Gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji bo piştgirî bidin şervanên QSD û YPJ’ê di 9’ê Çileya 2025’an de bi konvoyeke girseyî berê xwe dane bendava Tişrînê. Li wir tevî hemû êrîşên dewleta Tirk jî gel berê xwe da Bendavê û îro berxwedana bendavê dikeve roja çaremin.
Li Bendavê welatîya bi navê Narîn Temê derbasî bendava Tişrînê bûye, diyarkir ku ew li Bendavê bi coş û moraleke mezin berxwedana didomînin û wiha axivî: “Ev 4 roj ın li Bendava Tişrînê em li pişt şervanên xwe ne û em ê dev ji Bendava Tişrînê bernadin. Ji ber ku Bendava Tişrînê ya me ye. Em ê nahêlin ku dijmin destdirêjî li Bendavê bike. Em hewl didin vê berxwedanê mezintir bikin. Ligel êrîşan jî ev roja çaremîn e em li vir in. Em rojane rastî topebaranên dewleta Tirk tên, bila dijmin bizanibe ku em natirsin û hêrsa me her ku diçe mezintir dibe.”
Ciwanê bi navê Mihemed Mihemed jî helwesta xwe anî ziman û wiha axivî: “Hemû gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyê berê xwe daye bendava Tişrînê û ji bo parastina vê bendavê li vir nobetê digirin. Rojane êrîşên dewleta Tirk li ser Bendavê heye. Derdora bendavê bi balafirên bê mirov û her cûre çekan tên bombebaran kirin. Armanca wan gelê ku berxwe dide xistina xeterê ye. Li hember van êrîşan em wek gel û ciwanên Kobanê li bendava Tişrînê bi ruhê şerê gelê şoreşgerî berxwe didin. Li vir moralê me gelek bilind e û em bi îradeyek mezin ji berxwedanê têr nabin. Em ji dewleta Tirk û çeteyan re dibêjin, ’em li vir in û em ê nehêlin ku ew li derbasî vir bibin. Çi ji destê me were xwestin ema made ne û wê ev bendav her tim wek bendava berxwedanê bimîne.”