Gelo dayikek li pey ewladê xwe dikare bijî û her kesal dikare li ser ewladê xwe binivîsîne û agirê di dilê xwe de careke din gur bike? Belê Hakî, canê min ez careke din li ser te dinivîsînim. Hîn çend salên din, çend carên din ez ê li ser te binivîsînim? Belê her nivîsa ku dinivîsînim dilê min dişewitîne; yanî ev agirê ku dişewitîne kêm nabe; berevajî hîn gur dibe. Dibêjin dem êşê kêm diek; lê belê ji bo êşa ewlad gotina dem dibe gotineke bêwate. Ji ber ku demê ev êş hîn mezin kir.
Heta niha ji her derdî re çareyek hatiye peydakirin, lê belê ji êşa jiyaneke ji dilê dayikê hatiye qutkirin derman nehatiye dîtin. Dema ku min bihîst tu ebedî bû, ji bedena min tiştek kêm bû û ewqasî êşiyam ku nikarim qalê bikim. Wê kêliyê min gotibû, ‘Êdî jiyan wê mîna berê nebe, ji ber ku jiyana min kêm bû’. Bi rastî jî welê bû; ew roj îroj e, jiyan ji bo min ti carî weke berê nebû. Ne dem ne, ne cih, ne jî bîranîn ji bo min weke berê nebû. Ji ber ku nikarim te di nava jiyana xwe de bibînim.
Her tim xwe dixapînim û dibêjim, ‘Ew li cihekî dijî, wê rojekê bê’. Ji ber ku dema ku tevlî Koma Aştiyê bûm li Asayîşa Enzeyê me xatir ji hev xwest û bi rê ketim. Wê demê qet nehatibû bîra min ku ev hevdîtina dawî ya min û te bû. Min timî xeyala wê yekê dikir ku bêm û ji te re qala rêwîstiya xwe ya aştiyê bikim; nebû. Hîn dema min a zindanê neqediya min bihîst ku tu jî bû stêrk. Di nava wan çar dîwaran de gava ku mi bihîst jiyana min kêm bûye, gelekî êşiyam. Ew roj ti carî ji bîra min naçe.
Belê, vaye careke din li ser te dinivîsînim. Gelo mafê min ê nivîsandinê heye yan na? Afirandina canekî, tevlîkirina canekî nû li jiyanê dibe ku tiştê herî hêja be ji bo mirovahiyê. Lê belê li cîhaneke ewqasî hate gemarîkirin û jiyan di devê şêr de dihale, di demekê de ku afirandina jiyaneke nû weke sûc tê dîtin, divê mirov zanibe ku divê canên nû nînin dinyayê. Afirandina jiyaneke nû dibe ku bûyera herî pîroz a cîhanê ye; lê belê dayik di vê demê de vê wezîfeya pîroz weke sûcekî dibînin. Ji ber ku bi êşeke mezin lê temaşe dikin ku jiyana di bedena xwe de diafirînin hîn bi jidayikbûnê re tê kuştin. Xwedayên şer ti carî nikarin fêhm bikin bê ev êş ji bo dayikan çiqasî giran e. Vê demê ez jî xwe sûcdar dikim û dibêjim, ‘Min Hakî anî dinyayeke bi vî rengî û nekarî xwedî lê derkevim. Min ew anî dinyayê, lê belê ew nîne û ez piştî wî jiyana xwe dewam dikim’. Jiyana piştî te weke sûcekî dibînim. Ev xwedayên şer ti carî nikarin fêhm bikin ku jiyana bi sûcdarî ya mirovekê piştî ewladê xwe çi êşeke mezin û giran e. Eger fêhm kiribûna ji xwe ew şer li gelan ferz nedikirin.
Xwedayên şer ji bo dagirkerî, talan, rant û desthilatdariyê cîhane me kirin qada komkujiyê. Her roj bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest didin, lê belê ne xema wan e. Ya herî metirsîdar jî ew e ku êşa bi hezarand ayikan weke rewşeke ji rêzê dibînin. Mirov zêde pê nahesin ku mejiyekî çiqasî metirsîdar e. Mejiyê desthilatdar ê ku teknîk û zanistî xistiye destê xwe, cîhana me bi rê ve dibe. Ma hîn wê çi bibe? Belê, vaye cîhana me bûye cîhana êşan. Û ez tenê bi têkoşîna li şûna me herduyan dikarim jiyana xwe dewam bikim. Êşa xwe dikim hinceta tolhildanê û bi vî rengî xwe li jiyanê digirim. Naxwe piştî te min çawa dikarîbû jiyana xwe dewam bikira? Ewqasî xeyalên te yên bedew hebûn, lê belê ew hemû qetil kirin. Ez di nava êşa wê yekê de me ku min nekarî wan xeyalên de bi cih bînim. Her roj wan xeyalan ji xwe re dubare dikim. Bi gotina ‘Hakî nekarî vê bibîne, nekarî vê bijî’ dubare dikim. Her gotinek dibe êş û dikeve nava dilê min. Êşên min gelekî zêde bûn. Weke min got, jiyana piştî te ti carî weke berê nebû.
Kêm bûm, kêm bûm û careke din kêm bûm. Bedena min kêm bû, xeyalên min kêm bûn, ez kêm bûm. Belê canê min, min xwest li ser te binivîsînim lê belê careke din min li ser xwe nivîsî. Canê min, çawa dikarim te bêyî xwe binivîsînim? Ji bo kêliyekê jî be nikarim te ji bîr bikim. Niha hîn bêhtir bi te re me. Yên ku em bi fîzîkî ji hev dûr xistin gelekî xwe şaş kirin. Bila bi wî mejiyê xwe yê kifikî bifikirin, lê belê yekîtiya dilê me gelekî mezin bûye.
Niha ji her demê bêhtir bi te re me. Ya me hevrêtiyeke pak, paqij û dûrî ji xiyanetê bû. Bi te re li çiyayên azad min hevrêtî kir û ew hevrêtî jî hevrêtiya PKK’ê ya rasteqîn bû. Di hevrêtiya me de cihê qirêjî, derew, durûtî û xiyanetê tine bû. Ji hevrêtiya Dayik-Kur wêdetir hevrêtiya me hevrêtiya PKK’ê bû. Ji ber vê yekê gelekî bêriya wê hevrêtiyê dikim. Ma mirov dikare bêrî wê hevrêtiyê nekin? Ma mirov ji tiştekî bedew têr dibe? Ez têr nebûm ji wê hevrêtiyê, hîn jî birçiyê wê hevrêtiyê me. Çi tiştekî bi êş e ku mirov careke din nikaribe wê hevrêtiya bedew bijî.
Nikarim bibêjim bê çiqasî min bêriya te kiriye. Lê belê soz didim te; heta ku dijmin çokê bitewîne têkoşîna min wê dewam bike. Em ê mîrateya te û ya hemû stêrkan bi rengekî bi rûmet hilgirin. Em ê armanca we teqez bi têkoşîna xwe ay Kurdistana azad re tacîdar bikin. Canê min te bêdawî silav dikim û di şexsê te de bejna xwe li ber hemû stêrkan bi hurmet ditewînim.
Hakî Pazarcik, di 3’ê Mijdara 2012’an de bû stêrk.
Zelal Hakî (Dayika wî)