Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrîşên dewleta Tirk a li dijî karwana wesayîtên gel a ku vê sibehê berê we da Bendava Tişrînê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji zêdetirî mehekê ye dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî bendava Tişrînê bênavber êrîş dikin û eger ev êrîş bidomin wê kareseteke mirovî û jîngehî ya mezin û metirsîdar rû bide.
Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de êrîşa dewleta Tirk a dagirker a dijî karwana wesayîtên gel a ku vê sibehê berê xwe da Bendava Tişrînê ku dijberiya xwe li dijî êrişên bênavber ên li dijî bendavê nîşan bidin, şermezar kir.
Her wiha hat gotin ku di êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk li dijî karwanê de 3 sivîl şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn û rewşa hin birîndaran jî giran e.
Di dawiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser bang li Koalîsyona Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên xwecihî û navneteweyî kir ku bi awayekî lezgîn êrîşên li dijî Bendava Tişrînê û binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bikin.