În, 16 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika Hediye: Kurê min partîzan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karabûlût: Sendîkayên heyî nikarin mafên endamên xwe jî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berteka li dijî veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Azadiya Rêber Apo çareseriya meseleya Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Rejîma Îranê tolê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ distîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Êrîşa li dijî wêneyên şehîdan, êrîşa li dijî jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star nerazîbûn nîşanî provokasyonên li Hesekê da: Rêveberiya Şamê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerê li Rojhilata Navîn dibe ku 11,7 milyon jin û zarokan birçî bihêle

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Jin, Edalet û Bîrê di hefteya 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Dayikan êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin
Kurdistan

Dayikan êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin

Dayikên Aştiyê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin û peyama “Em ê bi ruhê Kobanê, Rojava biparêzin” dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Meclîsa Dayikên Aştiyê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, proesto kirin.

AMED

Çalakî li ber avahiya Meclîsa Dayikên Aştiyê ya li Amedê hate lidarxistin. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û nûnerên rêxistina civakî ya sivîl jî, beşdar bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bi ruhê Kobanê, em ê Rojava biparêzin” hate vekirin û dirûşmeya “Em şer nexwazin, aştiyê dixwazin” hate berzkirin.

Dayika Aştiyê Raîfe Ozbey diyar kir ku çete li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêyî ku bêje jin, zarok û kal, gelan ji cihên wan dike û sivîlan qetil dike, dîl digire.

Parlamentera DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî banga rawestandina şer kir û destnîşan kir ku bi şer jin û gel tên hedefgirtin. 

ÊLIH

Li Êlihê li ber Navenda Kar a Nasiroglû çalakî hate lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî, beşdarî çalakiyê bûn.

Dayika Aştiyê Meyaser Akdag wiha got, “Çima ev qas xwîna mirovan, erzan bûye, çima ev komkujî? Ji ber ku gel nabin yek, ev qas xwîn dirije. Bêdengî koletî ye. Ev koletî rê li ber komkujiyên nû vedike. Eger aştiyeke bi rûmet tê xwestin, bila biçin Îmraliyê. Ji ber ku Îmralî ji bo hemû gelan, hêviya aştî û jiyaneke bi rûmet dide.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin jiyan azadî” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” bi dawî bû.

ŞIRNEX

Li navçeya Silopî ya Şirnexê li ber avahiya DEM Partiyê çalakî hate lidarxistin. Rêxistinên navçeyê yên DBP û DEM Partiyê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Rojava rûmeta me ye” hate vekirin û bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” hate berzkirin. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Asya Tay diyar kir ku dewletên ku mafên mirovan diparêzin û alîgirê demokrasiyê ne, divê li dijî van êrîşan deng derxînin.

Dayika Aştiyê Emîne Alkiş jî nerazîbûn nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrîşan da.

Li Cizîrê jî li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî hate dayîn. Dayika Aştiyê Hatîce Baytur li vir axivî û bang li her kesê kir ku li dijî van êrîşan, berpirsyarî bigire ser xwe.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê jî li ber avahiya DEM Partiyê ya bajêr çalakî hate lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û jin jî beşdarî çalakiyê bûn. Dayika Aştiyê Halîme Kaya bang kir ku dawî li tecrîda li ser Rêber Apo were û divê ji bo aştiyê, gav bên avêtin. Halîme Kaya got, “Destê xwe ji Rojava bikêşin. Rojava ne bi tenê ye. Rojava ya me ye. Çeteyên xwe ji Rojava vekişin.”

Halîme Kaya got, “Bila her kes destê xwe ji bo aştiyê dirêj bike.”

WAN

Daxuyanî li ber Navenda Kar a Ozgul Center a Wanê hat dayîn. Di çalakiyê de wekîl, şaredar, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes amade bûn.

Dayika Aştiyê Zekiye Kaya daxuyanî da û got, “Em êrîşên li hemberî Rojava şermezar dikin û qebûl nakin. Em dizanin ev êrîş ji aliyê kî ve hatiye kirin. Dewleta Tirk li Rojava çi dike? Divê di zûtirîn demê de ev êrîş bên rawestandin û rêya aştiyê bê avakirin.”

Dayika Aştiyê Rabîa Algor jî got, “Ya ku li hemberî gelê Rojava tê kirin zilm e. Em vê zilmê şermezar û lenet dikin. Rojava ya Kurdan e. Rojava ne aîdî DAÎŞ û Tirkiyeyê ye.”

GEVER

Daxuyanî li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya li navçeyê Gever a Colemêrg hat dayîn. Li vir jî Dayika Aştiyê Gulbeyaz Mihçi daxuyanî da û êrîşên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin şermezar kir û got, “Ji aliyek aştî û ji aliyek kûrkirina şer nabe. Rêya aştiyê ji Îmraliyê derbas dibe.”

AGIRÎ

Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê jî li avahiya DEM Partiyê ya Agiriyê hatin ba hev û êrîş şermezar kirin. Hevserokê DBP’ê yê Agirî Hîkmet Adiguzel ku li vir daxuyanî da, diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê re li ser bingeha azadiya jinê jiyanek hatiye avakirin û ev avabûn îlham daye têkoşîna jinan a cîhanê. Adiguzel, da xuyakirin ku Tirkiye û komên wê yên paramîlîter armanc dikin van destketiyan ji holê rakin û wiha got, “Em bang li hemû aliyan dikin ku di têkoşîna Rojhilata Navîn a aştiyane de bi Rojava re di nava piştevaniyê de bin û nirxên mirovahiyê biparêzin.”

ÎZMÎR

Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li avahiya bajêr a Îzmîrê daxuyaniyek dan. Dayika Aştiyê Cemîle Aydin a daxuyanî da got, “Eger Erdogan û Bahçelî qala aştiyê dikin, çima operasyonên xwe dewam dikin? Bila hişê xwe bigirin serê xwe û ji bo berjewendiya gelên Tirk û Kurd rûnên û dawî li vê zilmê bînin. Lê çiqas em dibêjin aştî bombeyan bi ser me de dibarînin û leşkerên xwe dişînin Rojava. Çeteyên ku li gelek deverên cîhanê bi rêxistin dikin dişînin ser Kurdan. Divê gelê Kurd yekîtiya xwe xurt bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Trump hişyarî da ku wê şer giran bibe
Nûçeya Pişt re ‘Wê tola nêzîkatiya li hemberî dîlgirtiyan bê hilanîn’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xelkê Girkê Legê: Bila hemû girtî tavile werin berdan

Xelkê bajarê Girkê Legê û malbatên dîlgirtiyan bi daxwaza berdana bilez a zarok û xizmên…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevalên Onder: Em ê têkoşîna wî dewam bikin

Heval û hevrêyên parlamenter ên Sirri Sureyya Onder anîn ziman ku wê heta dawiyê têkoşîna…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Doza Kobanê û mafê hêviyê testa baweriyê ya dema nû ye’

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan anî ziman ku heta biryarên DMME’yê bi cih neyên anîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li DYE’yê êrişa li ser dibistanê: 5 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayika Hediye: Kurê min partîzan bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karabûlût: Sendîkayên heyî nikarin mafên endamên xwe jî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berteka li dijî veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?