Yekîtiya Rojnamevanên Jin a Kurdistanê (ROJIN) bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jınê, daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Em di qonaxeke welê de ne ku li Kurdistan û cîhanê têkoşîna jinan a li dijî tundiya dewleta mêr, gihiştiye lûtkeyê. Sîstema baviksalar a dijminê jinê, dixwaze vê têkoşînê asteng bike. Tundiya pir alî weke çekekê li dijî jinan bi kar tîne û armanc dike ku jinan ji lêgerîn û têkoşîna azadiyê dûr bike.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di salên dawî de li qadên pîşeyî yên curbe cur tundiya li ser jinê, zêde bûye û wiha hate gotin, “Yek ji van pîşeyan jî, rojnamevanî ye. Rojnamevanên jin daxwaz, maf, deng, gotin û têkoşîna jinan hîn zêdetir radixe ber çavan, lewma ev yek dibe sedem ku rojnamevanên jin bên hedefgirtin. Sîstema desthilatdariya baviksalar naxwaze polîtîkayên wî yên dijminê jinê, li ti qadê eşkere bibin. Lewma bi taybetî êrîşî rojnamevanên jin tê kirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de, ev bang hate kirin: “Weke ROJIN em ê di 25’ê Mijdarê de ji bo hem deng, gotin û daxwazên jinan ragihînin civakê, hem jî li dijî tundiya dewleta mêr li qadan bin.”