Pir caran mirov di pênasekirina hest û ramanên bêrikirin, wesfkirin û şibandinê de zehmetî û kêmasiyan dijî. Lewma rê dibe armanc, rêwîtî jî dibe ezmûneke rûhberiyê. Tevahiya peyv û hevokên zimanê dil, bi xwe dibin teyisandina zimanê xweza û gerdûnê. Şênberiya ku di gerdûnê de heye, bêtir dibe remza hest û armancên mirov. Lewma her yek ji me di parvekirina hestên xwe de, xwe diaveje bext û wijdanê rûhberiya gerdûnê.
Bedewiya xwezaya Kurdistanê, di wan kêliyên ku laş bi kelecanê dilerize û ruh serhildêr e de, dibe stargeha herî pîroz ji gotinan re. Ew gotinên ku bi kedê hatine xemilandin, bi destên keleçiyayî li ser rûyê axê hatine çandin û bi hilma barana nîsanê re bişkivîne, tên bilêvkirin. Niha jî ew gotinên ku bi ava zemzemê hatine şûştin, bi tevn û teşiyê hatine hûnandin, wê bibin remzek ji teyisandina çîroka du bira û du hevrêyan re; çîrokeke ku rastiya xwe ji kûrahiya ax û asîmanê vê gerdûnê digire û me dike guhdarvanê dem û dewranan.
Rastî û rûhberiya vê çîrokê, xwe di karesat û serhildanên xwezayê de nîşan dida. Lewma piştî şirqeşirqa brûskan, piştî lehiya barana çilê zivistanê û piştî guregur û olana bagera geliyan… Çîrûska azadiyê li dorhêla çiyayên Botanê digeriya. Bi xeml û serfiraziya xwe Botana Mîran, hêlîna egîdan, dîwana dengbêj û helbestvanan dixemiland. Di nava tîrêjên roja hilatî û berbanga sibeheke nû de, olana çîroka du birayan li gundê Hilalê digeriya. Hin kesan bi piste-pist, hin kesan jî bi lîlandina li dijî zordariyê derî bi derî digerand.
Di wê serê sibeha zû de, dengê zingilê azadiyê li ber deriyê her maleke welatparêz lêdixist. Bi wî dengê jiyana azad re, govenda berxwedanê jî li serê bilindahiya çiyayên Botanê, li ber dengê dehola cengê dihat bihîstin. Dehola cengê li Kêla Memê, di nava bêdengiya şahiya jiyaneke bêdawî de digeriya. Kêla Memê xweşikiya çiyayên Botanê di nava bilindahiya xwe de dihûnand.
Li ser vê axa pîroz dehola cengê dilerizî û di bin sîbera Kêla Memê de rûmet dihat parastin. Di nava vê atmosfera serhildêr û welatparêz de, Zubeyr Kara (Rêber), weke zarokê yekem ê malbatê, di sala 1970’an de li gundê Hilalê ji dayik dibe. Her tim tê gotin ku nav û erdnîgarî dibin teyisandina jiyan û taybetmendiyên mirov bi xwe. Lewma navê Zubeyr jî ji bo wî dibe neynika jîn û têkoşînê. Nav dibe peymanek ji siberoja wî ya bi rûmet jiyînê. Zubeyr tê wateya hêz, qewet û zexmbûnê. Her wiha tê wateya kesê xwedî zanîn, xwedî cewher, kesê têgihiştî û xwedî biryar jî.
Ji ber ku ew nixuriyê malê bû, pir hatibû delalîkirin û ji aliyê dayik û bavê xwe gelekî dihat hezkirin. Zubeyr, 5 salan dibistana seretayî bi serkeftî li Hilalê dixwîne. Weke hemû malbatên Kurd, debara jiyana wan jî li ser sewalkarî (lawirvanî) û çandiniyê bû. Ji ber ku ew tenê zarokê mezin ê malê bû, di gelek karan de dibû alîkarê dê û bavê xwe. Ew her dem di nav heval û gundiyan de mînakekî gelekî baş bû; hezkiriyê xwezayê û zarokê kedê bû.
