Pêncşem, 16 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îsraîl dixwaze dagirkeriya xwe ya li Lubnan, Sûriye û Xezeyê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Haluk Levent û 13 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanoger Levent Uzumcu hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîplomatê Îtalî Danieli: Azadiya Abdullah Ocalan wê aştiyeke mayinde pêk bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di meseleya Kurd nîqaşa esas çek nîne, şêwazê avakirina çarçoveya nû ya siyasî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Qutkirina ji kok û çêkirina zemînê bêparastinê – I

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li nêzî Konsolosxaneya DYE’ê li Hewlêrê sê dronên xwekuj hatin xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ a li Şengalê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso: Divê îradeya Êzidiyan bi destûrê were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leşkerên Îranê li Rojhilat kolberekî qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Entegrasyona demokratîk dewletê biçûk dike, civakê mezin dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Mîna Qazî heya Şîrîn Elemhûlî jinên ji Rojhilat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşa jinên berxwedêr: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê kesekî din hate darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Di civîna GEF’ê de nîqaşa li ser fînansmana kesk
Civak & Ekolojî

Di civîna GEF’ê de nîqaşa li ser fînansmana kesk

Civata Giştî ya 8'emîn a Fona Hawirdorê ya Global ku li bajarê Semerkant ê Ozbekistanê hate lidarxistin, bi sozên nû yên fînansmanê û îtiraza welatên bi pêş dikevin a li ser xwegihandina çavkaniyan destpê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Civîna Konseya 71’emîn a Fona Hawirdorê ya Global (GEF) li Navenda Kongreyê ya Semerkantê destpê kir. Di civînê de ku nûnerên bi qasî 150 welatî tevlî bûn, ji bo projeyên hawirdorê yên welatên donor banga fînansmaneke berfireh û zêdekirî hate kirin. Welatên li ser rêya pêşketinê ne di peydakirina çavkaniyan de daxwaza hêsankarî û edaletê kirin.

Welatê donor meha Nîsanê ji bo çerxa nûbûnê ya 9’emîn a Fona Baweriyê ya GEF’ê di qonaxa destpêkê de soza ji bo 3,9 milyar dolarî dabûn. Ev dema nû ku weke GEF-9 hate binavkirin, wê di navbera salên 2026-2030’î de li seranserê cîhanê bi projeyên hawirdorê bêne destekkirin.

Dîrektorê Bicihanînê ya Demkî ya GEF’ê Claude Gascon got, ew diwazin bi hevkariyeke hîn xurt a navbera saziyên hikumetê razemeniyên mezin bixin nava liv û tevgerê. Gascon diyar kir ku piştgiriya ji bo welatên kêm bi pêş ketine û dewletên ji giravên biçûk wê dewam bike û got, “Divê çavkanî bi rengê herî berhemdar bigihêje wan welatan ku bandora herî giran li wan dibe.”

Şêwirmendê Hawirdorê yê Serokkomarê Ozbekistanê û Serokê Komîteya Guherîna Avhewayê û Ekolojiyê ya Neteweyî Aziz Abdukhakimov jî destnîşan kir ku ew bi krîzeke gerstêrkê ya sêalî re rû bi rû ne ku ji krîza avhewayê, jidestdana cihêrengiya biyo û qirêjiyê pêk tê. Abdukhakimov ragihand ku ji bo xwegihandina li sozên têkildarî hawirdora global dem gelekî kêm bûye û diyar kir ku rola GEF’ê ji her demê girîngtir bûye.

WELATÊN BI PÊŞ DIKEVIN DAXWAZA XWEGIHANDINEKE ADÎL DIKIN

Di civînê de welatên li ser rêya pêşketinê ne, fikarên xwe li ser gihîştina fînansmana hawirdorê ya ji bo welatên ku pêwîstiya xwe pê heye anîn ziman.

Welatên Efrîkayê ragihandin ku di têkoşîna li hemberî ziwatî, bêewlehiya xurekê, xerabûna zeviyan û jidestdana cihêrengiya biyo GEF-9 firsendeke girîng e, lê belê çavkaniyên heyî gelekî dûrî pêwîstiyên parzemînê ne. Nûnerê Mozambikê Baixo Eduardo daxwaza fînansmaneke xurtir, pêvajoyên serlêdanê yên hêsankirî û piştgiriya kapasîteyê ji bo herêmê kir.

Dewletên ji giravên biçûk pêk tên jî heman fikarên xwe parve kirin. Nûnerê welatên Karîbîkê destnîşan kir ku welatên SIDS’ê ji bo karibin bigihêjin armancên xwe yên pêşketina domdarî û hawirdorî pêwîstî bi fînansmaneke xwegihandinê, têker û pêşdîtî heye.

TEVLÎBÛNA GELÊN XWECIHÎ WÊ ZÊDE BIBE

Yek ji taybetmendiyên bingehîn ên GEF-9 ew e ku xwedî bernameyên hevgirtî be ku guherîna avhewayê, jidestdana cihêrengiya biyo û zerara li zeviyan bi hev re binirxîne. Tê payin ku 31 jê welatên kêm pêşketî ne, 26 jê welatên ji dewletên giravên biçûk bi  igştî 98 welat tevlî van bernameyên di navbera salên 2026-2030’î bibin.

Bi navê Koma Piştevaniya Gelên Xwecihî ya GEF’ê Giovanni B. Reyes axivî û anî ziman ku gelên xwecihî di pêvajoya nûbûNê de yekemcar bi xurtî li dora maseyê ne.

HEVKARÊN NÛ HATE EŞKEREKIRIN

Di destpêka civîna bilind de hevkarên nû jî hate ragihandin. Gascon diyar kir ku di çarçoveya Hewldana Qadên Parastî yên Efrîkayê de ji bo parastina cihêrengiya biyo ya li Efrîkayê bi saziyeke xêrxwaziyê ya ku navenda wê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ye hevkarî hatiye kirin.

Bankaya Cîhanê jî ragihand ku ji bo GEF-9 di halê hazir de tevkariya ji 3,3 milyar dolarî hatiye erêkirin.

GEF’ê diyar kir ku ji bo çerxa fînansmanê ya 2026-2030’î pencereya tevkariyê wê di dema Civata Giştî de vekirî be û welat wê karibin sozên nû bidin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hejmara Hezîranê ya Newaya Jin gihîşt ber destê xwendevanan
Nûçeya Pişt re Dîdara du birayên leheng di şoreşê de
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Krîza avê kûr dibe: Kirin weke stratejiyeke şerî!

Ekolojîst Beyaz Ustun diyar kir ku krîza avûhewayê ya li seranserê cîhanê di rastiyê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Yewnanistanê protestoyên girseyî hatin lidarxistin

Li Yewnanistanê bi sed hazaran welatî ji bo bîranîna xirabtirîn qezaya trênê û protestokirina kêmasiyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Jin wê di 4’ê Nîsanê de li ser aştiyê biaxivin

Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) û Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E)…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Ezîz Hezex: Şehîd û gazî nirxên herî pîroz in

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

NY: Di du karesatên keştiyan de dibe ku zêdetirî 500 penaberên Rohingya miribin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îsraîl dixwaze dagirkeriya xwe ya li Lubnan, Sûriye û Xezeyê dewam bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Haluk Levent û 13 kes hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?