Edîtorê servîsa Erebî ya Rojnews Silêman Ehmed, 25’ê Cotmeha 2023’yan hatibû girtin. Qasî 211 rojan agahî jê nehat girtin.
29’ê Tîrmehê di rûniştineke li Edliyeya Duhokê pêk hatî de, 3 sal cezayê hepsê li Silêman Ehmed hatibû birîn.
Hefteya borî dadgeha temyîzê derbarê Silêman Ehmed biryara berdanê da.
Piştî vê biryarê 20’ê Çileyê roja Duşemê, rojnamevan Silêman Ehmed hate berdan.