Cîgirê Hevserokê Giştî yê Berpirsiyarê Ekolojî û Çandiniyê yê DEM Partiyê Îbrahîm Akin, beriya lûtkeya COP31’ê li ser girîngiya aştiyeke ekolojîk û polîtîkayên avhewayê yên Tirkiyeyê nirxandin kirin.
Akin, anî ziman ku wêrankirina ekolojîk gelan xizan dike û ji cih û warê wan dike û got: “Êrîşên li ser xwezayê ne tenê wêrankeriyeke ekolojîk çêdikin. Di heman demê de gelan xizan dikin, ji cih û warê wan dikin, ji dîrok û çanda wan vediqetînin.” Akin, destnîşan kir ku ji bo aştiyeke mayînde, divê gel li ser xak û qadên xwe yên jiyanê xwedî gotin bin.
Akin, da zanîn ku tevî lûtkeyên avhewayê yên ku zêdetirî 30 sal in têne lidarxistin jî, wêrankirina ekolojîk kûrtir dibe. Akin, got ku di bingeha krîza avhewayê de pergala hilberîn û serfkirinê ya li ser esasê qezencê heye û diyar kir ku lûtkeyên COP’ê ji bo têkoşîna navneteweyî ya avhewayê girîng in, lê divê sînorên wan jî werin dîtin.
Akin, amadekariyên Tirkiyeyê yên ji bo COP31’ê rexne kir û anî ziman ku li şûna hevrûbûna sedemên krîza avhewayê, lûtke veguherandine organîzasyona danasînê.
Akin, diyar kir ku li Tirkiyeyê daristan, mêrg, hewzên avê û qadên jiyanê ji bo qezenca şîrketan hatine vekirin û got ku ev yek ne li gorî ruhê Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk e. Akin, da zanîn ku polîtîkayên ku ji projeyên enerjiyê yên li Bakurê Egeyê heta veberhênanên madenê yên li Kurdistanê dirêj dibin, xwezayê wêran dikin û vîna gelên xwecihî tune dihesibînin.
Akin got: “Bi polîtîkayên ku xwezayê talan dikin edaleta ekolojîk û bi sepandinên ku vîna gelan tune dihesibînin jî aştiyeke mayînde nayê avakirin.”
Akin, diyar kir ku Lûtkeya Avhewayê ya Gelan ku dê di dema lûtkeya COP31’ê bê lidarxistin, armanc dike ku daxwazên gelan, kedkaran, jinan, ciwanan û tevgerên ekolojiyê bike yek.
Akin, anî ziman ku lûtke dê krîza avhewayê ne wekî pirsgirêkeke teknîkî ya ku tenê dewlet û şîrket muzakere dikin, wekî pirsgirêkeke civakî û siyasî bigire dest.
Akin, banga tevlîbûnê ji bo civînên ku dê di navbera 14-18’ê Mijdarê de pêk bên kir û her wiha her kes vexwend mîtînga ku dê di 14’ê Mijdarê de li Antalyayê bê lidarxistin.

