Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bi daxuyaniya nivîskî ragihand ku çeteyên DAÎŞ’ê li bejahiya Dîrazor a Bkaur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Pêşketinên li welatê me Sûriyeyê çêdibin, xeteriyeke mezin li ser ewlehiya gelê me û herêma me ya Dêrazorê çêdike. Bi taybet grupên çeteyan ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ’ê li çolistana Derazorê careke din çalak bûne. Li ser bingehê parastina gelê me yê Dêrazorê şervanên me yên Meclîsa Dêrazor a Leşkerî derbasî bajarê Dêrazor û Rojavayê Firatê bûn. Armanca me ji vê rêveçûnê parastina ewlehiya me û gelê me ye. Ji bo wê bila dilê gelê me yê Dêrazorê rehet be. Ji bo parastina wan û ewlehiya herêmê tişta dikeve ser milê me em ê heya dawî pêk bînin. Ji bo pêşwazîkirin û alîkariya gelê me yê Dêrazorê em spasiya xwe pêşkêş dikin. Hemû gelê me jî divê bi awayek çalak li gel şervanên me mil bi mil parastina xaka xwe bike.”