Doza Hevşaredara Dersîmê Bîrsen Orhan a ku wezîfeya wê hatibû desteserkirin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, li Edliyeya Tunceliyê hat dîtin. Di danişîna yekem de cezayê hepsa malê û qedexeya derketina derve ya der barê Bîrsen Orhan de hat rakirin. Şandeya dadgehê rûniştina dozê taloqî 7’ê Kanûnê kir.
Bîrsen Orhan piştî danişînê li ber edliyeyê daxuyanî da û diyar kir ku ev mehek e bi pêkanînên wekî binçavkirin, girtin, hepsa malê û qedexeya derketina derve re rû bi rû maye û ev pêvajo weke “zincîra bêhiqûqiyê” bi nav kir. Bîrsen Orhan destnîşan kir ku xwepêşandan mafdar û rewa ne û wiha got:
“Xwepêşandanên me yên rewa yên li dijî pêkanînên qeyûman weke sûc hatin dîtin û gelek lêpirsîn hatin vekirin. Ev ne sûcê me ye. Bertekek rewa û mafdarî ye. Weke hilbijartiyên vî bajarî berpirsyariya me heye ku em dengên ku gel dane me biparêzin.”
Wezareta Karên Hundir di 22’ê Mijdarê de Şaredariya Dersîmê ya DEM Partiyê û Şaredariya Pulurê ya Dersîmê ya CHP’ê destser kir. Bîrsen Orhan di dema xwepêşandanên piştî van desteserkirinê de bi îdiaya “Muxalefeta li dijî Qanûna Xwepêşandan û Meşê” û “Li dijî pêkanîna erkê li ber xwe daye” hatibû girtin û piştî demekê girtina wê veguherandin hepsa malê û qedexeya derketina derve.