Însîyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê têkildarî desteserkirina şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xalfetiyê daxuyaniyeke nivîskî da.
Însîyatîfê bertek nîşanî desteserkirina şaredariyan da û diyar kir ku qeyûm binpêkirina maf e. Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “3’ê Hezîranê Şaredariya Colemêrgê, 30 Cotmehê Şaredariya Esenyûrtê, vê sibê jî Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Halfetiyê hatin desteserkirin. Tê xwestin ku qeyûm bikin sîstematîk û li ser rêveberiyên xwecihî gelê Kurd krîmînalîze bike. Qeyûm darbeya li dijî vîna gel e. Berpirsyarima me hemûyan ne ku em astengiyên li pêşiya aştiya civakî rakin.”