Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya têkildarî cînayetên kar ên meha Mijdarê eşkere kir. Li gorî raporê di meha Mijdarê de herî kêm 164 û di deh mehên salê de jî herî kêm hezar 708 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Di meha Mijdarê de 10 jê jin, 7 jê zarok û 9 jî jê koçber 164 karkeran di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî rapora ÎSÎG’ê 42 karkerên daristanê, 20 karkerên barkêşiyê û 23 karkerên di qadên bazirganî û tesîsên bêhnvedanê de kar dikin, jiyana xwe ji dest dane.
Dîsa li gorî raporê ji sedî 21’ê mirinan ji ber qezayên trafîkê, ji sedî 20 ji ber ketinê û ji sedî 15 jî ji ber pelixînê pêk hatine. 21 karker li Stenbolê, 6 li Mûglayê , 9 li Antalyayê, 6 li Rihayê, 9 li Konyayê û 5 li Edeneyê jiyana xwe ji dest dane.