Duşem, 10 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Qanûna gava yekem e ku Kurd tevlî hiqûqê dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyê Rêber Apo yê bi malbata wî re

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di êrişa hêzên Îranê de kolberek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di maha 130’emîn a Komkujiya Gar a Enqereyê de bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Weqfa Aştiyê bang li Meclîsê kir: Divê civaka sivîl tevlî Komîsyona Şopandinê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    100 karkerên madenê hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê daxuyaniya têkildarî Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Qanûn bi rêvebirina Rêber Apo dikare bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kontrayê dest wî di şehîdkirina 4 gerîlayên li Mehabadê de hebû hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > YRA/YRJ: Em ê pênûs û kamareyên wan li erdê nehêlin
Rojava

YRA/YRJ: Em ê pênûs û kamareyên wan li erdê nehêlin

YRA/YRJ’ê nasnameya rojnamevanên di encama êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûne parve kir û got, “Weke şopdarên heqîqetê em ê bi bîryardariyeke mezin rêya wan bişopînin, pênûs û kamerayên wan li erdê nehêlin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) û Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ), derbarê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî xebatkarên çapemeniya azad daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji 8’ê Kanûnê (2024) ve dewleta Tirkiye ya dagirker û komên çete yên girêdayî wê êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine û wiha hat gotin;

“Di demeke ku hemû cîhan li ser avakirina sîstemek nû ya li Sûriyeyê ku hemû pêkhate tê de werin temsîlkirin nîqaş dikin de, Çapemeniya Azad hewl dide vê rastiyê ji raya giştî re ragihîne.

Hevrêyên me yên rojnamevan, ji bo pêkanîna vê erka xwe ya exlaqî û dirokî, li hemû eniyên ku êrîş li ser hene, bê dudilî kar dimeşînin, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirkiyê ji gel û raya giştî ya cîhanê re radigihînin.

Dewleta Tirkiyê bi van êrîşên xwe tevahî nirxên civaka me hedef digire, her wiha ragihandina ku rastiya wan eşkera dike jî xiste pêşiya êrîşên xwe. Li gorî hemû peymanên navnetewî mafê rojnamevanan ê şopandina şer û pevçûnan heye û divê neyên hedefgirtin. Lê dewleta Tirkiye li hemberî Çapemeniya Azad şerekî hovane dimeşîne.

Weke eniyeke bi bandor a têkoşînê Çapemeniya Azad, di rêwîtiya xwe ya heqîqetê û eşkerekirina rastiyan de bedelên giranbuha dane.

Herî dawiyê di encama êrîşeke hovane ya dewleta Tirk a dagirker de du hevalên me yên rojnamevan şehîd bûn. Di vê êrîşa nemerdane de hevalên me yên rojnamevan Nazim Daştan û nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Cîhan Bîlgin şehîd bûn.

Herdu hevalên me, ji roja destpêkê ya êrîşên ku li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê tên domkirin, berxwedaniya li herêmê dişopandin.

Roja 19’yê Kanûna 2024’an jî dema karê xwe yê rojnamevaniyê dimeşandin, saet di 15:20’an de, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajaroka Sirînê de wesayîta wan ji aliyê  balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirkiyê ve hat bombebarankirin. Di encama êrîşê de her du hevalên me şehîd bûn, ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.

Hevala me Cîhan Bîlgîn ji sala 2017’an ve li Rojavayê Kurdistanê rojnamevaniyê dike. Heval Cîhan Bîlgîn di malbeteke welatparêz de mezin bûye.  Ji bo ku berxwedan û Şoreşa Rojava ji raya giştî re ragihîne, weke rojnamevaneke wêrek di eniya herî pêş ya Çapemeniya Azad de cîh girt. Bi pênûs û kameraya xwe, her tim bû zimanê şoreşa gelan û şoreşa jinan. Cîhan Bîlgîn, 8 salan di ANHA’yê de weke nûçegihan xebat kir. Di pêvajoya avakirina Şoreşa Rojava de weke rojnamevanekê 8 salên tije têkoşîn derbas kirin. Di demên ku êrîşên dewleta Tirkiyeyê li ser Rojava dijwar dibûn de, ji bo ku rastiyan bi awayekî herî baş ragihîne, her dem li eniya herî pêş bû. Dîsa di pêvajoya avakirina pergala xweseriya demokratîk a li herêmê de weke jineke lêgerînvana azadiyê, bi nûçe, dosya û hevpeyvînên xwe Şoreşa Rojava ku şoreşa jinê ye, ji raya giştî re ragihand. Di rêwîtiya domdar a Çapemeniya Azad de, weke şopdara kevneşopiya Gurbetelî Ersoz, Gulîstan Tara, Seyîd Evran, Dilîşan Îbiş û bi sedan şehîdên ragihandinê, bi azweriyeke mezin Şoreşa Rojava ji raya giştî ya Kurdistanê û cîhanê re ragihand. Cîhan Bîlgîn bi qasî pirsporiya xwe ya rojnamevaniyê, bi rûkenî û bi hevaltiya xwe jî kesayeteke mînak bû.