Mirov bi kedê xweşik dibûn. Lewma ew xweşikbûn dibû pira di navbera armanc û cewherê civakbûna mirov bi xwe jî. Zozanên Botanê, lûtkeyên asê yên çiyayên Gabar û Herekolê, dilovanî û heybera Kêla Memê dibûn şahidên bi deng ên xwezayê ji wan zarokên rûqemirî re. Her zarokek bi ken, lîstik, şivantî û bêrîvantiya xwe asoyên siberojan hildida. Ji bo her zarokekî siberoj wê mizginiya azadiyê li ber kilamên dengbêj û çîrokên çilê zivistanê biba û peyda biba. Zarokên rûqemirî her şev bi wan xeyalên siberojên azad çavên xwe dimiçandin. Êdî ji bo wan zarokan sal û dewran dabû dû hev, hêvî û lêgerînên siberojên azad weke şîrê miha berxdayî paqij, pîroz û jêderka jiyanê bû.
Di wan demên derbasbûyî de hejmara xwişk û birayên Zubeyr jî zêde bûn. Her çendî hevalên lîstik û karên gund zêde dibûn jî, lê Zubeyr her tim cewherê xwe bi xweşikbûna kedê diparast. Erk û berpirsyariyên Zubeyr ji temen û bedena wî mezin û xurtir bûn. Lê belê Zubeyr di hevsengiya rûh û rûhberiya xwezayê de ew zehmetî û berpirsyarî bi navê birayê mezin bi rêkûpêk pêk dianî. Lê çirûska ku dibû agir û ew agirê har, di dilê wî û birayê wî Xurşît de dilovan bû. Du birayên çiyayî, du birayên rûh û rûhberiya xwezayê bûn. Bi hemû xisletên xwe neynika cewherê hev bûn. Weke ku yek ewrên avis ên baranê be û yek jî ax û şaxê dara bêav be. Yek evîn û yek jî evîndar bû. Lewma her du bira heman rê û rêwitiya rûhberiya hestên azadiyê dijiyan.
Xurşît neynika birayê ezîz bû. Delalê ber dilê dayikê, hezkiriyê xwişk û biran bû. Hin deman şivanekî jîr û gerok, hin deman bêriyekî zana bû. Piçûkê xwişk û biran, zarokê gelî û newalan bû. Xurşît di sala 1979’an de ji dayik dibe. Ji heman pêsîra dayikê şîrê helal vedixwe. Di heman doşek û lihêfên bira û hevalê xwe Zubeyr de radizê. Hilma nefesa her du birayan bi vejîna siberojan re dikeve nava hev. Zubeyr dibe sitûna xwişk û biran, Xurşît dibe sîwana dor mala ji kevir û kerpiçan. Zubeyr dibe karkerê kedê, Xurşît dibe şivan ji keda jiyanê re. Ji ber wê yekê jî rê û rêwitiya sal û demên cuda ew di heman xaçerekên çiyayan de anîn gel hev…
Lewma her yek ji wan teyisandina warên xwe û sîbera çiyayên herêma axa xwe bûn. Dildarî û dilsoziya wan her du birayan dibû hêrs û xezeba wan şevên reş û qetran. Ji bo her du birayan lêgerîn bi bihîstina wan keç û lawên çiyayî dibû xeyala herî şênber a siberojê. Ew hilma nava heman doşek û lihêfê hêdî hêdî dibû hilma azadiyê. Li hawirdora wan birayan rûhberiya zarokên çiya bi piste-pistê digeriya. Ew kesên ku digotin “yên ji me qenctir” dibû pira gihiştina xeyalên zaroktî û ciwantiya wan. Her wiha êdî rûh dibû serhildêrekî nava wan mezelên bi kerpîç. Her roja ku derbas dibû hîn bêhtir şervanên azadiyê bi heybeta xwe, di nava demsaleke nû de xwe li derdora çiyayên bilind û azad bi cih dikirin. Her demsalek ji bo birayan rawestgeheke nû bû. Çawa ku di van demsalan de jiyan diherikî, Zubeyr û Xurşît jî dibûn henaseya vê jiyanê. Kurdistanê bi şax û şemala zarok, ciwan û jinan xwe ji nû ve dixemiland; keziyên xwe li bejna wan dipêçan û roniya çavên xwe datînîn ser dêmên wan. Êdî demsal di nava hêvî û bêriyên mehan, rojan û kêliyan de dizivirî.
