Yekşem, 30 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cenazeyê Mehdî Zana hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîroka me, îfadeya berxwedaniya me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Tevlîbûna jinan çiqas zêde be, demokrasiya herêmî û siyaset ewqas azad dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Listîkvan Tîlbe Saran: Ger vegerin rêgezên demokratîk wê piştgiriya pêvajoyê zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehdî Zana jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK’ê ji bo Mehdî Zana peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê ji bo şehîdan meş

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Nisêbînê: Bi hezaran kes tevlî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ziyad Cebar: Peyama Ocalan ji bo yekîtiya gelê me dilsozane ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê perwerdeya ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji bo Mehdî Zana merasîm: ‘Em ê xwedî li têkoşîna wî derbikevin’
Rojane

Ji bo Mehdî Zana merasîm: ‘Em ê xwedî li têkoşîna wî derbikevin’

Ji bo Şaredarê berê yê Amedê û siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Tebax 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Siyasetmedarê Kurd û şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana, ji ber nexweşiya KOAH’ê li Amedê rakiribûn nexweşxaneyeke taybet û li beşa lênêrîna lezgîn dihat dermankirin. Lê Mehdî Zana duh êvarê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Ji bo bîranîna Mehdî Zana li ber avahiya xizmetê ya sereke ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê merasîma cenazeyê hat lidarxistin. Malbata Mehdî Zana, Leyla Zana û zarokên wan Ronahî Zana, Rûken Zana, Parlamenterên DEM Partiyê, siyasetmedar, Dayikên Aştiyê, rewşenbîr, endam û nûnerên saziyên sivîl yên civakî û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Li pêşiya avahiya şaredariyê wêneyê Mehdî Zana hate daliqandin û tabuta Mehdî Zana bi ala kesk, sor û zer û kulîlkan hat xemilandin. Li ser navê Malbatê Leyla Zana û parlamenterên DEM Partiyê sersaxiyê qebûl kirin. Bernamê ewilî bi xwendina diayan dest pê kir û piştre axaftin hatin kirin.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak diyar kir ku ew ji ber dilovaniya Mehdî Zana gelek xemgîn in û wiha got: “Serê gelê Kurd û Kurdistanê sax be. Mehdî Zana hafizaya wî bajarî ye. Di wê serdemê de bûyîna serokê şaredariya vî gelî bi berdêlên mezin bû. Di derbeya 12’ê Îlonê de ji peywira xwe hat girtin û li hejmar 5 rastî êşkenceyê hat. Tevî hemû zextan jî tu carî têkiliya navbera wî û gel neqetiya. Di serdemên ku îradeya bijartiyan dihat înkar kirin de, nasname û zimanê gelê Kurd dihatin tune hesibandin re derbas bû. Li dijî vê sekinî û li ber xwe da. Ji bo ku hafizayek dîsa dubare bibe em îro li pêşiya şaredariyê bîranînê pêk tînin. Mîrasa ku wî ji me re hiştiye nîşan dide ku xwedîderketina li îrade û rûmeta gel berpirsyariyeke dîrokî ye. Serê gelê me sax be. Em ê têkoşîna wî bidomînin.”

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî bal kişand ser têkoşîna Mehdî Zana û ev tişt anî ziman: “Serê gelê me sax be. Ji bo azadiya gelê xwe, ji bo gelan têkoşîna sosyalîzm û demokrasiyê da. Kêm mirov li bajarekî şopê dihêlin. Mamoste jî yek ji wan bû. Serê gelê Amedê sax be. Em ê xwedî li têkoşîna wî derkevin.”

Rêhevalê Mehdî Zana yê zindanê Abdullah Kanat jî got, serê gelê Kurd û malbatê sax be û wiha axivî: “Ew hevalekî leheng bû, di zindanê de û di dîrokê de wisa hat zanîn. Wî di berxwedana zindanê de lehengiyeke mezin nîşan da. Di dîroka têkoşîna me de xalên werçerxînê yên girîng hene. Zindana Hejmar 5 jî yek ji van serdeman e. 50 salên têkoşînê jî salên lehengiyê ne. Hevalê Mehdî di zindanê de hevalekî şoreşger bû ku rola xwe ya pêşengiyê anî cih. Di hilbijartinên serokatiya şaredariyê de bi dengên pir mezin hat hilbijartin. Di serdema 12’ê Îlonê de rastî îşkenceyên dijwar hat. Ji ber ku hem serokê şaredariyê bû hem jî di nava berxwedanê de bû, ev bû sedem ku dijmin berê xwe bide wî. Berxwedana zindanê van rojan afirand. Pêvajoyeke nû hat destpêkirin. Şehîdên şoreşê û şehîdên aştiyê di çêbûna vê pêvajoyê de roleke girîng lîstin. Em li ber şehadeta hevalê Mehdî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”

Piştî merasîmê girse ber bi Mizgefta Mezin ve meşiyan û dê saet di 13:00’an de li Mizgefta Mezin wecîbeyên olî bê kirin û piştî wê Mehdî Zana li Goristana Yenîkoyê bê definkirin.

Her wiha sersaxî dê li Mala Şînê ya Licêyiyan were qebûlkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Zanîngeha Rojava: Sînordarkirina Kurdî nayê qebûlkirin
Nûçeya Pişt re Cenazeyê Mehdî Zana hate veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo jinan li Silopiyayê diwana dengbêjan hat danîn

Li Silopiyayê di çarçoveya bernameya çand û hunerê de ji bo jinan dîwana dengbêjan hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Guleç: Dûrxistina Baroya Stenbolê ji wezîfeyê rûreşiyek li dîroka hiqûqê ye

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç nerazîbûn nîşanî dûrxistina ji wezîfeyê ya Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê 14 ciwan bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ne

Komeleya Parastina Mafên Zarokan a Îranê û Navenda Dadperwerî ji bo Zarokan ragihandin ku ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Cenazeyê Mehdî Zana hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dîroka me, îfadeya berxwedaniya me ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Tevlîbûna jinan çiqas zêde be, demokrasiya herêmî û siyaset ewqas azad dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Listîkvan Tîlbe Saran: Ger vegerin rêgezên demokratîk wê piştgiriya pêvajoyê zêde bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?