Rapor bi anketekê hatiye amadekirin ku 900 pispor û 11, hezar karsaz beşdarî anketê bûne û ji çaryeka beşdarvanên anketê destnîşan kirine ku ji bo sala li pêşiya me xetereya herî mezin şer e.
Di raporê de tê ragihandin ku pevçûnên çekdarî, krîza avûhewayê û pirsgirêkên teknolojîk girêdayî hev nearamiya cîhanî kûrtir dikin.
Di rapora ku beriya civîna Davosê hatî eşkerekirin de, şer weke xetereya herî mezin a bandorê li aboriyê dike, hatiye pênasekirin.
Li gorî raporê ji sedî 25’ê pisporan şerî ji bo sala bê wekî xetereya herî mezin dibînin.
Di raporê de bandorên krîza avûhewayê jî derdikevin pêş ku zêdebûna germbûnê, bidawîbûna çavkaniyên xwezayî û windahiyên curejîndariyan ji bo deh salên pêş weke talûkeyên sereke yên li dijî jîngehê tên dîtin. Herweha li gorî raporê metirsiyên weke dezenformasyon û jihêbûna civakî jî pirsgirêka lihevkirina civakî kûrtir dikin.
Herweha rîskên teknolojîk jî dibin cihê metirsiyê ku xirabbikaranîna teknolojiyê û gefên ewlehiya sîber weke faktorên ku nearamiya giştî zêde dikin, tên nîşandan.
Dîrektorê Giştî yê Forûma Aborauya Cîhanî Mirek Dusek ji bo hevkariyê û bergiriyan bang li serokên cîhanî dike.