Li Kobanê bi dirûşmeya “Bi çand û hunera neteweya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin û azadiya fîzîkî a Rêber Apo misoger bikin” bi hevkariya Navenda Xabûr ya bajarê Hesekê, ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido şevbuhêrka dengbêjiyê hat lidarxistin. Dengbêjên Hesekê, Kobanê û gelek kes berşdarî şevbuhêrkê bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, rêvebera Şanoyê ya Çand û Hunera Baqî Xido Leyla Ehmed axivî. Leyla Ehmed diyar kir ku kes nikare wan ji çanda wan dûr bixe û wiha got: “Em ê bi çand û dengbêjiya xwe hem azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin û hem jî piştgiriya xwe ya ji bo gelê me yê Bakur nîşan bidin.”
Piştre koma Şehîd Hogir û koma dengbêjiyê ya Kobanê stranên xwe yên gelêrî û stranên xwe yên folklorî pêşkêş kirin.