Şemî, 30 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Şemiyê di cejnê de hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûray Turkmen: Berpirsiyariya meseleyê bes ne ya DEM Partiyê ye, ya hemû derdoran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Engîn Sever: Divê rast nêzî Mafê Hêviyê bibin, em ê li qadan bin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Çorûmê: DEM Partiyê ji bo aştiyê banga rûbirûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Jiyana du birayên ku darizandina wan dest pê kir di xetereyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Êlih, Colemêrg û Rihayê aqûbeta windayan hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya Waisi yê hatî darvekirin, ji bo zarokan hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bê komînbûyîn bê rêxistinbûyîn e bê rêxistinbûyîn jî perçebûn e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna li Gimgimê didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi coş û girseyî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCÊ-E’yê ji bo Festîvala Çanda Êzidxanê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê
Jin

Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê

Ev bêhna azadiyê, bihara ramanên Rêbertiyê digihêje baxçe û gulistana Şîlan jî. Ev gula xemgîn û bê av bi ramanên azad tê avdan. Ji milê manewî û wêrektiyê ve li ser ruhê Şîlanê tê barkirin û Şîlan bêhneke kûr dikişîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Di portreya Mona Lîsa ya ji hêla fîlozof, nivîskar û wênesaz Leonardo da Vinci ve hatiye xêzkirin de hem ken hem jî xemgînî heye. Lê nehatiye gotin bê çima rûyek du dîmenan nîşan dide.

Ez ê niha behsa Mona Lîsaya me ji we re bikim bê çima hem xemgîn hem jî kêfxweş e.

Di nîrê paşverûtiya civakê û feraseta eşîrtiyê de jin di nav malê de di rêza yekê de nayê pejirandin. Eger jinek bi xwe pir zîrek û bi hêz be, wê di malê de ne bi nasnameya jinekê, mîna kur e were pêşwazîkirin û pêşkeşkirin.  

Ji lewra Şîlana me hê dema zarok e bi van ferasetan û li cihekî ji warê wê Kobanê xerîb, li Helebê dijî. Zimanê zarokên bi wan re dilîze jî nizane. Ev xerîbî û feraset di dema dibistanê de jî bi heman rengî ye.  Xwendina zarokên keç di bala her kesî de nîne. Şîlan êdî di temenekî pir biçûk de wê li hember astengî û bendên giran dest bi têkoşîneke dijwar a jiyanê bike. 

Êdî hesab li cem we ye. Şîlan coş û kelecana zarokatiyê ya roj bi roj dikeve ferqa hebûna xwe û kêlî bi kêlî bi keşfkirina jiyanê wê bijî û têkoşîn bike. Di wê têkoşînê de wê bi zehmetiyên mezin re rûbirû bimîne. Hele hele Kurdîtî di rêza dawî, li pişt derî û perdeya malbatê de tê jiyîn. Pêwîst e li dibistanê jî qet neyê ziman. Ango biyanîbûn serwer e. Lê belê nayê wê wateyê ku wê Şîlan li gor wê wate, çarçove û rewşa heyî tevbigere û wê wer qebûl bike. Ji lewra êdî wêrekiya Şîlan mijara gotinê ye.

Tevî nakokiyên me li jor anîn ziman û wêrekiya Şîlanê êdî mîna gul û gupikên şîlanên azadiyê tov û şitlên xwe avêtiye Kurdistanê. Êdî hêdî hêdî weke kulîlkekên bi rişreşkeke barana payîzê re serî radikin û balê dikişînin ser xwe. Komên biçûk ên telebeyan şitlên azadiyê, ramanên Rêber Apo li Kobaniya ku Şîlan bi eslê xwe jê ye, li tevahiya Başûrê Biçûk (Rojava) belav dikin û diçînin.

Ev bêhna azadiyê, bihara ramanên Rêbertiyê digihêje baxçe û gulistana Şîlan jî. Ev gula xemgîn û bê av bi ramanên azad tê avdan. Ji milê manewî û wêrektiyê ve li ser ruhê Şîlanê tê barkirin û Şîlan bêhneke kûr dikişîne. Ma êdî kî û çi dikare bêhna vê Şîlanê bigire? Wêrekiyek li ser wêrekiya Şîlan hatiye barkirin. Şîlan êdî bedewî, bêhn, hêz û evîna xwe derdixe pêş. Êdî rûyê Şîlan ê bi ken fireh dibe. Xemgîniya li ser rûyê wê, metirsiyên wê, hesret û bêrîkirinên wê bêdeng di cihê xwe de dimînin.  

Ew kezî û biskên veşartî, yek bi yek têne vekirin û li ber bayê ramanên Rêber Apo difirin. Ew dengê hêdî û nizm êdî bilind û gur dibe. Awirên çavên melûl, tûj û bi hêrs dibin. Baskên Şîlan vedibin. Weke kaniyeke hênik diherike û tiştek nikare xwe li ber bigire. Êdî ne bi tenê ye jî Şîlan. Li şûna yek û dudiyan, bi sedan ciwan û jinên Kurd li derdora xwe û Rêbertiyê dibîne.

