Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şirnexê, çalakî hate lidarxistin. Ji bo meşa li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatî lidarxistin, çalakvan li ber Dibistana Seretayî ya Cûmhûriyet kom bûn.
Girseyê pankarta “Rojava rûmeta me ye” vekir û li dijî astengiyên polîsan bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Muxatabê aştiyê li Îmraliyê ye” heta avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê meşiyan.
‘EM LI SÛRIYEYÊ AŞTIYÊ DIXWAZIN’
Ji Hevserokatiya DBP’ê ya Şirnexê Sekvan Kilinç li vir axivî û nerazîbûn nîşanî êrîşan da. Kilinç anî ziman ku ew li Sûriyeyê çareseriyê dixwazin û got, “Em qebûl nakin ku car din çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Rojava bikin. Em ê ji bo Rojava têkoşîna xwe bidomînin. Navnîşana aştî û çareseriyê li Îmraliyê ye. Vî derî vekin.”
‘RÊYA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD, LI ÎMRALIYÊ YE’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd bi şer çareser nabe û ev tişt bilêv kir: “Pirsgirêka Kurd wê bi rê û rêbazên demokratîk çareser bibe. Rêya vê yekê jî diyar e; ev rê li Îmraliyê ye. Em bang li dewletên navneteweyî jî dikin; li dijî vî şerî bêdeng nemînin, bila êdî xwîn nerije. Vî şerî rawestînin. Rojava rûmeta me ye.”