Çarşem, 26 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Mehmet Emîn Edemen ê ku 31 salan girtî bû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civaknasê Îranî: Banga Abdullah Ocalan dikare girêka li Rojhilata Navîn veke

    Ji aliyê Stêrk TV

    Botan: Muxatabiya Abdullah Ocalan statuyeke fermî bi dest xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banû Guven: Şandina heyetê ji bo Îmraliyê xaleke werçerxê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hatayê di serdegirtina ‘Navnîşana Şaş’ de îdiaya înfazkirinê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PKK’ê nasnameya Kurd a azad afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Ereb: PKK cewhera mirovahiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Hevalê Masîro di berxwedana Kobanê de bi roleke girîng rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê hîn bêhtir xwedî li nirxên PKK’ê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya Mexmûrê di roja 861’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Divê Kurd bi yek deng û yek reng biçin Bexdayê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê di salekê de 110 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Sarya: Jinên ku DAÎŞ têk birin serî li ber HTŞ’ê natewînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolanên Elmanyayê careke din bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Filistînê di 2 salan de 33 hezar jin hatine kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li Enqereyê daketin qadan: Em ji bo jiyaneke azad û ewle li qadan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Taksîmê barîkat derbas kirin û meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ji çavê rojnamevanan berxwedan û êrîşên li hemberî Şehbayê -I
Rojava

Ji çavê rojnamevanan berxwedan û êrîşên li hemberî Şehbayê -I

Di demekê de ku li herêmên Şehba û Til Rifetê êrîşên çeteyên SMO'yê dewam dikirin, rojnamevanan şahidî ji şer û berxwedanê re kirin. Rojnamevan Rûken Efrîn berxwedana li van herêman û bûyerên bi serê gel ve hatin kirin belge û bû şahida şer û berxwedanê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Çile 2025 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) bi piştgiriya dewleta Tirk ji Helebê destpê kir û Şehba, Til Rifet, Hama, Hûmûs û Lazkiyê bi dest xist, dû re jî êrîşî Şamê kir û rejîma Esad rûxand.

Çeteyên SMO’yê û HTŞ’ê bi stratejiya ‘bêyî ku şer bike şer qezenc bike’ dişopîne. Li hemberî van ne rejîma Sûriyê ne jî Îran bêyî ku berxwedanekê nîşan bidin ji herêmê derketibûn. Bi taybetî rojnamevanên ku li herêma Şehba-Til Rifetê şahidî ji şer û berxwedanê re kirine, rola wan a di nava şer de rastiyeke ku nayê înkarkirin e. Rojnamevan Rûken Efrîn a ku li qada şer wek nûçegihana şer cihê girt, hem ji şer hiem jî ji berxwedanê re şahidî kir.

‘ÊRÎŞ NESEKINÎN’ 

Rûken Efrîn a ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bi bîr xist, bal kişand ser êrîşên dawî û got, “Gelê Efrînê di sala 2018’an de bi êrîşên dewleta Tirk re ji qirkirinek mezin derbas bû. Piştî berxwedanê ku 58 roj ajot, neçar ma koçî Şehbayê kir. Lê ev koçkirin, êrîşên dewleta Tirk neda sekinandin; gelek caran li hemberî sîvîlan di asta komkujiyê de êrîş pêk hatin. 

Jin, extiyar û zarok gelek mirov jiyana xwe ji dest dan. Dema êrîşên dewleta Tirk didomiya, di bin ambargoya rejîmê de rewşeke giran hebû. Navçeya Til Rifetê cihekî stratejîk bû. Bi koçkirina gel a Şehbayê re dewleta Tirk plan dikir ku vê herêmê dagir bike. Planên êrîş û dagirkeriyê qet nesekinî. Til Rifet ji ber girîngiya xwe ya jeostratejîk cihekî pir guncav bû. Li wir mirovan dikarîbûn cihekê debarê xwe pêkanînê peyda bikin. Her wiha Til Rifet xwedî baregehê hewayî yê leşkerî bû û rêya M5 ji vir derbas dibû. Taybetmendiyên bi vî rengî her tim Til Rifet kir hedef.

