Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan êrîşî bendava Tişrînê dike, di encamê de jî gelek birîndar û şehîd jî çêbûn. Ji Rêveberiya Hîlala Zêrîn a Bajarê Kobanê Fatma Xelîl ku yek ji birîndarên êrîşa li ser Bendavê bû, ji ANF’ê re axivî.
Fatma got: “Bi qefila duyemîn me berê xwe da Bendava Tişrînê, em gelek caran rastî êrîşan hatin, lê di encamê de dîsa me xwe gihand bendava Tişrînê. Me birîndarên xwe yên giran vegerandin bajarê Kobanê, lê yên birînên wan sivik jî soz dan ku berê xwe bidin bendavê û ez jî çûm. Piştî ku em gihîştin bendavê careke din êrîşeke bi balafirên şer pêk hat. Me jî bi moral û dirûşmeya ‘Berxwedan Jiyan e’ bersiv dan wê êrîşê.”
Fatma anî ziman ku cara ewil bi balafirên bê mirov êrîş pêk hatin, cara din jî êrîş bi balafirên şer jî pêk hatin û wiha pêde çû: “Di encama êrîşa balafirên bê mirov û balafirên ser ê li ser Bendavê de, gelek kes şehîd û birîndar bûn. Dû hevjînên hev ku ji bo axa xwe û av û kehrebeya xwe biparêzin li wir bûn, şehîd bûn. Lê dîsa jî bi hêz û morala xwe me li ber xwe da, em li wirin, şervanên me jî li wir berxwedaniyeke bê hempa raber dikin.
Em li wirin ji bo parastina bendava xwe. Dewleta Tirk dixwaze me qir bike û bi rojane êrîşan pêk tîne. Divê em hemû bi yek dil û yek destî, li tevahî Sûriyeyê li hember van êrîşan rabin. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze li vir komkujî û qirkirinê pêk bîne, divê em li hemberî wê yekê rabin û li ber xwe bidin.”
Fatme di dawiyê de diyar kir ku kî dixwaze QSD’ê nas bike, divê berê xwe bide Bendava Tişrînê û wiha got: “Dema ku em behsa şervanên xwe û berxwedaniya wan dikin, ez birîndariya xwe ji bîr dikim. Min tu carî morala xwe nexist, ruxmî ku ez ji dest, ling û zikê xwe birîndar bûme. Em ê li hemberî her cure dagirkeriyê li ber xwe bidin, min jî bi stran û dîlana xwe li ber xwe da. DAÎŞ zarokê Erdogan û hevalbendê wî ye. Ew dixwaze tola DAÎŞ’ê li bendavê rake. Lê wê şervanên me jî bersivê bidin. Dirûşmeya me ‘Berxwedan Jiyan e’, heta dawiyê em ê hebin.”