Meşa Jinan a Cîhanî ya (DYK) Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn, ji bo şermezarkirina biryara darvekirina Werîşe Mûradî ku dewleta Îranê 10’ê Mijdarê lê birîbû daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: “Di vê kêla dîrokî de ku li Kurdistan û Îranê şahidiya derketina şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” dike, em careke din tînin ziman ku em ê li her derê piştgiriya jinên berxwedêr bikin û em ê ji vê yekê paşde gav neavêjin.”
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Jin li her derê dinyayê rastî şîdeta organîze ya rejîmên zordest tên ku ev rejîm bi bêdengkirina dengên azad û bi destesekirina vîna gelan dixwazin desthilatdariya xwe hêzdar bikin. Li van welatan şîdeta li dijî jinan ne tenê amûreke zextê ye; ew polîtîkaya çavtirsandinê ye ku daxwazên azadî û edaletê tepeser dike û dixwaze vîna gel desteser bike.
Meşa Jinan a Cîhanî ya herêma Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn, cezayê darvekirina li aktîvîsta Kurd Werîşe Mûradî hatî birîn bi awayekî herî tund şermezar dike. Werîşe Mûradî di Tebaxa 2023’an de beşdarî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bibû û ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû girtin. Mûradî ji roja hatiye girtin heta niha rastî êşkenceya psîkolojîk û fîzîkî tê. Rewşa Werîşeyê ne mijareke şexsî ye; ev parçeyek ji kampanyaya sîstematîk e ku jinên li dijî wan radibin dikin hedef. Ev cezayê darvekirinê tezahura komkujiyê ye ku jinên aktîvîst ên ku doza edalet û wekheviyê dikin dike hedef.
ERÎŞE MÛRADÎ AKTÎVÎSTEKE WÊREK E
Wekî tê zanîn, Werîşe Mûradî aktîvîsteke wêrek e ku Îranê ew ji bo rejîma Îslamê ya zordest wekî gefekê dibîne. Li Îran û Kurdistanê zêdekirina zextê, bêdengkirina jinan û hewla şikandina vîna wan a di têkoşîna azadî û rûmetê de hewleke pûç e. Bi rêya dozên Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî, Şerîfe Muhammedî û jinên din ên wêrek dixwazin çavê hemû jinên ku li dijî zextê derdikevin û doza azadiyê dkkin bitirsînin.
EM LI DIJÎ ZILMÊ BIBIN YEK
Em wek Meşa Jinan a Cîhanî ya herêma Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn, van polîtîkayên ku bi çarenûsa jin û zarokan dilîzin, wan qurbanî şer û pevçûnan dikin şermezar dikin. Em ê ji bo rawestandina van sûcan, ji bo parastina mafên jinan li dijî her kesê ku dixwaze jinan bêdeng bike têkoşîna xwe bidomînin. Jin, Jiyan, Azadî! Em bi hev re li dijî polîtîkayên îmhakirinê têbikoşin û li dijî zilmê bibin yek.”