‘REJÎM ŞER NEKIR, ÇAR ALIYÊ ŞEHBAYÊ XISTIN DORPÊÇÊ’ 

Êrîşên ku HTŞ’ê di 27’ê Mijdarê dabû destpêkirin de tu pevçûn rû neda û raste rast teslîmiyet çêbû. Rejîma Sûriyê, li hemberî êrîşan li ber xwe neda û mewziyên xwe yek bi yek terikand û bêyî ku li pey xwe mêze bike paş de vekişiya. Vê rewşê hişt ku Şehba ji çar aliyan ve were dorpêçkirin. Dûre li herêma Şêrewayê li ser 6 gundan êrîşên giran destpê kirin. Ev gund, berê ji aliyê çeteyan ve gelek caran dihat hedefgirtin. Di êrîşên dawiyê de ji aliyê Hêzên Rizgariya Efrînê(HRE) ve berxwedanek mezin hate nîşandan. Ev 6 gund, li gel Nubul û Zehra, nêzîkî Keleha Semaanê (rojavayê Halebê) bûn û di navbera her gund de 100 metre mesafe hebû. Ji ber vê dema gundek were destxistin derfeta xwegihandina gundên din çêdibe. Ji ber ku ev gund milekî ve ji aliyê HTŞ’ê, di milê din de jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn dorpêçkirin her tim di bin êrîşan de ma û xwestin bixin dorpêçê.

‘JI SÊ XETÊN CUDA VE ÊRÎŞÊ DESTPÊ KIRIN’ 

Di heman demê de êrîşên ku çeteyên dewleta Tirk ji bejahî ve pêkanîn, di xeta gundên Şêx Îsa, Hirbil û Eyn Deqnê de bi awayek dijwar destpê kirin. Ji gundên Ehdas û Şêx Necar(herêma sanayiyê) re jî êrîş kirin. Bi vî awayî ji sê xetan ve êrîşên hovanê pêk anîn. Ev rewş, tundiya herêmê zêde kir û ji bo gel jî gefek mezin çêkir. Berxwedana gelê Efrînê ya Şehbayê beşekê girîng a dîrokê pêk dianî.

Ev gelê ku xeta şerê gelê şoreşgerî ji xwe re esas digirt, berxwedana xwe tenê bi van êrîşan nedabû destpê kirin. Ji dagirkirina Efrînê vir ve her tim di nav berxwedanê de bû. Bi êrîşên dijwar re propagandayên dewleta Tirk a reşkirinê jî ket dewreyê. Nûçeyên ku digotin gelê Til Rifatê paş de vekişiya, panîk û tirs jiyan dike derew bûn. Min bûyeran kêlî bi kêlî şopand û min dît ku heta biryara paşde vekişandinê hat girtin gel berxwedana xwe didomîne û ji mal, kolan û taxên xwe dernakeve. Gel li ba şervanên xwe berxwedana xwe didomand û min şahidî ji sekna wan a ku îrade, werekî û berxwedanê raber dikir re kir.

‘PAŞDE VEKIŞÎN JI BO EWLEKARIYA GEL BÛ’

Hewayê tirs û panîka ku behs dikirin qet tunebû. Lê, ji ber sê aliyan ve êrîş pêk dihatin û her wiha ji ber tevgera belafirên keşfê zêde bûn, jiyana gel ket xetereyek mezin. Meclîsa Kantona Efrîn-Şehbayê ev rewş nirxand û biryar da ku ji Şehbayê vekişîn. Armanca vekişînê pêkanîna ewlekariya gel bû. Ev pêvajo xwedî kêliyên dijwar bû, lê ya herî girîng ewlekariya gel bû. Heger gelê ku li Şehbayê jiyan dikir ji vê herêmê derneketiba, wê bi kiryarên hovanê û dermirovî yê çêteyan re rû bi rû bimaya. 

