Şemî, 13 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîlmez: Divê Mafê Hêviyê di rêziknameyên qanûnî de cih bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Niyaz Abdullah: Piştî Rojava navnîşana nû ya gefan Başûr e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçak: Konseya Ewropayê bi tevahî bibe cihê nîqaşê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baroya Wanê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan kir: Em ji tevkariya pêvajoyê re amade ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Herêma Kurdistanê krîza hikûmetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YRK’ê daxuyaniya li ser tevgera hêzên Îranê ya li Merîwanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Elkê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Hêvî jî çareserî jî Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Colemêrgê li dijî tundiya mêr banga rêxistinbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bang kir: Em hemû bibin dengê jinên Afganistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nejala Thamir: Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêkên civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mafê nefeqeyê meseleyeke polîtîk e, ne tenê aborî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karavana Dayikan bi banga aştî û piştevaniyê ji du rêgehan ber bi Berlinê ve bi rê dikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên li ser girtiyên jin dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Kurdistan

Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!

Rêveberiya Tevgerê bang li desthiltadariya AKP-MHP'ê kir ku bi rengekî cidî û berpirsyarane nêzî pêvajoya heyî bibe û ji bo çareseriyeke ji bo xêra Tirkiyeyê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Gulan 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Rêveberiya Tevgerê bi vî rengî ye:

“Rêber Apo bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an re pirsgirêka Kurd, sedemên rewşa şer a ji ber vê yekê û rêya wê ya çareseriyê bi şênberî danî holê. Şehîdê me yê têkoşîna aştiyê Sirri Sureyya Onder jî ji bo pêkhatina vê bangê bal kişand ser girîngiya bicihanîna pêwîstiyên siyasî û hiqûqî yên vê yekê.

Rojek piştî vê bangê Tevgera Azadiyê ya Kurd agirbest ragihand. Di navbera 5-7’ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12’emîn civak û PKK fesix kir û biryar da ku dawî li têkoşîna çekdarî bîne. Ji xwe sal û nîvek e carekê bi tenê jî şer neqewimî ye. Merasîma şewitandina çekan lidar xist û îradeya wê yekê nîşan da ku dema derfetên siyaseta demokratîk a li ser bingeha azadiya rêxistinbûn û fikrî bêne afirandin wê çek bê danîn. Di 26’ê Cotmeha 2025’an de gerîlayên ku xwe ji nava sînorên Tirkiyeyê vekişandin, daxuyaniyek dan. 2 rêveberên MÎT’ê hatin berdan. Hin tunelên şer ên li derveyî sînorên Tirkiyeyê hatin valakirin. Bi vî rengî îradeya terikandina têkoşîna çekdarî û pêkanîna çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya siyaseta demokratîk bi eşkere û şênberî hate destnîşankirin. Ji xwe rayedarên dewletê jî gotin, bangên Rêber Apo bi cih hatine anîn.

Rêber Apo diyar kir ku pêvajoya aştiya negatîf qediya û êdî divê pêvajoya aştiya pozîtîf destpê bike ku sedemên şer bi temamî ji holê bêne rakirin. Ji bo vê jî anî ziman ku divê qanûnên azadiyê bêne derxistin ku siyaseta demokratîk a azad lê bê kirin û demokrasiya xwecihî bê garantîkirin. Li aliyê din, ji bo Rêber Apo karibe di pêvajoya aştiya pozîtîf de ku qonaxa 2’yemîn e bi rola xwe rabe, Tevgera me û gelê me xwest ku statuya wî bê diyarkirin û derfet û merc jê re bêne afirandin ku azad be û karibe bi serbestî bixebite. ‘Mafê Hêviyê’ yê ku Devlet Bahçelî di axaftina xwe ya destpêkê de qalê kiribû, heta niha diviyabû bi rê û rêbazekê bi cih hatibûya anîn.

