Şemî, 1 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyê nexweş tevahiya rojê bê av ma: Nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tevî tîştên ku piştî pêvajoya berê hatin jiyîn jî hêviya aştiya civakî neqediyaye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê: Li Bane û Rebetê 2 kes hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora 6 mehan a binpêkirinên li girtîgehan hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Abdullah Ocalan muxatabê sereke ye û kirdeya diyarker e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Sozdar Avesta: Têkoşîna civaka Êzidî têkoşîna mirovahiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Munzurê di roja duyemîn de berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Korîdora Mirovî’ bîranîna fermanê: Ev rê şahidê jiyan û berxwedanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mam Bircûn: Derveyî Êzidatî û Serok Apo em xwe bi navekî din hilnedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Heta ku Rêber Apo nekeve dewrê nepêkan e ku pêwîstiyên qanûnê bêne bicihanîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê di nava mehekê de 26 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Me Şengal ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa ku doza welatekî dinivîsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinek li Kelarê hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 saziyên jinan têkildarî mafp jinan û statuya Kurdan bi Guterres re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara kampanyaya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Comerd piştî 28 salan li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Cîhan > Li Awistiryayê bi hezaran kes ji bo Rojava daketin kolanan: Îradeya jinan nayê şikandin!
Cîhan

Li Awistiryayê bi hezaran kes ji bo Rojava daketin kolanan: Îradeya jinan nayê şikandin!

Li Viyana, Graz û Welsê, bi hezaran Kurd û dostên wan êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Jinan di refên pêş ên meşan de bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” meşiyan û wiha gotin, “Em ê ji bo mîsogeriya şoreşa jinan ji kolanan neterikînin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Çile 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li paytexta Awistirya Viyaneyê, bi hezaran Kurdistanî û dostên wan, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û mezinkirina piştevaniyê meşekî girseyî li dar xistin.

 

Meş bi pêşengiya Platforma Parastina Kurdistanê û organîzasyona Dem Kurd, Mala Kobanê, FEYKOM, Komeleya Rojava, MSD, Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PYD), Tevgera Jin, Navenda Çandê ya Elewî, Kulturzentrum, Shams Organisation, PDK-Iraq, Federasyona Kurdî, Revenda Kurdistanî, PDK-Îran, PJAK û gelek saziyan hate lidarxistin. Girseyê bi cil û bergên xwe yên neteweyî li Heldenplatzê li hev kom bûn û pankartên ku piştgiriyê didin Rojava hilgirtin. Jinan porên xwe kirin kezî û ev peyam dan, “Îradeya jinan tu car nayê şikandin. Jin yek in, hêvî ne û xwedî hêza guhertina cîhanê ne. Felsefeya, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dide jiyîn. Bijî berxwedan û îradeya jinên Kurd.”

Piştî deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, axaftin hatin kirin.

Endama Meclîsa Jinan a Avesta Nurcan Guleryuz diyar kir ku berxwedana hêzên xweparastinê yên Rojava û piştevaniya navneteweyî ya ji Kurdistanê heta Ewropayê, peymana ku êrîşên leşkerî yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ji bo niha dide sekinandin, pêkan kiriye. Guleryuz bilêv kir ku Şoreşa Rojava, şoreşa jinan e û got, “Em ê ji bo mîsogeriya şoreşa jinan, qadan neterikînin.”

Nûnerê Meclîsa Civaka Kurd a Awistiryayê (FEYKOM) jî her kesên ku piştevanî ji bo Kobanê û Rojava dane, silav kir û anî ziman ku bi saya vê piştevaniyê dengê Rojava li cîhanê hate bihîstin.

Ji Koma Piştevaniya Jinan a Awistiryayê Andrea jî wiha got, “Divê tavile dawî li tundiya li ser jinan, bi taybet êrîşên li ser şervanên YPJ’ê bê anîn. Em ê wekî komên jinan ên piştevaniyê yên Awistiryayê têkoşîna xwe ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jinan a Rojava bidomînin.”

Meş, li Votivparkê bi dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava” û “Yekîtiya gelê Kurd” bi dawî bû. Organîzatoran ragihandin ku ew ê sibê di saet 15:00’an de li Landstraße meşekî nû li dar bixin.

GRAZ

 

Di roja 10’emîn a meş û çalakiyan e, Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Stasyona Trenê ya Navendî (HBF) li hev civiyan. Çalakî bi sirûda Ey Raqîp û deqîqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdan destpê kir.

Di çalakiyê de, daxuyanî ji aliyê welatiyên ku ji çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûn ve hat kirin. Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku agibesta demkî ne têrker e û diyarkirin ku ew ê heta naskirina statuya Rojava li qadan bin.

Girseyê di çarçoveya çalakiyê de, di kolanên herî qelebalix ên bajêr de mşeiyan û li pêşiya Rathaus (Şaredarî) daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin û hate destnîşankirin ku têkoşîna gelê Kurd wê heta azadiya Rojava dewam bike.

Di tevahiya çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Gelê Kurd yek e” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin. Organîzatoran, banga tevlîbûnê ji bo meşa ku wê bi wesîleya, 1’ê Sibatê Rojava Kobanê ya Cîhanî were lidarxistin kirin.

WELS

 

Kurdistanî û dostan wan, li Wels ê Awistiryayê jorîn li dijî êrîş û komkujiyên li Rojava hatin ba hev û meşek li dar xistin. Girseya ku li Rawestgeha Trenê ya Welsê li hev kom bûn, heta qada Wels Hauptplatzê meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Gele Kurd yek e”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” hatin berzkirin.

Di meşê de, jinan porên xwe kirin kezî û di refên pêş de cih girtin.

Piştî meşê, li Wels Hauptplatzê mitîng hate lidarxistin. Siyasetmedat Cevdet Halîm ku li vir axivî, bal kişand ser peyama di rojevê de û destnîşan kir ku ev ji bo Kurdan ne dawî ye, berovajî tê wateya xurtkirina têkoşînê.

Di mitîngê de danezana ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ve hatibû amadekirin, hate xwendin. Di danezanê de hate bi bîr xistin ku Şoreşa Rojava, şoreşa jinan e û hate gotin ku wê têkoşîna azadiyê di pêşengiya jinan de bi biryardarî dewam bike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kurdistaniyên li Osloyê piştgirî dan serhildana li Rojhilatê Kurdistanê
Nûçeya Pişt re Gelê Rojava xaka xwe diparêze
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Zincîra ‘hurmeta li îradeyê’ hate avakirin

Li kolana herî qelebalix a Wanê li dijî darbeya qeyûm zincîra mirovan hate avakirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Rapora KCDP’ê: Di meha Nîsanê de 26 jin hatin qetilkirin

Li gorî daneyên Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan (KCDP), di meha Nîsanê de 26 jin hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Kobanê ji bo azadiya Rêber Apo meşiya

Xelkê Kobanê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya û destnîşan kir ku aştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Li Aydin û Balikesîrê şewat didomin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

53 hezar koçberên Fasî vegeriyan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Îradeya çareserkirina pirsgirêka sedasalî, rûbirûbûn e’ der

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê: Li Bane û Rebetê 2 kes hatin cezakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?