Duşem, 13 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêxistinên civakî yên sivîl bang li Iraqê kir ku bibe endamê ICC

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Tirkiye li ber biryardanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê giştînameyek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Keleş: Divê siyaseta Kurdî dîplomasiyeke xurt bimeşîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Cansiz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Silêmanî geştên hewayî yên navneteweyî destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ: Hevrêyê me Mazlum Serêçiya şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Nizar Amêdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana Ramazan Kiran ê ku piştî 33 salan hat berdan, kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Şengalê pirtûkxaneyeke nû li Şengalê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî xwe ji Çarşema Serê Nîsanê re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Evrîm Alataş hate bîranîn: Em ê mîrateya wê ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bernê ji bo Yenar Mihemed bîranîn hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KJK: Divê em bi rengekî mezin li ber xwe bidin û bi ser bikevin
Kurdistan

KJK: Divê em bi rengekî mezin li ber xwe bidin û bi ser bikevin

Koordînasyona KJK'ê banga xwedîderketina li têkoşîna li Rojava kir û got, "Di van rojan de ku ji bo Rojhilata Navîn saet jî gelekî girîng in, divê em bi xurtî li ber xwe bidin û bi ser bikevin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Di daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê de hate gotin, “Şerê Cîhanê yê 3’yemîn hîn li Rojhilata Navîn diqewime. Bi taybetî piştî şerê Îsraîl-Hamas û Îsraîl-Hîzbûllahê, dihate texmînkirin ku şer derbasî Sûriye û Iraqê bibe. Hêzên herêmî û hêzên hegemonîk ên navneteweyî ji bo zêdekirina bandor û hêza xwe li pey her firsendê ne û bi nearamkirina herêmê ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û elwekariyê hewl didin herêmê ji nû ve ava bikin. Di encama vê yekê jî de jî rojên dawî pêleke nû ya êrîşê li ser Sûriyeyê destpê kir.”

AKTORÊ SEREKE YÊ ÊRÎŞÊ DEWLETA TIRK E

Koordînasyona KJK’ê got, “Çeteyên ku DAÎŞ, El Qaîde, selefîst û cîhadîstan temsîl dikin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojava û Helebê dest bi êrîşeke nû û berfireh a dagirkeriyê kirin” û bi vî rengî dewam kir. “Çete û mejiyê DAÎŞ û El Qaîdeyê careke din êrîşî Kurdan, jinan, gelan dikin. Bi vê êrîşê re komkujî, qirkirin û qirkirina jinê careke din rû dide. Eşkere ye ku li pişt van êrîşan dewleta Tirk heye. Ev pêla êrîşê ku hêzên weke NATO’yê jî li pişt e, ti fêda xwe ji aştiya gelan û jiyana bi hev re nîne. Bi taybetî ev êrîşên bi hevdemî li ser Til Rifat, Minbic, Til Temir û Rojava destpê kir, nîşan dide ku komkujî û qirkirineke nû ji aliYê dewleta Tirk ve hatiye plankirin û tê bicihanîn. Demeke dirêj bû ku rayedarên dewleta Tirk qala komkujî û êrîşên qirkirinê yên nû yên li dijî Kurdan dikirin. Ev yek êrîşek li ser jiyan û rêveberiya demokratîk, wekhev û bi hev re ya gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Çeçen û Tirkmen a li ser xaka xwe ye. Ji ber ku modela li Rojava ya jiyana bi hev re ya li ser bingeha wekhevî û azadiyê û parastina cihêrengiya gelan nikarin hezm bikin; her wiha weke dawiya polîtîkayên netewe dewlet, nijadperest û neteweperest dibînin, êrîş dikin. Aktorê sereke yê vê yekê jî dewleta Tirk e. Çeteyên El Qaîde û DAÎŞ’ê di demeke kurt de bi rêbaza şokê êrîşî Helebê kirin û bi dest xistin, ku ev yek nîşan dide ku ev rewş ji hêzên navneteweyî cuda nîne ku li pey dîzaynkirina herêmê ne. Vekişandina bermahiyên DAÎŞ’ê ji bo Idlibê, perwerdekirin, biçekkirin û amadekirina wan li wê derê, her wiha êrişa wan nîşan dide ku rewşeke plankirî ye û demeke dirêj li ser dixebitîn. Eşkere bû ku ev hêzên li herêmê li pey hegemonyayê ne bi dewleta Tirk re ev pêvajo plan kirin, bi rê ve birin. Her wiha artêşa Sûriyeyê bêyî li ber xwe bide xwe vekişand, hêzên bi Sûriyeyê re di nava tifaqê de ne piştgiriyeke cidî ji bo rawestandina êrişan nekirin ku ev yek jî nîşan dide ku êrîş û polîtîkayên qirêj li ser can û xwîna gelan di meriyetê de ye.