Ji aliyê herkesî ve tê zanîn gelê ku li Efrînê ma ji aliyê çeteyan ve çawa rastî destdirêjî, komkujî û êşkenceyê hatin. Di 1’ê Kanûnê de biryara vekişînê hat girtin. Ew roj, ji saet 8’ê sibehê heta 13’ê nîvro şervanan berxwedanek mezin raber kirin. Piştî ku biryara vekişînê hat girtin, ji bo bi rê bikevin xwe ref bi ref amade kirin. Kêliyên biêş û dijwar hatin jiyandin; dîmena ku derdiket holê, agahdarî ji cara duyemîn felaket jiyankirina Efrînê dikir. Kerwan û seyarê li pey hev rêz bûbûn. Şehba hatibû dorpêçkirin, çete jî di nav karwan û gel de bûn.”

‘BI ZORA ÇETEYAN ŞANDIN EFRÎNÊ’

Rûken Efrîn di dewama axaftina xwe de diyar kir ku di pêvajoya vekişînê de çeteyan zulmeke mezin li gel kiriye û ev yek anîn ziman: ‘’Çeteyan li dijî koma gel ya dixwest li Til Qiraxê kom bibe serî li sepanên dermirovî dan. Gelê ku dixwest xwe bigihîne komê, bi astengiyan re rû bi rû ma. Di vê pêvajoyê de gelek kes hatin qetilkirin û destûr nedan ku gel xwe bigihîne komê. Zêdetirî niviya kesên ji komê ji aliyê çeteyan ve hatin bi darê hatin vegerandin û ew şandin Efrînê. Di vê serdemê de vegerên ji bo Efrînê bi zora çeteyan pêk hatin. Ji ber ku gelê Efrînê jiyaneke di bin kontrola çeteyan de nedixwest, ev rastî nîşan didan. Biryara Meclîsa Kantona Efrîn-Şehbayê, ji aliyê gel ve jî hatibû qebûlkirin û yekgirtiyek pêk hatibû. Dema ku çete gihiştin koma Til Qiraxê di dijî gel dest bi zulmê kirin. Ebdulrehman Murşîd ê di nava koma gel de, Efrînîyekî welatparêz bû û girêdayî welatê xwe bû. Çeteyan hewl da ku wî ew bi darê zorê ji koma gel derxîne. Ebdulrehman Murşîd jî ji bo ku nekeve di destê çeteyan de bi çeka xwe guleyek berda serê xwe û xwe feda kir û şehîd bû. Rewşeke wisa bûku mirov gelekî pê diêşiya. Ebdulrehman Murşîd weke kesekî temenmezin   ji bo ku nekeve di destê çeteyan de jiyana xwe feda kir.

‘ÎNSAN DIHATIN HEDEFGIRTIN’

Pıştî koma Til Qiraxê me bi awayekî xwe gihand koma Fafînê. Şert û mercên hewayî gelekî xirab bûn û hewa gelekî sar bû.  Di vê komê de gelekî zarok û kesên temenmezin hebûn; herweha di nava komê de jineke ducanî jî hebû. Nexweşxaneya Şehîd Avrîn gelekî nêzîk bû lê belê di bin kontrola çeteyan de bû. Însanên ku ji bo derman û alavên tibî diçûn nexweşxaneyê jî hedef dihatin girtin. Ji ber wê yekê jî birina jineke ducanî ya ji bo nexweşxaneyê ji bo wê talûkeyeke mezin bû. Dihat texmînkirin ku wê bi miameleyeke çawa re rû bi rû bimîne. Ji ber vê yekê jina ducanî bêyî ku bîçe nexweşxaneyê di nava koma gel de anî dinyayê û mixabin ku zaroka wê jiyana xwe ji dest da. Herweha di nava vê komê de du kesên din ên temenmezin jî jiyana xwe ji dest dan. 

Piştî ku koma gel ya du rojan sekinî bi roj gihîştin Tebqa û Reqayê û bi nêzîkatiyeke cuda re rû bi rû man. Lê belê koma gel ya bi şev bi rê ket,bi sepanên dermirovî re rû bi rû man.  Bi taybetî jî li dora Balafirgeha Kuveyrîsê li jinan zext û heqaret hatin kirin.  Herweha mi bi çavê xwe dît ku 6 cenaze hatin şewitandin, li erdî herî kêm deh cenaze hebûn û derbasbûna zêdetirî sed kesî hate astengkirin. Ev yek êş û berxwedaniya gel dubare nîşan didin.”

