9 şehîdên QSD, Komandos, Hêza Taybet a Hêzên Ewlekariya Hundirîn (H.A.T) û Jinên Zenûbiya li Kobanê bi merasîmekê hatin veşartin.
Navên şehîdan ên ku hatin veşartin bi vî rengî ne: Dilyar (Dilyar Beyrem), Behcet (Behcet Omer), Xişman (Xişman Îsmaîl) 8’ê Kanûnê li Sirînê Şehîd bû, Dijwar Xizênê (Riyad Bekî) Şervan Kobanê (Feyad Şêxo), Baz Kobanê (Mihemed Ibrahîm) 11’ê Kanûnê li Qereqozaxê Şehîd bû, Ayşe (Ayşe Abdullqadir), Îmen (Îmen El Mûsa ) 8’ê Kanûnê li Qereqozaxê Şehîd bû, Xemgîn Furat (Ocelan Mislim) 9’ê Kanûnê li Qereqozaxê şehîd bû.
Piştî deqeyekê rêzgirtinê ji Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Macîde Hesûn axivî û got, “Faşîzma dewleta Tirk bila zanibe, ev êrişên ku niha dike wê bibe destpêka têkçûna wan.”
Macîde Hesûn got, “Çawa Kobanê bû cihê destpêka têkçûna DAÎŞ’ê îro jî Erdogan tirba xwe li vir dikole û wê destpêka têkçûna wî be. Îroj em Kurd û Ereb û hemû neteweyên din, ji bo welatê xwe di nava têkoşînê de di çeperê pêşî de ne. Dewleta Tirk dixwaze careke din projeya Osmanî li vir têxe meriyetê. Lê vaye şervanên me destana bi xwîna xwe dinivîsînin, îradeya me ji teknîka wan bi hêztir e.”
Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Bekir Ceradê axivî û got, “Şervanên me ji bo parastina rûmetê bênavber têkoşîneke bêhempa dikin. Em di dîrokeke dirêj de ji bo mafê xwe têdikoşin.”
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehdatê hate xwendin û radestî malbatên şehîdan hate kirin.
Cenazeyên şehîdan li ber dirûşman hatin veşartin.