çanda me ya rengîn, dewlemend û xwezayî, ji bo aştî û demokrasiyê, ev festîval bangewaziya yekîtî, hevsengî û têkoşîna azadiyê ye.

Werin em vê rewşa encamdar bi hev re bijîn. Werin em bibin dil û dengê Êzidxan/Şengalê. Werin bi govenda xwe bibin deriyê Govenda Azadiyê ya Kurdistanê.

Festîvala me bi bername, hunermend û pêşkêşiyên xwe wê bibe kaniya coş û peroşê.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin:

“Werin em bi hev re li bawerî û çanda xwe xwedî derkevin û vê baweriya kevnar û çanda qedîm di nav çanda mirovahiyê de bi rûmet cih bidin girtin. Ev banga me tenê ji bo hatina we ya festivalê nîne. Ev bang, banga ku em bi hev re serketinê bijîn e.

Em wekî Kordînasyona Êzdiyên Ewropayê bangawazî dikin û dibêjin: Festîvala Çand û Baweriya Êzidxan destpêka mizgîniya rojên ronî ye. Werin em vê pîroziyê bi hev re bijîn!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin
Nûçeya Pişt re Li Efxanistanê tundiya li ser jinan tê veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Partiya Ciwanên Êzidî’ li Şengalê ava bû

Li Şengalê 'Partiya Ciwanên Êzidî' ava bû. Partî bi biryar e ku xizmeteke xurt ji…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 12’Ê NÎSANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Şoreşa jinên berxwedêr: Rojava

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên Apoyî: ‘Rêber Apo xeyalên Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bi Komara Demokratîk tacîdar bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?