‘BI TUNDIYA FÎZÎKÎ Û PSÎKOLOJÎK RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN’

Rûken Efrîn têkildarî rewşa gelê Şehba ya ku di bin kontrola çeteyan de jî ye axivî û got: ‘’Em dibihîzin ku gelê Efrînê yê di navbera xeta Til Rifat û Şêrawayê de mayî bi zulmên çawa re rû bi rû dimînin. Roja ku xwe digihînin Til Rifatê,  biryarê didin ku zilamên 18-60 salî ji Til Rifatê werin derxistin. Jinan ku em bi rasterast bi wan re axivîn, anîn ziman ku jiyana wan di xetereyê de ye û çeteyan bi taybetî jî serî li tundiya fîzîkî û psîkolojîk dane. Destûr nedidan ku gelek şêniyên Til Rifat û Şehbayê tevlî koma gel bibin. Ji bo ku gelê herêmê di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar bînin, ev yek dikirin. Ev çete, wê welatiyan weke koleyan di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar bînin û kesên ku vê yekê qebûl nekin jî wê werin qetilkirin. Bi vî rengî hewl didin ku welatiyan bixin bin kontrola xwe.

‘BI STANDINA FÎDYEYÊ SERBEST BERDIDAN’

Ji ber astengiyên çeteyan, li Şehbayê nêzîkî 50 malbat mabûn. Ev malbat, hê ji roja ewil ji aliyê çeteyan ve hatin binçavkirin û girtin. Li dijî welatiyên ku di odeyên biçûk de dihatin ragirtin êşkence hate kirin.  Ji bo serbestberdana van welatiyan fîdyeyên pir mezin ên weke 70 milyon lîreyên Sûriyeyê dihate xwestin. Herweha hewl dan ku welatiyan bi darê zorê bibin Efrînê. Ji ber vê yekê gelek malbat ji hev du hatin dûrxistin û heya niha jî aqûbeta gelek kesan nayê zanîn. Ev yek hemû êş û berxwedaniya gelê me zêdetir nîşan didin. 

‘WÊ ROJEKÊ DUBARE EFRÎN AZAD BIBE’

Rojnamevan Rûken Efrîn anî ziman ku van hêviyên xwe yên vegera ji Efrînê ji dest nedane û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Ez weke rojnamevan û keseke ji Efrînê, jibo hêzên navneteweyî bangeke me çênebû û wê çênebe jî. Çimkî tevî sepanên dermirovî yên li Efrînê jî, Efrînîyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi darê zorê berê wan dan Şehbayê ji bo ku xwe ji qirkirinê rizgar bikin dubare di rêya koçberiyê de bi êşên pir mezin re rû bi rû man. Em baweriya xwe ya ji bo gelê Efrînê û hêza gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diparêzin. Me tu caran hevîyên xwe yên ji bo vegera Efrînê ji dest neda. Li ser van xakên ku gelekî êşan rû da, bi berxwedanî û hevgirtinê em ê xwedî li pêşeroja xwe derkevin û têkoşîna xwe dewam bidomînin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nasnameya 2 şehîdên ewlekariya hundirîn hate eşkerekirin
Nûçeya Pişt re QSD: SNHR hewl dide sûcên dewleta Tirk binixumîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Roja yekem a 3’yemîn Mîhrîcana Çanda Kurd bi dawî bû

3’yemîn Mîhrîcana Çanda Kurd a li paytexta Fransa Parîsê li dijî qirkirina çandî û asîmîlasyonê…

Ji aliyê Stêrk TV

70 Malbat vedigerin Şengalê

Piştî zextên li ser Malbata Berzanî û rayedarên PDK'ê, îro rê ji 70 malbatan re…

Ji aliyê Stêrk TV

Êzidî û Ereb ên Şengalê 1’ê Îlonê ji bo azadiya Rêber Apo û aştiyê dimeşin

Li Şengalê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşek tê lidarxistin. Di meşê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Êrîşên li ser deverên berav û hundirîn ên Sûriyeyê berdewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

DBP’ê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir: Rêya çareseriyê Rojava ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya têkildarî rageşiya li Sûriyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD’ê banga aramî û diyalogê ji bo Sûriyeyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?