Li Sûriyeyê ji vê saetên siharê û şûnve, desthilatdariya malbata Esad, bi dawî bû. HTŞ’ê ragihand ku ew ketine Şamê û kontrol bi dest xistine. Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyanî da û diyar kir ku dibe ku Beşar Esad “bi balafireke taybet ji welêt reviya be”. Di heman saetan de li her çar aliyên welêt pîrozbahî hatin kirin û mirov daketin kolanan.
‘2 HEZAR LEŞKERÊN ŞAMÊ ÇÛN IRAQÊ’
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basin Avadî jî ragihand ku ji hêzên rejîma Şamê 2 hezar leşkeran xwe spartin Iraqê. Basin Avadî diyar kir ku bi erêkirina hikûmetê re, leşker ketine Iraqê.
GEŞTÊN BI BALAFIRAN ÊN HEWLÊR-ŞAMÊ HATIN SEKINANDIN
Li aliyê din, Midûriyeta Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê eşkere kir ku geştên hewayî yên ji bo Şamê, hatine sekinandin. Midûrê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Ahmed Hoşyar bi bîr xist ku rejîma Esad hilweşiyaye û ragihand ku seferên Hewlêr-Şamê hatine sekinandin.
NIRXÊ LÎREYÊ SÛRIYEYÊ DI RÊJEYEKE MEZIN DE KET
Piştî hilweşîna rejîma Şamê, nirxê lîreyê Sûriyeyê di rêjeyeke mezin de ket. Lîreyê Sûriyeyê li beramberî dolarê DYE’yê, di rêjeya ji sedî 42 de ket. Piştî hilweşîna rejîmê Dolarek bû 22 hezar Lîreyê Sûriyeyê.
TRUMP: RÛSYA ÊDÎ BI SÛRIYEYÊ RE ELEQEDAR NABE
Serokê DYE’yê yê nû Donald Trump jî daxuyaniyek li ser platforma X’ê da û got, “Esad çû. Ji welatê xwe reviya. Parêzvanê wî Rûsya ya di bin lîdertiya Vladimir Putîn de, êdî ji bo parastina wî eleqedar nabe.” Trump ragihand ku bala Rûsyayê ketiye ser Ûkraynayê û ev tişt bilêv kir: “Rûsya û Îran niha di rewşeke lewaz de ne; yek ji ber Ûkrayna û ekonomiya xirab, yê din jî ji ber Îsraîl û serketina wî ya şer.” Trump îşaret bi serokê dewleta Rûsyayê Putîn kir û ev tişt got: “Ez Vladimir baş nas dikim, êdî dema liv û tevgerê hatiye. Dibe ku Çîn alîkarî bide. Cîhan li bendê ye.”