În, 17 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Ewlehiya rasteqîn atmosfereke dibistanê ye ku zarok lê hurmetê dibînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sîmge Yardim: Divê em li wê pergalê bipirsin ku zarok dike kujer

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul  Dogan: Peywira komîsyonê diyarkirina çarçoveya qanûnî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê rêxistinên hiqûqê: ‘Bila binpêkirin bidawî bibin û mirina Çevîren bê zelalkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 xwendekarên li Mereşê hatin kuştin hatin veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Silêmaniye û Koye êrişên bi droneyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xizmeta bi zimanê dayikê ji bo gihîştina gelemperî û wekheviyê pêdiviyeke neçarî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Guhertina Parêzgerê Kerkûkê encama peymanekê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihemed Seman ji bo Walîtiya Kerkûkê hat hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê cejnek di nav aramiya biharê û coşa hebûnê de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser cil û bergan rêçên xwîn û şewitandin: Divê mirina biguman were eşkerekirin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rêxistinên jinan: ‘Qetlîamên jinan siyasî ne, bila rastî werin ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê Îran rêbazên çareseriya demokratîk esas bigire’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Di 19’ê Nîsanê em li Gemlîkê li hev bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê jinek hate kuştin, keça wê bi giranî birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Gulistan Dokû de geşedana nû: ‘Di dema bûyerê de di wesayîtê de bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dêrsimê jinan çalaki ji bo Gulîstan Doku li dar xist: Bila Tuncay Sonel bê darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partiyê Wezîrê Perwerdeya Millî derewand
Rojane

DEM Partiyê Wezîrê Perwerdeya Millî derewand

Komîsyona Çand û Hunerê ya DEM Partiyê îdîayên Wezîrê Perwerdeya Millî yên der barê DEM Partiyê derewand û destnîşan kir ku wê dest ji mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê bernedin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komîsyona Çand û Hunerê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî mafê perwerdeya zimanê dayikê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekin di kongreya partiya xwe ya Navçeya Navendî ya Êlihê de îdia kir ku endamên Partiya DEMê rê li ber vekirina kursên Kurdî û dersên hilbijêrkî yên Kurdî digirin û dîsa ji ber astengkirina Partiya DEMê dersên Kurdî yên perwerdeya taybet hatine girtin. Ev gotinên Wezîr ji rastiyê qutbûyî ne, bi van hewlan dixwazin xwe ji berpirsyariya xwe pak bikin û sûcdariya xwe înkar bikin. Xuya ye, wekî her carê, desthilat hemû pirsgirêkên ku ji ber polîtîkayên wan derketine holê înkar dike û bi sûcdarkirinan hewl dide hesabên nû bike. Lê belê, rastî pir aşkera ye ku kes nikare veşêre. 

Dema ku Wezîr van gotinan dike, ma haya wî ji vê yekê tuneye ku desthilatê di meclisê de zimanê Kurdî wek zimanekî nenas îlan kiriye, ji walîtiyan re gelek giştîname şandiye ji bo ku nivîsên Kurdî yên wekî ‘Pêşî Peya’ yên şaredariyan ji ser kolanan bên rakirin? Ma haya Wezîr ji kirdariyên qeyûmên tayînkirî tune ye ku wan ewila ewil tabelayên Kurdî ji şaredariyên me daxistin, malperên Kurdî û hesabên medyaya civakî rakirin, kreşên Kurdî girtin? Ma haya Wezîr ji qedexekirina konserên Kurdî nîne? Di sala 2016’an de bi biryara îdarî ya hikûmetê, yekane dibistana taybet a Kurdî ya ku gel bi derfetên xwe vekiribû Ferzad Kemanger ma ji aliyê vê desthilatê ve nehat girtin? Vê desthilatê di 24’ê Îlona 2024’an de êriş nebir ser Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER), Payîz Pirtûk û Koperatîfa Perwerdehiya Ziman û Hunerê ya Anka ku kursên Kurdî didin? Wezîr van gotinên dûrî rastiyê dike lê belê hîna hefteyek jî di ser qedexekirina konserên hunermendên Kurd re derbas nebûye.

