Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:
“Me bi xemgînî wefata demokrat û welatparêzê hêja Mehdî Zana zanî. Em ji malbata wî û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
Salên 1960’î di nava Partiya Karker a Tirkiyeyê ya sosyalîst de siyaset kir û di partiya Karker de ji bo hebûna pirsgirêka Kurd bibe rojev rol lîst. Weke welatparêzekî demokrat di dîrokê de cih girtiye.
Li Amedê bi nasnameya xwe ya Kurd şaredartî kir. Dema ku şaredar ji ber ku xwedî li nasnameya Kurd derket û di têkoşîna azadiya gelê Kurd de cih girt, piştî darbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an hate girtin. Li zindanê salên dirêj bi girtiyên PKK’î re li heman hucreyan ma; bûye şahidê berxwedana dîrokî ya girtiyên PKK’î.
Wê teqez hesreta demokrat û welatparêzê hêja Mehdî Zana ya ji bo azadiya gelê Kurd û Tirkiyeya demokratîk pêk were.”