Piştî perwerdeyeke bîrdozî û eskerî ya li cem Rêbertî derbasî çiyayan, qada Botanê dibe, Şîlan. Ji Herekola Mîran, Cûdî, Gabar, Besta, Heftenîn, Xinêre, tevahiya Başûrê Kurdistanê têkoşînê dimeşîne. Wekî çeman diherike, mîna çiyayan bilind dibe, weke mêrgan hêşîn dibe, mîna daran berhem û  fêkî dide. Tim û tim diafirîne, ava dike. Mîna dayika xwedawend a di serdema neolîtîkê de civakê û berheman komî ser hev dike, Şîlan jî ji bo şoreşa Jinê jina jixwebawer, bi îrade, bi hêz, cesaret û serbilind pêş dixe.

Bi tecrûbe, dilsozî, zanebûn û têkoşeriya xwe ji hêla hemû hevalên xwe ve tê hezkirin û rastî hurmeteke mezin tê. Di aliyê xweseriya jin de jî mîna senger û çepereke bi rêkûpêk e. Di perwerde, artêşbûna jin, îdeolojiya rizgariya jin de hem pêşengtiyeke bêhempa dike hem jî pêşengan ava dike, pêş dixe. Di dilsoziya xwe ya bi Rêbertî, nirxên şoreşê, şehîdan, sosyolojiya civakê û jinê re muezem e. Hêza xwe ya aqil bi tevahî xistiye nav tevgerê. Neqeb, mesafe û qelîştokeke mezin kiriye navbera jin û qederê. Mirov dikare bêje ku di deryaya Rêbertiyê de giraveke bedew a jinan bû.

Belê dema di nav deryayekê de giravek hebe wê ji hêla rêwiyan ve jî balê bikişîne. Bêguman dibe ku bibe hedefa xêrnexwazan jî. Şîlan ji ber hê di zarokatiya xwe de bi paşverûtiya civakê, eşîrê û desthilatdariyê re ketibû nav şer, ev şer bi siyaset, felsefe û xwebûyîna jinê re jî hatiye dijwarkirin. Bûye kesayeteke bi ramanên azadiyê yên Rêber Apo parzûnkirî.

Di dema fedakariyê de fedakar e. Di nav şervanên xwe de weke fermandar û rêveber pir tê hezkirin. Ji hemû derdan re dibe derman, ji pirsgirêkan re dibe çavkaniya çareseriyê. Weke helbestekê derbasî giyanê şervanên xwe dibe. Wan ji xeman dûr dixe û dixe nav coş û kelecanê. Şîlan ji dijmin û neyaran re jî weke kesayeteke ji agir e.

Li hember hemû kêmasî û şaşiyên jinan bi bertek e. Ji bo kesayetên xurt, wêrek û fedaî ava bike di nav têkoşîneke bi heybet de ye. Di aliyê dadmendiyê de jî xwedî helwest e, wekheviyê esas digire. Dilsoz û bawermendeke mezin e. Haya wê ji mijara girîngiya Rêbertî dide xeta azadiyê jinê heye. Bi vê bawerî û dilsoziyê heya kêliya şehadeta xwe jî têkoşîn meşand.

Li hember tesfiyekarên piştî dîlgirtina Rêbertî çavên xwe berdabûn nirxên hatine avakirin û dixwestin wan ji bo berjewendiyên xwe yên xemar bi kar bînin, hevrê Şîlan berxwedan û têkoşîneke layiqî Rêbertî û şehîdan meşand. Hevrê Şîlan a bi têkoşîn û berxwedana xwe mohra xwe li serdemekê xist bi hevrêyên xwe Fûad, Cemîl, Ciwan û Zekeriya re 29’ê Mijdara 2004’an li Mûsilê bi komployeke bêbext hatin qetilkirin û tevlî karwanê nemiran bûn.

Fûad, Cemîl, Ciwan û Zekeriya jî bi helwest, têkoşîn, berxwedan û fedakariya xwe ya bi salan tevkariyeke girîng li doza Kurdistanê, Tevgera Azadiyê xistin. Wan hevrêyan ti carî çavên xwe li kêmasiyan negirtin, rê nedan xayîn û hîlekaran.

Em soz didin xwedî li bîranên şehîdan derkevin. Em ê xeyalên şehîdên xwe yên îro jiyanî bûne bi hemû hêza xwe biparêzin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên Şemiyê ji bo Mahmut Dogan edalet xwest
Nûçeya Pişt re Xizmên windayan banga edaletê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Newroz semboleke neteweyî ye û em ê li binarê Qendîlê pîroz bikin’

Endama Tevgera Azadiyê Sara Rezayê têkildarî Newroza îsal wiha got: “Newroz semboleke neteweyî ye û…

Ji aliyê Stêrk TV

Mîrxan Karker: Cewhera Îslamê komunal le

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Mîrxan Karker diyar kir ku cewhera Îslamê komunal…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê ji bo 10 kesan cezayê dervekirinê hat birîn

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku Îranê li 10 kesên ku tevlî serhildanên “Jin, Jiyan,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Jiyana du birayên ku darizandina wan dest pê kir di xetereyê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amed, Êlih, Colemêrg û Rihayê aqûbeta windayan hate pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Sûriyeyê bi deh hezaran DAÎŞ’iyan fîrar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nameya Waisi yê hatî darvekirin, ji bo zarokan hate weşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?