Partiya DEMê û kevneşopiya wê ya siyasî ji roja damezrandina xwe ve, ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê, bi taybetî bi zimanê Kurdî û ji bo zimanê dayikê yê hemû gelan têdikoşe. Ji bo ku zimanê dayikê li qadên giştî bi awayekî azad bê bikaranîn, Partiya me têkoşîna herî mezin dide. Me gelek caran anî ziman ku daxwaza zimanê dayikê ya gelekî ku bi milyonan kesan pêk tê, bi dersên hilbijêrkî pêk nayê û daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê bi van dersan nayên sînordarkirin, ku ev dersên hilbijêrkî jî di encama têkoşîna me de hatine bidestxistin. Desthilatdariya AKP-MHPê destkeftiyên gelê Kurd ên di encama têkoşîna sed salî de hatine bidestxistin, ji gelê me re weke qencî nîşan dide, lê li aliyê din jî her xebatên li ser zimanê Kurdî terorîze dike û asteng dike. Bi hezaran mamosteyên Kurdî ku li benda tayînkirinê ne nayên tayînkirin. Dersên hilbijêrkî yên Kurdî ku di hefteyê de 2 saet wext jê re hatiye veqetandin dûrî aqil e lê belê li ser van du saetan jî dek û dolabên curbicur tên kirin. Ev desthilata ku bi fêlbaziyan nahêle dê û bav û xwendekar dersên hilbijêrkî yên Kurdî hilbijêrin, astenga herî mezin e li pêşiya zimanê Kurdî. Diçin Amedê û ji bo rayên Kurdan bigirin du peyvên Kurdî bi lêv dikin û piştî ku vedigerin Enqereyê zimanê Kurdî wek zimanekî nenas pênase dikin. Ev delîla herî mezin a siyaseta durû ya vê desthilatê ye û gelê me ye vê kesayetiya durû ya desthilatê ji nêz ve nas dike. Bi van gotin û kiryarên nelihev desthilatê polîtîkaya xwe ya durû dîsa aşkera kir.

Perwerde ne berovajîkirina heqîqetê ye, hînkirin û xurtkirina wê ye. Ji perwerde û welêt re şerm e ku Wezîrê Perwerdeyê rastiyan ewqasî berovajî bike. Divê ji vê derê li çavkaniya rizîbûnê bê kolandin. Partiya me têkoşîna zimanê gel weke sedema hebûna xwe dibîne û wiha pênase dike. Partiya me her tim piştgirî daye her tevkariyê ku ji bo zimanê gelê Kurd kêrhatî ye. 

Gotina me ya li Wezîrê Perwerdeyê ev e:

Hûn hemû astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê Kurdî rakin, kursên zimên, dibistan û kreşên bi Kurdî vekin, em ê jî bi kampanyayan xwendekaran bibînin. Em weke Partiya DEMê tu carî ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê paşde gav navêjin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di êrişa bombeyî de 3 leşkerên Iraqê mirin, 3 jî birîndar bûn
Nûçeya Pişt re Dewleta Tirk xwezaya Kurdistanê talan dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çete li Minbicê ji bo vegerandina mal û milkan pere dixwazin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker mal…

Ji aliyê Stêrk TV

8’ê Adarê li Helsinkiyê hat pîrozkirin

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li paytexta FInlandiya Helsînkiyê meş û…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Divê gavên şênber bêne avêtin, pêvajoya qanûnî destpê bike’

Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku Tevgera Azadiyê ya Kurd berpirsyariyên xwe yên ji bo aştiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Myanmarê cezayên darvekirinê hatin rakirin: Bi hezaran girtî hatin efûkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Silêmaniye û Koye êrişên bi droneyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Ewlehiya rasteqîn atmosfereke dibistanê ye ku zarok lê hurmetê dibînin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sîmge Yardim: Divê em li wê pergalê bipirsin ku zarok dike kujer

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?