JI BO QIRKIRINA JINÊ BIXIN MERIYETÊ KETINE NAVA LIV Û TEVGERÊ

Weke ku di gelek şer û êrişên bi heman rengî de hate dîtin, di van êrîş û polîtîkayên şer de jî jin, gel û zarok têne qetilkirin, êrîş li wan tê kirin û rastî polîtîkayên qirkirinê tên. Ev hêz û mejiyê selefî/cîhadîst ji bo karibin careke din jinan weke kole/cariye bi kar bînin, bifiroşin, qirkirina jinê bi rengekî çalak bixin meriyetê, ketin nava liv û tevgerê. Jin weke êrîşên qirkirinê yên salên 2013/2014’an ên bi destê DAÎŞ’ê hatin kirin, bi êrîşeke nû re rû bi rû ne.
Naxwazin ev cografya ku ji bo azadiya jinê bê ronîkirin û nebe qadeke wekhevî û azadiyê ya bi pêşengiya jinê. Ev êrîş û komkujî ji aliyê xwediyên vê feraset û mejiyî tê kirin.

JI BO TÊKOŞÎNA LI ROJAVAYÊ EM BANGA HEVGIRTINÊ DIKIN

Weke Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê ku bi têgihiştin, perspektîf û paradîgmaya afirandina paşerojeke wekhev û azad tevdigere, em careke din diyar dikin û radigihînin ku yên xwedî zîhniyeta tarî ya qirêj û kor wê winda bikin. Em ê vê tarîtiya ku ji aliyê feraset û sîstema bi serdestiya mêr ve tê xwedîkirin, pêşvebirin û destekkirin, têk bibin. Em bang li hemû jinan dikin ku bêyî dereng be, bi bandor tevbigerin, têkoşînê bilind bikin û piştgiriyê bidin têkoşîna li Rojava. Li dijî vê hovîtiya barbar divê em li ser bingeheke bi bandor û xurt parastina xwe bikin. Divê neyê jibîr kirin, eger em îro nekin, sibe dibe ku dereng be. Hemû gelên li Rojava dijîn, ku jiyan û paşeroja wan di bin gefan de ne, pêwîste xwe bi rêxistin bikin û berxwedanê derxînin asta herî bilind. Li cihê ku gel lê rêxistinbûyî ne, planên bi xwîn ên zaliman têk diçe. Bi ruhê şoreşa Rojava em têkoşîna xweparastinê derxin asta herî jor û divê em careke din îspat bikin ku faşîzm li van xakan mehkûmî têk çûnê ne. Em bang li gelên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava dijîn dikin ku di van rojên ku dîrok ji nû ve tê nivîsandin de xaka xwe, jiyana xwe û rastiya jiyana azad a bi berdêlên berxwedanê û berdêlên mezin hatine qezençkirin biparêzin. Ji ber vê rastiya dijwar, roj ew roj e ku rastiya berxwedan û têkoşînê derxînin asta herî jor. Di van rojan de ku saet û roj ji bo Rojhilata Navîn gelekî girîng in, divê em xwe bi rêxistin bikin û li ber xwe bidin û bi ser bikevin.  

Îro Kurd û gelên li herêmê dijîn bi taybetî bi êrîşên faşîst ên dewleta Tirk re ketine nava pençên qirkirinê ya nû de. Mîna sala 2014’an divê em li her derê rabin ser piyan û têkoşînê li tevahiya Kurdistan û cihên em lê dijîn belav bikin. Divê li her dera Kurdistanê û derveyî welat gelê me dereng nemîne û têkoşînê bilind bike. Divê hemû dost, hêzên tifaq, çep, sosyalîst, şoreşger û dijî kapîtalîst zanibin ku tê xwestin ronahiya li Kurdistanê xurt dibe, bê tarîkirin. Bêguman ev tarîtî di serî de wê bibe tarîtiya hemû jinan û gelan. Ji bo vê jî em bang li her kesî dikin ku xwedî li paşeroja me ya ronîbûyî derkeve.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêzên gerîla li Zap û Metînayê lê dan
Nûçeya Pişt re MXDŞ: Em bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meşvanên Azadiyê li Sêweregê ne: Wê nikaribin pêşî li gelê Kurd bigirin

Meşvanên Azadiyê yên ji Amedê bi rê ketin, gihîştin Sêweregê. Meşvanan gotin, "Azadiya gelê Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG’ê nasnameya şehîdên Metînayê eşkere kir

HPG'ê 3 gerîlayên li Metînayê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Em…

Ji aliyê Stêrk TV

Polîsan êriş birin ser pîknîka 4’ê Nîsanê

Polîsan li Stenbolê êriş birin ser pîknîka ku ji bo pîrozbahiya 4'ê Nîsanê hate lidarxistin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Silêmanî geştên hewayî yên navneteweyî destpê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG-NRÇ: Hevrêyê me Mazlum Serêçiya şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK’ê Nizar Amêdî pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi girseyî serdana Ramazan Kiran ê ku piştî 33 salan hat berdan, kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?