Siyasetmedar û hevserokê berê yê Desteya Peywendiyên Derve yê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd da zanîn ku eger di avabûna Sûriyeyeke nû de Kurd nebin pêşiya aloziya nayê girtin û got, “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê Kurd hêzeke mezin e, çareseriya Sûriyeyê tênê bi modela ‘neteweya demokratîk’ pêkan e.”
50 sal in gelên Sûriyeyê ji sîstema yekpartî ya BAAS’ê ziyaneke mezin dît. Rejîma BAAS’ê tu caran ne dixwest nêrînên gel guhdar bike. Her wiha nedixwest gel bifikire û xwe rêxistin bike. Rejîmê kesên xwedî raman û rêxistinbûyî ji bo pergala xwe xeternak didîtin. Ji ber wê desthilatdariya rejima BAAS’ê ya ku ji aliyê Beşar Esed ve dihate birêvebirin hilweşiya. Li gel van yekan Rêveberiya Xweser ji bo parastina mafê gel xebatên girîng dide meşandin.
Siyasetmedar û hevserokê berê yê Desteya Peywendiyên Derve yê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd derheqê geşedanên li Sûriyeyê rû didin, avakirina siberoja Sûriyê û pêşdîtinên pêvajoyê ji Rojnameya Ronahî re axivî.
‘REJÎMA BAAS’Ê TU CARAN GELÊ KURD NEDIPEJIRAND JI BER WÊ HILWEŞIYA’
Bedran Çiya Kurd anî ser ziman ku di dema Rejîma BAAS’ê de gelê Kurd û pêkhateyên din rastî gelek kiryarên xirab dihatin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Rejîma Beşar Esed ji ber zilm û yekdesthilatdariya salan hilweşiya. Ev êrîşên çeteyan ên vê dawiyê yên li ser gelê me jî dan xuyakirin ku dewleta Tirk ya dagirker dema mijar dibe gelê Kurd, bi çeteyên DAÎŞ’ê re hevkariyê dike. Çeteyan Heleb, Til Rifet, Şehba û herî dawî jî ji Minbic dagir kirin û kiryarên gelek kirêt li ser gelê me meşandin. Hêzên girêdayi Rejima BAAS’ê bêyî ku li ber xwe bidin, çeperên xwe berdan û gelên Sûriyeyê bi qirkirinê re rû bi rû hiştin. Çeteyên ku dîtin berxwedanî nine, berê xwe dan paytext Şamê. Niha ne xuya ye rewşa gel wê çi bibe. Em tu caran pêşeroja gelên Sûriyeyê ji dagirker û mêtingeran re nahêlin. Pêwîst e em li welatê xwe bi rûmet bijîn. Cihan hemû ji wê tiştê agahdar e ku bêyî gelê Kurd çareseriya Sûriyeyê ne pêkan e. Tu kes nikare hebûna gelêKurd ya li herêmê înkar bike. Gelê Kurd ê li Sûriyeyê, beriya 2011’an bê nasname û bê maf hatibû hiştin. Niha jî madem çareserî tê xwestin, pêwist e gelê Kurd muxateb bê girtin. Em jî weke Rêveberiya Xweser her tim di nava tevgerekê de bin ku em bikaribin nûnertiya gelê xwe baş bikin.”
‘DIVÊ EM YEKITIYA XWE AVA BIKIN’
Çiya Kurd bal kişand li ser yekîtiya gelên Sûriyeyê û wisa axaftina xwe domand: “Dem dema yêkrêzî û hevgirtineke xurtt e. Ji ber ku bi hewcedariya çareserkirinê, li vî welatî qala edalet û demokrasiyê nayê kirin. Bi hêzên çekdarî yên weke komên çekdar ên girêdayî HTŞ û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker di rêvebirina Sûriyeyê de ne xwedî hêz in. Komên çete ne û ji aliyê AKP-MHP’ê ve tên birêvebirin. Ev çete rasterast dijminahiya gelê Kurd dikin. Ji ber vê yekê jî Kurd bingeha pêkanîna aramiya li Sûriyeyê û bingeha demokratîkbûna dewleta nû ya Sûriyeyê ne. Îro em bi qonaxeke dîrokî ya girîng re rû bi rû ne. Gelên Sûriyeyê bi pirrengî û taybetmendiya xwe ve û bi çandên cuda mînaka paradîgmaya Neteweyên Demokratîk e. Em siyaseta ku berjewendiyên gelên Sûriyeyê esas nagire, napejirînin û heta niqaşan jî li ser nakin. Ji ber ku Rêveberiya Xweser modela gel e.”
‘PÊŞEROJA SÛRIYEYÊ WÊ BIBE NEXŞERÊYA ROJHILATA NAVÎN’
Çiya Kurd bi bîr xist ku di nûveavakirina Sûriyeyê de ristek mezin dikeve li ser milên Rêveberiya Xweser û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo Rêveberiya Xweser, rêveberî projeyeke niştimanî ya Sûriyeyê ye, Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bibe rêvebiriya tevahiya gelên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn. Em hêvîdar in ku di pêşerojê de wê Sûriye bibe Sûriyeyeke demokratîk, dadmendî û wekheviyê. Li ser wê bingehê em berxwedaniya gelên Sûriyeyê silav dikin û soza xebata ji bo gel didin.’’