Li bendava Tişrînê û derdora pira Qereqozaxê her roj di şertên zehmet de şer tê kirin. Dewleta Tirk li gel êrîşên hewayî bi çekên giran êrîş dike û çeteyên wê jî di van êrîşan de cih digirin. Xebatkarên ragihandina azad ji bo vê berxwedana dîrokî ragihînin raya giştî gelekî hewl didin. Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî dema li çeperên berxwedanê bi erka xwe ya rojnamevaniyê radibûn ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hedef girtin û tevlî karwanê nemiran bûn.
Şehîd Nazim û Şehîd Cîhan gav bi gav heta pira Qereqozax û bendava Tişrînê berxwedan şopandin û têkoşîna şervanan ragihandin. Keda Şehîd Nazim û Şehîd Cîhan a li çeperên berxwedanê bandor li şervanan jî kir. Şervanên YPJ’ê û yên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji bo herdu rojnamevanên ku gihîştin şehadetê hestên xwe anîn ziman.
Şervana YPJ’ê Zeynep Zîlan anî ziman ku wê şahidî ji xebatên rojnamevan Nazim û Cîhan kiriye û got; “Herdu hevalên rojnamevan jî ji bo dîmenê şervanan û rastiyan ragihînin kedeke mezin dan. Şerekî taybet dihat meşandin û dijmin îddîa dikir ku pira Qereqozax û bendava Tişrînê ketiye destê çeteyan. Xebatkarên ragihandinê ji bo van rastiyan derxin holê û ragihînin raya giştî gelekî hewl dan. Şehîd Cîhan û Şehîd Nazim dîmenê şervanan qeyd dikirin. Êrîşê balafirên keşfê, bombardimanên hewayî û êrîşên din kirin belge. Dijmin ji bo rastiya wî dernekeve holê herdu rojnamevan kir hedef. Em herdu rojnamevanê Şehîd birêzdarî bi bîr tînin. Em ê xwedî li emaneta wan derkevin.”
ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê XWEDÎ LI KEDA WAN DERKEVIN
Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Reşît Serdar jî ev tişt gotin: “Rojnamevan Nazim û Cîhan ji bo rastiya şer ragihînin cîhanê li vir bûn. Hewl didan êrîşên hovane ya çeteyên girêdayî dewleta Tirk û berxwedana şervanan ragihînin raya giştî. Şehîd Nazim û Şehîd Cîhan li vir kedeke mezin dan. Bûn hedefa êrîşên hewayî ya dewleta Tirk. Ji bo raya giştî berxwedana vir û rastiyan fêr nebe ev êrîş çêbû. Dewleta Tirk û çeteyên wê ji derketina holê ya rastiyên li vir ditirsin. Rojnamevanên gihîştine şehadetê ji ber vê hatin hedef girtin.
Şehîd Cîhan û Şehîd Nazim wek rojnamevan roleke pir girîng lîstin. Nûçe û dîmenên ku parve dikirin pir bi bandor bûn. Ji ber vê hatin hedef girtin. Ev dermirovî ye. Li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Ev sûcekî şer e. Xebatkarên ragihandinê bi çek nîne, bi kamerayan dixebitîn. Berê jî xebatkarên ragihandinê hatin hedef girtin. Çi dibe bila bibe em ê xwedî li keda wan derkevin. Em ê bersivek xurt bidin van êrîşan.”