Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê de ya li hemberî Şaredariya Çankayayê tê meşandin, Şaredar Huseyîn Can Guner jî di nav de 24 kes hatin girtin.
30 kesên di 10’ê Tîrmehê de hatin binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê ji bo girtinê radestî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê hatin kirin.
Dadgeriyê biryara girtina Guner û 23 kesan da. Her wiha têkildarî 6 kesan jî biryara berdana bi şertê kontrola edlî da.

