Di şerê cîhanê yê 3’mîn de pîvanek nû tê nirxandin. Çawa ku navenda şerê cîhanê yê 1’mîn Kurdistan bû û hêzên hegemonîk bi Peymana Lozanê dawî li şerê parvekirinê anîn, navenda şerê cîhana 3’mîn jî Kurdistan e. Dibe ku Şerê Cîhanê yê Yekem li ser esasê pevçûneke germ a di navbera dewletên serdest de bi dawî hatibe, lê ji bo Kurdan Şerê Cîhanê yê Yekem di bin rejîma qirkirinê de berdewam kir. Rêber Apo ev rewş weke “xefika Kurdan” bi nav kir. Sedema ku Kurdistan eksena Şerê Cîhanê yê 3’mîne diyar bike ev rastî ye. Her çiqas Kurdistan di nav çar netewe-dewletan de hatibe parvekirin jî, lê di rastiyê de şerê parçebûnê tenê demekê cemidand û hate rawestandin ku careke din bikeve rojevê. Dema ku dîroka me ya têkoşînê ya pêncî salî ev planên li ser welatê me pûç kir û bijardeya azadiyê ya gelê Kurd derxist holê, li dijî Rêber Apo komployeke navneteweyî hate kirin. Hêzên komploger ên ku bi hilweşandina sosyalîzma reel re biryar dan ku Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin û parve bikin, Tevgera Azadîyê weke xeterîyeke bîrdozî û siyasî dîtin.
Bê guman mirov; Bi awayê ramanê, jêhatiya bîrdozî, şêwaza şoreşgerî, helwesta exlaqî-polîtîk, hilberandin, hevgirtîbûn û pabendbûna xwe bersiva civakî dibîne. Lewma ger bersiva we ya civakî çêbibe hûn ê jî ava bibin. Di dema ku Tevgera Azadiya Kurdistanê û Têkoşîna Kurdistanê dikeve sala xwe ya 46’an de, dewleta Tirk a kolonyalîst, qirker û piştevanê wê Modernîteya Kapîtalîst, bi konseptek hovane polîtîkaya xwe ya qirkirina Kurdan didomînin. Polîtîkaya jenosîda Kurd ku navenda wê Rêber APO ye, îmha, dagirkerî û komkujîyê dike armanc. Ev konsepta hovane ya ku li ser vê bingehê berdewam dike, bi kûrkirina li hemû qadên di bin kontrola Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê de, zindanan jî di nav de, tê meşandin. Di dema ku Hêzên Azadiyê bi ked û kedeke sermirovî li qada şer têdikoşin, rêhevalên dîl di serî de Rêber APO li zindanan li dijî her cure zilm û zordariyê berxwedaneke bi heybet nîşan didin. Li ser vê bingehê xeta berxwedanê ya Rêbertiyê weke xeta stratejîk a bingehîn a têkoşîna gerîla hatiye qebûlkirin.
Kesên li dinyayê dijîn ji bo welatê xwe dixebitin, lê bi hezaran ajan û cerdevanên me yên xayîn hene. Serkêşiya dijmin dikin û her roj beşdarî operasyonan dibin û gûleya yekemîn berdidin. Ev lîstikek e ku li ser axa me tê lîstin da ku tovê nefretê bi hezaran salan di nav me de cîh bigire. Hin hunermend, rojnamevan û rewşenbîrên ku bûne hêmanên şerê taybet, qenal bi qenal digerin û operasyonên ferasetê li dar dixin. Hin kes jî li ser torên dijital de ‘’qehremantîya erzan’’ li me ferz dikin.
Bi rastî jî qehremanî çîye û çawa tê kirin me wek gelê Kurd û raya cihanî di 23’Cotmeha 2024’an de dît. Apocî hatin, 72 sehetan li himber arteşekî wan li berxwedan û Enqerê hejandin!
Rastiyek heye ku ji aliyê dîrok û tecrûbeya me ya têkoşînê ve hatiye îspatkirin: kaos û şerên mezin çarenûsa pêvajoyan weke rêya sêyemîn, enîyeke alternatîf a gelan, jinan û civaka demokratîk dîyar kiriye. Di nava kaosê de ti plan û encamên tê xwestin dernakeve û alternatîfa li berxwedêrên bindestan derdikeve holê. Ev bi qasî amadekirina pêvajoyê ye, bi qasî xwendina rast ve jî girêdayî ye. Em wek gelê Kurd pêwîste vê rastîyê fem bikin, dijmin heman dijmin e û ti tişt ne hatîye guhertin. Bi hin gotinên qaşo pêvajoya çareserî û gav avêtinên aşîtîyane dixwezin emrê desthilatdarîya xwe dirêj bikin û konsepta xweyê a tunekirina Kurd û Kurdistanê dewam bikin. Ji ber wê jî komplo hêj dewam dike.
Aqilê ku ruhê serdemê tewand îro li Îmraliyê esîr e. Civak bi xwe Rêber Apo ye, şehrezayê jiyana mirovahiyê, rûmet û heqîqetê ye. Ji ber vê yekê em hemû di bin esaretê de ne. Felsefeya ronahiyê ya Suhrewerdî ya ‘laş tarî ye, giyan ronahî ye’, îro di rastiya mirovê mezin de xwe dide der. Can ronahî ye, laş tarî ye! Ruh, yanî ronahî li Îmraliyê ye, laş jî (em) li derve û di tariyê de ye. Niha dema azadkirina ronahiyê, rizgarkirina bedenê bi tevahî, dayîna wate û azadiyê ye.