Di portreya Mona Lîsa ya ji hêla fîlozof, nivîskar û wênesaz Leonardo da Vinci ve hatiye xêzkirin de hem ken hem jî xemgînî heye. Lê nehatiye gotin bê çima rûyek du dîmenan nîşan dide.
Ez ê niha behsa Mona Lîsaya me ji we re bikim bê çima hem xemgîn hem jî kêfxweş e.
Di nîrê paşverûtiya civakê û feraseta eşîrtiyê de jin di nav malê de di rêza yekê de nayê pejirandin. Eger jinek bi xwe pir zîrek û bi hêz be, wê di malê de ne bi nasnameya jinekê, mîna kur e were pêşwazîkirin û pêşkeşkirin.
Ji lewra Şîlana me hê dema zarok e bi van ferasetan û li cihekî ji warê wê Kobanê xerîb, li Helebê dijî. Zimanê zarokên bi wan re dilîze jî nizane. Ev xerîbî û feraset di dema dibistanê de jî bi heman rengî ye. Xwendina zarokên keç di bala her kesî de nîne. Şîlan êdî di temenekî pir biçûk de wê li hember astengî û bendên giran dest bi têkoşîneke dijwar a jiyanê bike.
Êdî hesab li cem we ye. Şîlan coş û kelecana zarokatiyê ya roj bi roj dikeve ferqa hebûna xwe û kêlî bi kêlî bi keşfkirina jiyanê wê bijî û têkoşîn bike. Di wê têkoşînê de wê bi zehmetiyên mezin re rûbirû bimîne. Hele hele Kurdîtî di rêza dawî, li pişt derî û perdeya malbatê de tê jiyîn. Pêwîst e li dibistanê jî qet neyê ziman. Ango biyanîbûn serwer e. Lê belê nayê wê wateyê ku wê Şîlan li gor wê wate, çarçove û rewşa heyî tevbigere û wê wer qebûl bike. Ji lewra êdî wêrekiya Şîlan mijara gotinê ye.
Tevî nakokiyên me li jor anîn ziman û wêrekiya Şîlanê êdî mîna gul û gupikên şîlanên azadiyê tov û şitlên xwe avêtiye Kurdistanê. Êdî hêdî hêdî weke kulîlkekên bi rişreşkeke barana payîzê re serî radikin û balê dikişînin ser xwe. Komên biçûk ên telebeyan şitlên azadiyê, ramanên Rêber Apo li Kobaniya ku Şîlan bi eslê xwe jê ye, li tevahiya Başûrê Biçûk (Rojava) belav dikin û diçînin.
Ev bêhna azadiyê, bihara ramanên Rêbertiyê digihêje baxçe û gulistana Şîlan jî. Ev gula xemgîn û bê av bi ramanên azad tê avdan. Ji milê manewî û wêrektiyê ve li ser ruhê Şîlanê tê barkirin û Şîlan bêhneke kûr dikişîne. Ma êdî kî û çi dikare bêhna vê Şîlanê bigire? Wêrekiyek li ser wêrekiya Şîlan hatiye barkirin. Şîlan êdî bedewî, bêhn, hêz û evîna xwe derdixe pêş. Êdî rûyê Şîlan ê bi ken fireh dibe. Xemgîniya li ser rûyê wê, metirsiyên wê, hesret û bêrîkirinên wê bêdeng di cihê xwe de dimînin.
Ew kezî û biskên veşartî, yek bi yek têne vekirin û li ber bayê ramanên Rêber Apo difirin. Ew dengê hêdî û nizm êdî bilind û gur dibe. Awirên çavên melûl, tûj û bi hêrs dibin. Baskên Şîlan vedibin. Weke kaniyeke hênik diherike û tiştek nikare xwe li ber bigire. Êdî ne bi tenê ye jî Şîlan. Li şûna yek û dudiyan, bi sedan ciwan û jinên Kurd li derdora xwe û Rêbertiyê dibîne.
