Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şehîdan, ev tişt diyar kir:
“Sala 2018’an di êrîşa dijmin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de hevrêyên me Kendal Dêrik, Mizgîn Umut, Xwînrêj Cûdî û Bager Farqîn şehîd bûn. Em hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.
Fermandarê me yê hêja hevrê Kendal Mêrdîn serketinên mezin di jiyana xwe ya şoreşgeriyê ya 20 salan de pêk aniye û sînorên Kurdistanê derbas kir, hewl da têkoşîna me ya azadiyê bigihîne gelên cuda. Ji roja tevlî nava refên gerîla bûyî û heta kêliya gihiştî şehadetê, bû xwediyê têkoşîneke bênavber. Bi kesayeta xwe ya kedkar û fedekar a ku bi felsefeya Rêber Apo ava kirî, her tim bû milîtanê wezîfeyên herî zehmet. Hevrêyê me ji zozanên Kelareşê heta lûtkeyên Amanos û Zagrosan li gelek qadan gerîlatî kir û li pey agirê azadiyê yê di dilê xwe de çû. Di şexsê bavê xwe yê şehîd de ku ew ti carî nedîtibû, ji bo tola hemû komkujiyên ku bi serê gelê me hatine hilîne û azadiya gelê me mîsoger bike, di nava refên gerîla de cihê xwe girt. Hevrêyê me Kendal di nava refên têkoşînê de hêrsa xwe ya li hemberî dijmin roj bi roj mezin kir û veguherî volkanekî. Weke şervan û fermandarekî, li her qadê armanc kir ku li dijî dijmin çalakî bike û ev yek kir armanca xwe ya sereke. Di gelek çalakiyên hatine lidarxistin de, bi keda xwe bû diyarker. Bi jiyana xwe ya dilnizm û dilsoziya xwe ya kûr a bi hevrêyên xwe re, di hişê hemû hevrêyên xwe de şop hişt. Em soz didin ku bîranîna hevrê Kendal di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.
Jina biwêrek a Rojhilatê Kurdistanê, fermandara me ya hêja hevrê Mizgîn di lêgerîna xwe ya ji bo jiyana azad de partiya me PKK û rastiya Rêber Apo nas kir. Bû yek ji hevrêyên me yên ku di vê rastiyê de dihelin. Hevrêya me Mizgîn li dijî sîstema mêr a ku koletiya jinê lê tê ferzkirin, felsefeya Rêber Apo weke ava jiyanê pênase kir û ji rojên destpêkê yên gerîlatiyê û vir ve esas girt ku xwe di vê avê de bişû. Hingî ku ji bandorên kapîtalîzmê rizgar bû, jiyana azad heta hemû hucreyên xwe hîs kir. Hevrêya me parastina jiyana Apoyî, weke armanca xwe ya herî esas diyar kir. Di ferqê de bû ku ev yek bi pisporiya îdeolojîk û leşkerî pêkan e û di her kêliyê de esas girt ku xwe pêş bixe. Hevrêya me ji bo ku bibe milîtaneke xurt a xeta azadiya jinê ya ku bi PAJK’ê re şênber bûye, bi hewldaneke mezin têkoşiya. Her roja borî di kesayeta xwe de geşedanên girîng afirand û ji bo bibe jineke azad bi gavên xurt ber bi pêş çû. Hevrêya me Mizgîn di ferqê de bû ku parastina jiyana azad, pratîkeke xurt a gerîlatiyê dixwaze û bû yek ji mînakên herî berbiçav a milîtaniya jina ku şer dike, bedew dibe.
Zarokê biwêrek ê Botanê hevrê Xwînrêj ji nava gelê Botan ê qedîm hat. Di kesayeta xwe de nûneriya welatparêzî, şervanî û dilsoziya gelê Botanê ya bi welêt re kir û bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Xwînrêj hêrsa xwe ya li hemberî dijmin li bajêr, zindan û çiyayan timî di rewşa çalakiyê de nîşan da û ev hêrsa xwe her roja borî mezin kir. Bû şoreşgerekî ku ciwanên Kurd wî her tim ji xwe re mînak bigirin. Li gelek herêmên Kurdistanê têkoşiya û her tim bi gelê me re di eniyên berxwedanê de bû. Bi cesareta xwe weke heqîqeta milîtaniya Apoyî ya xurt cihê xwe yê di nava dîroka têkoşîna me de girt.
Hevrêyê me Bager ê ku bi çand û exlaqê ku ji malbata xwe wergirtî, bi felsefeya Apoyî re pijiya û bû milîtanekî egîd. Bû navê ruhê ciwanên Apoyî yê li çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Bager her kêliya xwe fedayê têkoşînê kir û bi pratîka xwe îspat kir ku azadî encex bi zanebûna heqîqeta Rêber Apo pêkan e. Ji Garzanê dest bi meşa xwe ya azadiyê kir û ev meş li lûtkeyên bilind ên Zagrosan bi wate kir. Hevrêyê me Bager heta nefesa xwe ya dawî, dilsozê nirxên azadiyê ma û ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Em ê her tim wî bi rêzdarî bi bîr bînin û teqez xeyalên wî pêk bînin.
Weke hevrêyên wan di serî de malbatên hêja yên fermandarên me Kendal û Mizgîn û milîtanên Apoyî hevrêyên me Xwînrêj û Bager, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û di şexsê hevrê Kendal, Mizgîn, Xwînrêj û Bager de soza xwe ya ji bo Kurdistana azad dubare dikin.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:
Nasnav: Kendal Dêrik Nav û Paşnav: Suleyman Çelîk Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn Navê Dayik – Bav: Nuriye – Husnu Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê Cotmeha 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Nasnav: Mizgîn Umut Nav û Paşnav: Aliye Îsazade Cihê Jidayikbûnê: Ûrmiye Navê Dayik – Bav: Îltîfat – Hemdîn Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê Cotmeha 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Nasnav: Xwînrêj Cûdî Nav û Paşnav: Serdar Bayar Cihê Jidayikbûnê: Şirnex Navê Dayik – Bav: Behiye – Ramazan Cih û Dîroka Şehadetê: 20’ê Tîrmeha 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Nasnav: Bager Farqin Nav û Paşnav: Muhammed Abdulrezak Eser Cihê Jidayikbûnê: Amed Navê Dayik – Bav: Medîne – Abdullah Cih û Dîroka Şehadetê: 20’ê Tîrmeha 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Wê berfirehiya daxuyaniyê were…