Ji bo Zubeyr, sala 1991’ê, rêwîtiya ber bi hêvî û pêkhatina siberojan bû. Ew birayê mezin ê kedê, bi tûrikê şîret û pendên malbat û civaka xwe ketibû ser wan xaçerêkên ku hêz û hêzdariyê dide naskirin. Ew şiverêyên ku berê bûn şahidên pakbûn, kedkarî û zaroktiya wî, carekî din dibûn şahidên şerkerî û fermandariya wî ya xwedî rûmet. Hîn di gava xwe ya destpêkê de teyisandina nav û xisletên xwe dabû destpêkirin. Ew taybetmendiyên ku Zubeyr dikir hêza biryarê; ew weke kesekî bi cewher û têgihiştî di nava têkoşîna azadiyê de jî dikir Rêberekî pêşeng ji bo hevrêyên dozê.
Zubeyr li wan çiyayên Kurdistanê bi navê Rêber, weke fermandarê xwînsar û çalak deng vedide. Ew zarokê karkerê kedê, li wan gelî û lûtkeyan di ezmûnên şer û şergehê de pir zû dipije. Lê belê; her tim di dilê wî de bêrîkirina wî birayê ezîz û piçûkê ber dilê xwe heye. Rêber bi çavên meraq hemû yekîneyan digerîne. Bi dilekî tije kelecan û dilxwaz, li hêviya birayê xwe yê berdil û delal e. Dema ku dibihîze ji gundê Hilalê ciwan beşdar bûne, ew dilxwazî dibe sotîneke germ di nava hemû şaneyên laşê wî de. Rêber dizanibû ku wê ew şivan û kedkarê jiyanê Xurşît jî li wan çiyayan bibe mîlîtanekî azadiyê. Piştî beşdarbûna Rêber, nêzîkî sê salan şûnde, dilê çiya û çiyageran Xurşît jî anîbû nava xwe.
Xurşît rêwîtiya xwe di sala 1993’an de, bi kelecana dîtina bira û mamosteyê ked û karkeriyê dabû destpêkirin. Hîn di gavên xwe yên ewil de pirs û pirsyarên bira û hevrêyê dozê dikir. Her wiha navê xwe bi bîranîna jiyan û zaroktiya xwe hildibijêre û dike Şivan. Ango weke birayê wî digot; dibe Şivanê kedkar ê jiyanê. Ji bo Şivan xaleke din jî hebû ku ew hîn bêhtir bi biryar û tolhildêr ji bo li wan çiya û geliyan hêrseke mezin bixe nava gerîlatiya demê; êrîş û zordariya li ser civak, xweza û çanda wî bû.
Berî ku tevlî bibe jî têkiliya wî bi Partiyê re hebû. Ew hîn di temenê 14-15 salî de bû ku evîna gerîla û hezkirineke mezin di dilê wî de hêlîna xwe vedabû. Wî di wî temenê xwe yê biçûk de alîkariyeke gelekî binirx dida têkoşerên azadiyê. Dema ku dayika wî nan çêdikir, wî bêyî ku ji dayika xwe re bêje, nan dibir ji şervanan re; piştî ku demek di ser re derbas dibû, nû ji dayika xwe re digot.
Bêguman wî jî weke hemû şervanên azadiyê, ji ber zordestî û çewisandinên ku dijmin li ser gundiyan dikir êşeke wijdanî dikişand û nedixwest bi tu şêweyî ziyan bigihêje derdora wî. Şehîd Xurşîd, dema ku dîsa li çiyê şivantî dikir, ji aliyê balafirên şer ên dewletê ve çiya tên bombebarankirin; ji bo ku xwe biparêze xwe diavêje ber latekê û lingê wî dişkê. Ev bûyer û her wiha nêzîkatiyên hov ên dewletê bûn sedem ku 20 roj piştî vê biryarê, Xurşîd biryara xwe ya dawî bide û bibe şervanekî azadiyê yê welatê rojê.