Di encama nîqaşên li ser derbasbûna qonaxa 2’yemîn de 27’ê Adarê di hevdîtina li Îmraliyê de rayedarên dewletê diyar kiribûn ku meha Nîsanê wê qanûn bêne amadekirin. ji bo ev qanûn bi wî şêweyî bin ku pêvajoyê bi rê ve bibin, wê bi Rêber Apo û Tevgera me re hevdîtin bihata kirin. Lê belê hem qanûn neketin rojevê, hem jî bi Rêber Apo re nêzî 2 mehan hevdîtin nehate kirin. Hem Rêber Apo hate tecrîdkirin hem jî çapemeniya nêzî desthilatdariyê dest bi propagandaya wê yekê kir ku ‘Tevgera me gav neavêtiye’ û bi vî rengî hewl da civakê bixapîne. Li ser vê yekê, bi navê Rêveberiya Tevgerê di 5’ê Gulanê de daxuyaniyek hate dayin û ji raya giştî re hate ragihandin ku li pêşberî gavên me avêtiye, dewletê gavên ku pêvajoyê bi pêş ve bibe neavêtiye. Di vê daxuyaniyê de dilsoziya bi banga Aştî û Civaka Demokratîk re careke din hate destnîşankirin. Ji bo pêşvebirina pêvajoyê jî hate destnîşankirin ku muxatabî û statuya Rêber Apo divê qanûnî bibe.

Roja ku ev bang hate kirin Devlet Bahçelî li koma partiya xwe axivî û bi şênberî got, divê statuya Rêber Apo ‘Koordînatoriya Siyasîbûn û Aştiyê’ be. Ev daxuyaniyên Devlet Bahçelî ji aliyê DEM Partî, raya giştî ya Kurd û hêzên demokrasiyê ve erênî hate dîtin. Lê belê hîn ji roja destpêkê ve rayedarên AKP’ê bi gotina ‘statu nîne, avakirina xetek di navbera Îmrali û rêxistinê de heye’ li hemberî vê daxuyaniyê helwestek nîşan dan.

Gelê Kurd ku di mijara statu, mercên karkirina serbest û azadiyê li benda pêşketinên erênî bû, daxuyaniya 18’ê Gulanê ya berfireh a Devlet Bahçelî ya bi 7 sernavan, atmosfereke neyînî bi xwe re anî. Di vê nexerêyê de li hemberî Rêber Apo, gel û Tevgera Azadiyê zimanekî welê hate bikaranîn ku sînorê hurmetê binpê dike. Di vê daxuyaniyê de têkildarî rewşa Rêber Apo hate gotin; statu nîne, dewamiya rewşa mehkûmiyetê heye. Rola koordînatoriya siyasîbûn û aştiyê jî bi pêvajoya tasfiyekirina rêxistinê hate bisînorkirin û qet qala qanûnên azadiyê nehate kirin ku Rêber Apo û endamên Tevgera Azadiyê ya Kurd karibin bi rêya wan siyaseta demokratîk bi rengekî azad bikin. Bi gotina, tenê yên ku rewatiya wan a hiqûqî heye dikarin siyasetê bikin, nîşan da ku Rêber Apo û endamên Tevgera Azadiyê wê nikaribin siyasetê bikin.

Di metnê de cih bi cih qala demokrasiyê hate kirin, lê belê ev gotin jî ji bilî çareseriyê ji bo xemilandina nexşerêya tasfiyeyê bû.

Di nexeşerêya ku Bahçelî danî holê de hate gotin, Rêber Apo ti civakê temsîl nake. Ev yek tê wateya nenaskirina Kurdan û îradeya wan a siyasî, lewma jî nexwestin çareseriya pirsgirêka Kurd. Ev nêzîkatî dibe sedema wan fikaran ku gelo îradeya xwe ya çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha demokratîkbûnê heye yan na. Demokratîkbûneke rasteqîn hebûna Kurdan nas dike û pirsgirêkê çareser dike. Di metnê de wateyeke bi vî rengî li gotina demokrasiyê nehatiye kirin. Biryara ‘bêhukmiyê’ ya ku li hemberî CHP’ê hate dayin û êrişa li ser navenda wê jî nîşan da ku desthilatdariya AKP’ê feraseta demokrasiyê li gorî xwe pênase dike û bi kar tîne. Li Tirkiyeyê di çareseriya pirsgirêka Kurd a 100 salî del i şûna ku rol ji CHP’ê re bê dayin, ev biserdeçûna li ser CHP’ê fikrê wê yekê xurt dike ku di çareseriya prisgirêka Kurd de xwedî ferasetekê nîne. Eger pirsgirêka Kurd wê li ser bingeha demokratîkbûnê bê çareserkirin diviyabû destwerdaneke bi vî rengî li qada siyasî demokratîk nebûya. Wê êriş li ser siyaseta azad bê kirin ku mercê bingehîn ê demokrasiyê ye, piştre jî wê qala demokrasiyê bê kirin    ! Ji bilî demagojî tiştekî din ji vê re nikare bê gotin!