Piştî perwerdeyeke bîrdozî û eskerî ya li cem Rêbertî derbasî çiyayan, qada Botanê dibe, Şîlan. Ji Herekola Mîran, Cûdî, Gabar, Besta, Heftenîn, Xinêre, tevahiya Başûrê Kurdistanê têkoşînê dimeşîne. Wekî çeman diherike, mîna çiyayan bilind dibe, weke mêrgan hêşîn dibe, mîna daran berhem û fêkî dide. Tim û tim diafirîne, ava dike. Mîna dayika xwedawend a di serdema neolîtîkê de civakê û berheman komî ser hev dike, Şîlan jî ji bo şoreşa Jinê jina jixwebawer, bi îrade, bi hêz, cesaret û serbilind pêş dixe.
Bi tecrûbe, dilsozî, zanebûn û têkoşeriya xwe ji hêla hemû hevalên xwe ve tê hezkirin û rastî hurmeteke mezin tê. Di aliyê xweseriya jin de jî mîna senger û çepereke bi rêkûpêk e. Di perwerde, artêşbûna jin, îdeolojiya rizgariya jin de hem pêşengtiyeke bêhempa dike hem jî pêşengan ava dike, pêş dixe. Di dilsoziya xwe ya bi Rêbertî, nirxên şoreşê, şehîdan, sosyolojiya civakê û jinê re muezem e. Hêza xwe ya aqil bi tevahî xistiye nav tevgerê. Neqeb, mesafe û qelîştokeke mezin kiriye navbera jin û qederê. Mirov dikare bêje ku di deryaya Rêbertiyê de giraveke bedew a jinan bû.
Belê dema di nav deryayekê de giravek hebe wê ji hêla rêwiyan ve jî balê bikişîne. Bêguman dibe ku bibe hedefa xêrnexwazan jî. Şîlan ji ber hê di zarokatiya xwe de bi paşverûtiya civakê, eşîrê û desthilatdariyê re ketibû nav şer, ev şer bi siyaset, felsefe û xwebûyîna jinê re jî hatiye dijwarkirin. Bûye kesayeteke bi ramanên azadiyê yên Rêber Apo parzûnkirî.
Di dema fedakariyê de fedakar e. Di nav şervanên xwe de weke fermandar û rêveber pir tê hezkirin. Ji hemû derdan re dibe derman, ji pirsgirêkan re dibe çavkaniya çareseriyê. Weke helbestekê derbasî giyanê şervanên xwe dibe. Wan ji xeman dûr dixe û dixe nav coş û kelecanê. Şîlan ji dijmin û neyaran re jî weke kesayeteke ji agir e.
Li hember hemû kêmasî û şaşiyên jinan bi bertek e. Ji bo kesayetên xurt, wêrek û fedaî ava bike di nav têkoşîneke bi heybet de ye. Di aliyê dadmendiyê de jî xwedî helwest e, wekheviyê esas digire. Dilsoz û bawermendeke mezin e. Haya wê ji mijara girîngiya Rêbertî dide xeta azadiyê jinê heye. Bi vê bawerî û dilsoziyê heya kêliya şehadeta xwe jî têkoşîn meşand.
Li hember tesfiyekarên piştî dîlgirtina Rêbertî çavên xwe berdabûn nirxên hatine avakirin û dixwestin wan ji bo berjewendiyên xwe yên xemar bi kar bînin, hevrê Şîlan berxwedan û têkoşîneke layiqî Rêbertî û şehîdan meşand. Hevrê Şîlan a bi têkoşîn û berxwedana xwe mohra xwe li serdemekê xist bi hevrêyên xwe Fûad, Cemîl, Ciwan û Zekeriya re 29’ê Mijdara 2004’an li Mûsilê bi komployeke bêbext hatin qetilkirin û tevlî karwanê nemiran bûn.
Fûad, Cemîl, Ciwan û Zekeriya jî bi helwest, têkoşîn, berxwedan û fedakariya xwe ya bi salan tevkariyeke girîng li doza Kurdistanê, Tevgera Azadiyê xistin. Wan hevrêyan ti carî çavên xwe li kêmasiyan negirtin, rê nedan xayîn û hîlekaran.
Em soz didin xwedî li bîranên şehîdan derkevin. Em ê xeyalên şehîdên xwe yên îro jiyanî bûne bi hemû hêza xwe biparêzin.

