Şehîdên Komandosê, Erka Xweparastinê û şehîdên QSD’ê Diyar (Diyar Bozan), Dirxam Kobanê (Dirxam Mihemed) Delîl Kobanê (Delîl Hebo), Bîbrês (Îsa Derwêş), Mistefa Kobanê (Mistefa Qadir), Ziyad Kobanê (Ziyad Hesen) ên 11 Kanûnê li Qereqozaxê û şehîd Qûsayî (Qoseyî El Kocak) ku di 12 Kanûnê li Şêxlerê, şehîd bûn, li Kobanê hatin veşartin. Her wiha wesîqeya Bahoz Kobanê (Xalid Ebdî) ku di 10 Kanûnê li gundê Zormixarê şehîd bû û doh hatibû veşartin radestî malbata wî hate kirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyan, Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bêrîvan Îsmaîl axivî û diyar kir ku roj roja namûs û şerefê ye, divê ew rabin ser piyan.
Bêrîvan Îsmaîl got, “Kes nikare îradeya gelê me tune bike. Kes nikare fitneyan pêk bîne. Em yek in û em ê li hemberî qirkeran rabin. Ew dixwazin xwişk-biratiya gelan û neteweya demokratîk tune bikin. Lê vaye gelê me rabûye ser piyan. Kes nikare hêza gelê ku bi fikrê Rêber Apo li ber xwe dide tune bike.”
Piştre bi navê Malbatên Şehîdan ênw Kantona Firatê Şêx Ehmed Hemo axivî û got, “Heta şervanên me yên dil bi ar hebin, em ê bigihêjin azadî û berxwedanê. Ji bo hebûna gelê Kurd em ê li ber xwe bidin. Ew dixwazin nasname, ziman û hemû tiştên me qir bike, lê berevajî wê em hene.”
Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehîdan radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan li ber dirûşman li goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin.