Yekşem, 8 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 8’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    “Girtiyên jin ên nexweş bila werin berdan”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê bi dronan êrîşî bircên peywendiyê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiye û Hemedanê êrîşa dijwar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta jinên hatine windakirin, hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çomanê êrîşa bi SÎHA

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Silêmaniyeyê 6 êrişên nû hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê meşa 8’ê Adarê: Rêber Apo wetayeke mezin li jinan bar kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Îran û Rojhilatê Kurdistanê wê bibin welatê jinên azad

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Armanca vê 8’ê Adarê divê azadkirina Rêber Apo be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokwezîrê Iraqê Sûdanî û Nêçîrvan Barzani bi telefonê axivîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Jin li hemberî şaşitî û zexta sîstema parêzeran jî li ber xwe didin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ewropayê çalakiyên 8’ê Adarê: Alternatîfa yekane paradîgmaya rizgariya jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Em ji bo civakekî azad û demokratîk têdikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temsîliyeta jinan a li qadên dîplomasî û siyasetê bisînorkirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rojava banga 8’ê Adarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Dema azadî û rizgariya jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Fermandara YPJ’ê: Kî êrîşî Kobanê bike wê li Şerê Gel ê Şoreşgerî biqelibe
Rojava

Fermandara YPJ’ê: Kî êrîşî Kobanê bike wê li Şerê Gel ê Şoreşgerî biqelibe

Ji fermandarên YPJ'ê Sarya Efrîn anî ziman ku ew li Minbic, Tişrîn û Qereqozaxê li hemberî dewleta Tirk li ber xwe didin û got, "Gel û şervanên gel wê li her çeperê li gel hev şer bikin û Kobanê û xaka xwe biparêzin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Ji fermandarên YPJ’ê Sarya Efrîn ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku berxwedana li dijî dewleta Tirk her roj hîn mezin dibe û got, “Li hemberî her êrîşeke li ser Kobanê amadekariyên me tam e. Kobanê keleha berxwedanê ye, keleha berxwedanê wê ti carî nekeve.”

Sarya Efrîn anî ziman ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rojên zor û zehmet de ne û got, “Ji sala 2012’an û vir ve şoreşa me dewam dike. Ji şoreşê û vir ve weke gel em bi hev re jiyan, me bi hev re têkoşîn meşand û li ber zor û zehmetiyan rabûn. Dewleta Tirk ku dijminê gelan e rojeke bi tenê jî nekarî xwe li biratiya gelan û aramiya herêmê rabigire. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî encama vê xweranegirtinê ye. Niha jî Şehba û Minbic. Ddemeke li ser Minbicê êrîşên giran hatin kirin. Sala 2016’an dema ku DAÎŞ’ê êrîşî Minbicê kir, em ji bîr nakin bê gelê Minbicê em çawa pêşwazî kir. Bi taybetî jinan ber bi şervanan va beziyan û hembêz kirin. Ji gelên li vê derê bi sedan kes tevlî nava YPJ-YPG-QSD’ê bûn û heta niha bi me re meşiyan.

LI MINBICÊ BERXWEDANEKE MEZIN HATE KIRIN

Rewşa li Minbicê mirov nikare bike malê tevahiya gelê Minbicê. Li Minbicê gelek mirovên me yên hêja û alîgirên azadiyê hene. Lê belê yên ku bi dewleta Tirk xapiyan, nizanin bê wê çi bê serê wan. Li Minbicê berxwedaneke mezin hate nîşandan. Heta niha hevrêyên me li tunelan, li nava gel hene. Mînaka herî mezin a vê yekê jî Bendava Tişrînê û Qereqozax e. Yên ku rojekê Idlib, Heleb û Şam bi dest xistin, bi rojan e nikarin Qereqozax û Bendava Tişrînê bi dest bixin ku qadeke biçûk e. Ne artêşa Sûriyeyê, ne Rûsya, ne jî Îran nekarî li hemberî vê hêzê bisekine, lê belê em ku haya me ji rastiya dijmin heye, bi hêza xwe em li Tişrîn û Qereqozaxê li ber xwe didin.”

‘DIVÊ GELÊ EREB ÊŞA JI BER DEWLETA TIRK KIŞANDIYE JI BÎR NEKE’

Sarya Efrîn bang li gelê Minbicê kir û got, “Minbic bajarekî mînak ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku jiyana hevpar a gelan lê heye. Bi taybetî gelê Ereb divê serwerî dîroka dewleta Tirk be û haya xwe ji rastiay wê hebe. Gelê me yê Ereb bi qasî gelê Kurd ji destê dewleta Tirk êş kişandiye. lewma divê em rabirdûya xwe, dîroka xwe ji bîr nekin. Li nava Tirkiyeyê nêzîkatiya li hemberî jinên Ereb, tundiya li ciwanên Ereb tê kirin û kedxwariya li hemberî gelê Ereb li pêş çavan e. Dewleta Tirk ji bo rojeke bi tenê jî ji bilî xwe li neteweyeke cuda nefikirî, li neteweya Ereb qet nefikirî. Eger em vê rewşê ji bo dema niha binirxînin; dema ku çete ketin nava Minbicê komkujî, destavêtin û talana ku kirin li pêş çavan e, ku ev yek hîn destpêk e. Divê em li hemberî polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk û çeteyên wê hişyar bin. Hêzên navneteweyî jî li ser xwîna gelên Sûriyeyê xwe mezin dikin û çavên xwe ji dewleta Tirk digirin. Di pozîsyoneke welê de ne ku li şer temaşe dikin. Em amade ne bi canê xwe vî gelî biparêzin.”

‘YÊN KU DIBÊJIN EW DIJBERÊ REJÎMÊ NE, XIZMETÊ JI DEWLETA TIRK RE DIKIN’

Sarya Efrîn anî ziman ku hêzên dibêjin ew dijberê rejîmê ne, ew muxalefet in, îro veguherîne çeteyên dewleta Tirk û got, “Muxalefeta Sûriyeyê divê li ruhê şoreşgerî yê sala 2011’an vegere. Yên ku rojên destpêkê qala demokrasî, edalet, wekhevî û maf dikirin, îro xizmetê ji dewleta Tirk re dikin. Piştî ku HTŞ’ê rejîma Sûriyeyê xist, rûdana atmosfera şoreşê ji bo gelên Sûriyeyê metirsiyeke mezin e. Derdroên ku xwe muxalîf nîşan didin, di çarçoveya armancên dewleta Tirk de li dijî me şer dikin. Roj wê bê, wê bibînin bê şaşitiyeke çawa kirine, lê belê ji bo wan wê dereng be.”

‘YPJ LI HER DERÊ PÊŞENG E’

Sarya Efrîn destnîşan kir ku şervanên YPJ’ê pêşengiyê ji berxwedanê re dikin û got, “Di her pêngavê de, li Tişrîn û Qereqozaxê şervanên YPJ’ê pêşengiyê dikin. Êrîşên giran li ser van deveran hatin kirin, berdêlên giran hatin dayin lê belê ji bo kêliyekê jî xwe venekişandin. Bi rojan e bi îrade û wêrekiyeke mezin şervanên YPJ’ê li refên herî pêş li ber xwe didin. Hevrêyên me yên YPJ’ê ku bi hestên welatparêziyê tevlî nava refên YPJ’ê bûn têdikoşin. Baş zanin ku dem dema şerê man û nemanê ye. Hevrêyên me yên ciwan ji bo parastina gel û xaka xwe fedakariyên mezin dikin. Li gel şert û mercên giran jî îradeyeke mezin nîşan didin. Li çeperan ji bo serketinê şer dikin. Hevrêyên me yên ciwan şehîd bûn. Heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe dan û teslîmiyet qebûl nekirin. Li dora felsefeya ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ bûn yek û şehîd bûn.

LI XETÊN SÎNOR SEWQIYATEKE ZÊDE

Sarya Efrîn bersiva gefên dewleta Tirk ên li ser Kobanê jî da û axaftina xwe wiha domand:

“Eger dewleta Tirk pir dilsozê dîroka xwe ba, dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kirin wê tirba Suleyman Şah parastiba. Hêza YPJ-YPG’ê ew qad rizgar kirin. Niha jî vê tirbê hincet nîşan dide û gefên êrîşan dixwe. Ew ne di ferqê de ye ku ev gef wê bibin dawiya wî. Weke şervanên vî gelî, me soz daye ku em ê yan gelê xwe biparêzin yan jî li ser vê rêyê şehîd bibin. Me ev soza xwe ji bîr nekiriye û her kes wê bibîne ku dewleta Tirk wê şikestineke çawa bijî. Me her parçeyek bi xwîna hevrêyên xwe qezenc kiriye û em hêsanî jî nadin. Di serî de Til Temir, Tirweziyê, Eyn Îsa heta hemû xetên sînor sewqiyatên mezin tên kirin. Bi hêza xwe ya cewherî û hêza manewî ya ku em ji gelê xwe digirin, em li her gund, bajar, mal, tax, kolan û cadeyê rêxistinkirî ne û em ji bo parastina gelê xwe amade ne. Me berê jî gotibû, em ê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî serketinê teqez bikin. Eger êrîşî Kobanê jî bikin, wê li hemberî Şerê Gel ê Şoreşgerî têk biçin. Gel û şervanên gel wê li her çeperê bi hev re mil bi mil şer bikin, Kobanê û xaka xwe biparêzin. Ji bo her êrîşeke li dijî Kobanê, amadekariyên me tam in. Kobanê kelha berxwedanê ye, kelha berxwedanê wê ti carî nekeve.”

‘BI ÊRÎŞAN RE DAÎŞ XWE RÊXISTIN DIKE’

Sarya Efrîn destnîşan kir ku hewldanên DAÎŞ’ê hene ku car din li xaka Sûriyeyê zindî bibe, tevî ku hêzên navneteweyî piştgiriya dewleta Tirk a ji bo DAÎŞ’ê dizanin bêdeng dimînin û ev tişt ragihand:

“DAÎŞ ji êrîşên dewleta Tirk sûd werdigire. Yên ku DAÎŞ a hêza tarî ya ku bûye bela serê hemû cîhanê û xeteriyê çêdike, tune kirîn em bûn. Lê dewleta Tirk ê ku afirînerê DAÎŞ’ê ye, êrîşî me dike û tola DAÎŞ’ê digire. Şaneyên DAÎŞ’ê yên li zindanan, bi êrîşên dewleta Tirk re car din xwe rêxistin dikin. Bi vê yekê re ewlehiya herêmê tê hedefgirtin û hewl didin di nava gel de tirsê çêbikin. Ji ber êrîşên dewleta Tirk, em nikarn li dijî DAÎŞ’ê têkoşînê pêş bixin. Hingî ku êrîş dewam bikin, wê ji bo ewlehiya zindanan dem têrê neke. Bi van êrîşan re ne diyare ka wê li zindanên DAÎŞ’ê kengê çi çêbibe, hêzên eleqeder jî li hemberî vê rewşê çavê xwe digirin. Her wiha di nava HTŞ û çeteyên dewleta Tirk de jî hîna çeteyên DAÎŞ’ê hene û hewl didin şaneyên DAÎŞ’ê yên razayî rêxistin bikin. Lewma xeteriya ku tê fikirîn, hîn zêdetir e. Di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de divê hêzên Koalîsyonê wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Divê li dijî çeteyên ku dixwazin DAÎŞ’ê zindî bikin û şaneyên razayî bixin nava liv û tevgerê, bisekinin.”

‘BI RUHÊ ŞOREŞGERÎ BI ŞERVANAN RE BIN’

Sarya Efrîn bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got, “Divê bê zanîn ku şerekî dijwar diqewime. Yên şer dikin, ewladên vî gelî ne. Gelê me divê mîna her demê, bi zarokên xwe re be. Divê piştgiriya xwe ya manewî, carekê jî kêm neke. Yê bikare bila çek rake, birîndarekê tedawî bike, yê bikare bila agahiyekê bide, yanî çi ji destê kê tê divê bi ruhê şoreşgerî tevlî vî şerî bibe. Eger îro me pêşî li zilma DAÎŞ’ê girtibe, me li dijî dewleta Tirk şerekî mezin dabe, me têkoşîna gelê Kurd û gelan ragihandibe cîhanê, ev bi saya piştgiriya gelê me ye. Roj roja parastina nirxên xwe, roja layiqbûna şehîdên xwe ye. Ciwan ji bo ku dersek mezin bidin dewleta Tirk, divê çek rakin û beşdarî nava refên YPJ-YPG-QSD’ê bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îsraîlê careke din êriş bir ser gundewarên Şamê
Nûçeya Pişt re ‘Projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bibe mafê tevahî jinan’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Pirtûkên hunermendê girtî Benlî hatin desteserkirin

Pêşnûme pirtûka hunermendê Kurd Erkan Benlî yê li Gîresûnê dîl girtî ye û pirtûkên Yaşar…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeda li Wanê: Biryar ji bo gelê Kurd bêhikum e

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Wanê di çalakiya nobedê de axivî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Îtîraza girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim hate redkirin

Tahliyeya girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim (73) ku li Girtîgeha Girtî Tîpa F a Hejmar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Fermandarê Asayîşê: Koma ewil a 400 kesî roja Duşemê vedigere Efrînê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Jinên Çilaxa û Tirbespiyê 8’ê Adarê pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Êrîşî bendê kontrola hevpar a li gundewarê Kobanê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Parêzgarê Hesekê pêşwaziya şandeyeke Wezareta Perwerdeyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?