Di demekê de ku Rêber Apo hewl dide têkoşîna çekdarî bi Tevgera Azadiyê ya Kurd bide terikandin û wê bixe nava têkoşîna siyasî ya demokratîk, li dijî siyaseta demokratîk êriş hate kirin. Eger ev êriş weke provokasyon û sabotejek li hemberî pêvajoya aştî û civaka demokratîk bê nirxandin, gelo kî wê ji mirovên ku vê nirxandinê bike re bibêje hûn şaş difikirin? Her wiha eger hinek rabin bibêjin; desthilatdariya AKP’ê pêvajoya aştî û civaka demokratîk weke amûrekê bi kar tîne, ji bo berjewendiyên xwe yên partiyê bi kar tîne, gelo kî dikare jê re bibêje hûn şaş dibêjin? DEM Partiyê bi mafdarî got, êrişa li ser CHP’ê ne tenê CHP’ê eleqedar dike. Dema ku CHP’ê ji bo rakirina mafê destnedana parlamenteriyê deng da, hêzên demokrasiyê jê re gotibûn, ev yek wê li we vegerge. Eşkere ye ku êrişeke bi vî rengî ya li hemberî HCP’ê wê li hemberî tevahiya qada siyasî bê kirin. Ji ber vê yekê rabûna li ber vê êrişê erka demokrasî û demokratbûnê ye. Têkoşîna navxweyî ya li nava CHP’ê çi dibe bila bibe, eger biryara bêhukmiyê û bûyerên piştî wê qewimîn tenê bi CHP’ê re eleqedar bê dîtin, ev yek wê were wateya fêmnekirina encamên naveroka vê serdeçûn û êrişê. Vê êrişê fikarên li ser siyaseta demokratîk azad a li Tirkiyeyê zêdetir kiriye.

Weke Tevgera Azadiyê, ji bo serxistina pêvajoya aştî û civaka demokratîk em ê ji niha û pê ve jî erk û berpirsyariya xwe bi cih bînin. Em ê bi dewamî xwedî li hewldanên Rêber Apo yên ji bo serxistina pêvajoya aştî û civaka demokratîk derkevin. Lê belê ji bo ev hewldan bi ser bikevin divê Rêber Apo û endamên Tevgera Azadiyê di wê ast û rewşê de bin ku karibin siyaseta demokratîk bikin. Hem wê Rêbertî weke mehkûmekî bê hiştin, hem jî wê hêvî ji encamdayina pêvajoya aştî û civaka demokratîk bê kirin! Ev yek tê wateya fêhmnekirina karakterê pêvajoya heyî.

Ji bo serketina pêvajoyê ku nêzî 2 sal in dewam dike, diviyabû qanûnên azadiyê bihatina derxistin ku Rêber Apo karibe bi rengekî azad lê siyasetê bike, astengiyên li pêşiya siyaseta azad bêne rakirin. Entegrasyona demokratîk a ku navenda siyaseta demokratîk e, tenê bi vî rengî dikare pêk were. Bi vî rengî pirsgirêka Kurd wê li ser bingeha demokratîkbûnê bê çareserkirin ku armanca pêvajoya aştî û civaka demokratîk e.

Bi navê Rêveberiya Tevgerê em bang li desthiltadariya AKP-MHP’ê dikin ku bi rengekî cidî û berpirsyarane nêzî pêvajoya heyî bibe û ji bo çareseriyeke ji bo xêra Tirkiyeyê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR, LEZGÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Konferansa têkiliyên derve ya TJK-E’yê hat lidarxistin
Nûçeya Pişt re Li Venezuelayê serhildana li dijî ‘êşkenceyê’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Bradostê Newroza serketin û azadiyê

Li qadeke din a gerîla li herêma Bradostê jî Newroza serketin û azadiyê di nava…

Ji aliyê Stêrk TV

DFG û MKG’ê banga demildest berdana rojnamevanan kirin

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), nerazîbûn nîşanî…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê

Ev bêhna azadiyê, bihara ramanên Rêbertiyê digihêje baxçe û gulistana Şîlan jî. Ev gula xemgîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meşa azadiyê ya 20 salî: Mihrîcana Zîlanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Niyaz Abdullah: Piştî Rojava navnîşana nû ya gefan Başûr e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Herêma Kurdistanê krîza hikûmetê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?