Her du bira bi çavê ruhanî ne ku rûmet, evîn û rasteqîniya herî kûr di hebûna xwe de ava dikin. Bi çavên dil li jîn û têkoşîna hevrêtiya doza welat dinêrin. Awirên çavên kûr û bi wate dibin nîgarekî ku hest û hişmendiya wan a bi pîvana hevrêtiyê nîşan dide. Her du bira bi daxwaz û hêviya dîtina hev bi gavên serfiraz li wan xaçerêkan dimeşiyan. Êdî ew dema ku qet nayê jibîrkirin û ne jî mirov dikare rast bilêv bike, hatibû. Ew kêlî wê her dem di kûrahiya dil û hişan de zindî bimaya. Wê li ser wêneyên dîrokî û hestiyarî şewqa ked û karkeriyê di hezkirina du birayan de diyar bibûya. Ew hezkirin û bêrîkirin carnan di nav bîranînan de xwe vedişêre, carnan jî wan radike û dibe kûrahiya demên berê. Mîna wêneyekî di neynika jiyanê û di sohbetên heval û hogiran de her dem tê bîranîn. Carnan di nav rûyên biken de, carnan jî di wan demên ku hest li ber olana dûrketinê de hatiba vegotin.
Ji wê kêliya ku dîtin, hembêzkirin û hevtemaşekirinê re tu peyv nikarin wateyekê bibînin. Ew gotin di qirikê de dibin girêk û dimînin. Yên ku wêneyên wan kêliyan datînin pêşiya xwe û lê temaşe dikin, wiha dibêjin: “Lê li ba me gotin pîroz e.” Lê belê carnan gotin dibe çalakî, liv û tevger; hin deman dibe sekin, pîvan û hestên heqîqetê yên nivîsandî. Li wir veşartî ye ew kêliya ku hest, hiş û pîrozî tên ziman; tam li wir, gotin dibe soz û peyman. Wê ew peymana du hevrê û birayan heya henaseya herî dawî jî bi gotinên herî pîroz ên hemû baweriyan hatiba wesifkirin. Wê bi zimanê kedkariya welat, bi cotek çavên reş û kelê girî, liser rûyê dayikên ji êş û azara neheqiyê rûyên wan qûrmiçî, bi tiliyên wan qalên ku bi bêhna ax û tûtina hişk jê dihat û bi kenê zarokên rûqemirî yên welatê rojê bêne vegotin. Wê her peyv û hevok, bi hostatiya dîrok û ezmûnan, mîna rêwitiya temenê wan ciwanan bi bêhnfirehî û hûrgiliyan şev û rojan dîwan û civatan yek bi yek hatiba xemilandin.
Banga hevdîtina dildarên azadiyê ya li serê çiyayên Botanê bi qêrîneke tûj erş û asîman dihejandin. Êdî jana li ser dilê evîndaran dibû êş û azara Kurdistanê; lewma weke çemên Dîcle, Xabûr û Hêzilê diherikî. Her hawarek dibû evîneke nû li ser dilê dayikan. Ji ber ku êdî dem, dema werza xatiran bû. Xatirxwestinên ku bi rondikan dihatin şûştin, bi tilîliyan dihatin oxirkirin û bi hêviyan dihatin veşartin… Belê, lewma şûn û warên Kurdistanê cihê xatirên evîna dilê bi soj in. Weke evîna gelek lehengan, evîna Rêber û Şivan jî bûn awazên lêhiya Botanê. Fermandar Rêber (Zubeyr Kara) û şervanê kedê Şivan (Xurşît Kara), di oxira parastina ax, xweza û rûmeta gelê xwe de, bi lehengî şer dikin. Ew çirûska azadiyê ya ku di zaroktiya wan de li gundê Hîlalê û di bin sîbera Kêla Memê de geş bibû, li ser çiyayên Kurdistanê dibe agirekî mezin û ronî dike hemû xaçerêkên çiya û welat. Her du bira, di dem û cihên cuda de, di encama berxwedaneke bêhempa ya li dijî êrîşên dijwar ên dijmin de, digihîjin mertebeya herî bilind û şehîd dibin.
Rêber birayê mezin, karkerê kedê di sala 1995’an de, di şerekî li nêzî gundê Yekmalê (herêma Metîna) de, piştî ew û hevrêyên xwe derbeke mezin li dijmin dixin, li gel fermandarê xwe Cahîd şehîd dibe.
Şivan di dawiya sala 1997’an de li herêma Heftenînê, li ser şopa bira û hevrêyê xwe tevlî karwanê nemiran dibe. Kesayetekî mîna “melekan” paqij, bi rûmet û dilovan di nava hevrê û hogiran de tê bibîranîn.