Têkoşer û rojnamevan Nazim Daştan, li navçeya Giyadîn a bajarê Agirî yê Bakûrê Kurdistanê hatiye dinê.  Di malbateke welatparêz de mezin bûye. Bi vê zanebûna netewî, di temenekî ciwan de, di eniya ragihandinê de dibe lêgerînvan û têkoşerê azadiyê. Sala 2014’an di pêvajoyeke ku êrîşên DAÎŞ’ê li ser Rojava destpê kirin de derbasî Rojava bû. Destpêkê li Efrinê, piştre jî li Kobanê berxwedana dîrokî şopand û ji cîhanê re ragihand. Di pêvajoya berxwedana Rêveberiya Xweser a li Bakurê Kurdistanê de derbasî navçeya Silopya ya Şirnexê bû û erka rojnamevaniyê li wir domand. Lê dewleta Tirk ji ber karê wî yê rojnamevaniyê, derbarê wî de lêpirsîn da destpêkirin. Tevî zextan jî hevalê Nazim dest ji karê rojnamevaniyê berneda û sala 2016’an careke din derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Di salên dirêj yên têkoşîna rojnamevaniyê de li Efrîn, Kobanê, Reqa, Girê Spî, Şengal û Başûrê Kurdistanê erka rojnamevaniyê bi layîqî pêk anî. Herî dawiyê jî berxwedana Bendava Tişrînê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê dişopand.

Hevalê me Nazim bi kesayeta xwe ya dilnizm, kedkar û bîrewer, di eniya herî pêş ya Çapemeniya Azad de cîh girt. Li her cihekî ku têkoşîna dijwar lê hebû, hevrêyê me Nazim Daştan bi kamera û penûsa xwe li wir bû. Weke şopdarekî Xelîl Dag, bi pênûs û kameraya xwe bûye zimanê heqîqetê. Weke rojnamevaneke wêrek di rêwîtiya dijwar û demdirêj a çapemeniyê de ji bo gelek sazî û dezgehên Çapemeniya Azad xebat meşandin.

Em vê êrîşa hovane ya li hemberî herdu hevalên me yên rojnamevan bi tundî şermezar dikin. Weke şopdarên heqîqetê em ê bi bîryardariyeke mezin rêya wan bişopînin, pênûs û kamerayên wan li erdê nehêlin. Em bang li hemû rojnamevanan dikin ku bibin alîgirên rastiyê û bibin şopdarên Çapemeniya Azad ku îro di oxira wê de Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şehîd bûn. Her wiha em bang li sazî û rêxistinên rojnamevanan, dîsa saziyên mafên mirovan ên navnetewî dikin ku li hemberî vê hovîtiyê dengê xwe bilind bikin. 

Weke Çapemeniya Azad em soz û biryardariya xwe ya mezinkirina têkoşîna hevrê Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn û hemû şehîdên ragihandinê nû dikin.  

Agahiyên nasnameyan ên hevalên me wiha ne:

Nav û Paşnav: Cîhan Bilgîn
Navê Bav: Mihemed Nesîn
Navê Dayikê: Katîbe
Cih û Dîroka Dayikbûnê: Midyad, 1996
Dîroka derbasbûna Rojnava: Sala 2017

Nav û Paşnav: Nazim Daştan
Navê Bav: Mihemed Alî
Navê Dayîkê: Zozan
Cih û Diroka ji Dayîkbûnê: Agirî/Diyadîn-1992”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nobeta li ser sînorê Qamişloyê didome: Em berxwedanê silav dikin
Nûçeya Pişt re Hikumeta Tirk divê gavê biavêje
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê Şehîd Ziyad Heleb li Kobanê bi girseyî hat pêşwazîkirin

Gelê kantona Firatê cenazeyê Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê şehîd Ziyad Heleb pêşwazî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Zap, Xakurkê, Metîna û Garê çalakiyên gerîla

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap, Xakurkê, Metîna û Garê li dijî leşkerên Tirk ên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Zap û Metînayê çalakî

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap û Metînayê çalakî kirin. Di encama çalakiyan de leşkerekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Koma vegeriya Serêkaniyê gihîşt malên xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koçberên vedigerin Serêkaniyê: Em gelekî kêfxweş in

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Karwanê yekem ber bi Serêkaniyê ve bi rê ket

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Em ê bibin layiqî ked û xebata şehîd Argeş’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?